Özz Nûjen

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Özz Nûjen (2011)

Özz Nûjen (z. 20'ê pûşpera 1975'an, ku navê wî yê berê Özgür Gezgin bû, komedyenekî "stand-up" (anku, ser piyan) ê swêdî ye ku bi eslê xwe kurd e. Özz Nûjen di 20'ê hezîrana 1975'an de li herêma Serhedê li gundê Xirabşehirê, ku navbera Patnos û Milazgirê ye, hatiye ser dinyayê[çavkanî hewce ye]. Dema ku ew 8 salî bû ew weka penaber hatiye Swêdê[1].

Ji xeynî komedyenbûna xwe, ew nivîskarê metnê û şanoger e û bernameyên televîzyonê pêşkêş dike. Ew li Swêdê binavûdeng e û di nav gel de gelek hezkirî ye. Özz Nûjen di 2007'an de bi xelata Kurdê Salê ya Swêdê û di 2012'an de jî bi xelata aştiyê ya Eldh-Ekblad hate xelatkirin.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]