Ûsiv û Zelîxe
Ûsiv û Zelîxe pirtûkeke Heciye Cindî ye. Ûsiv û Zelîxe pirtûka profesorê Kurd yê bi nav û bang Heciyê Cindî, bi bona 95 saliya jidayîkbûna wî, ji aliyê keça wî Firîda Cewarî hate weşandin.
Pirtûka Ûsiv û Zelîxe ya pofesorê Kurd yê Ermenîstanê Heciyê Cindî, di salên 1965-an de ji bona çapkirinê hatiye amadekirin. Lê ji ber gelek sedeman, e pirtûk nehatiye çapkirin û weşandin. Encax berî demekê Keça Heciyê Cindî, Firîda Cewarî, ev pirtûk ji nûva ji nava arşîvê derxist, sererast kir û da çapkirinê. Berî du rojan jî, ev pirtûk ji çapxaneya “Zengil-97” hat çapkirin û gihîşte xwendevanên xwe.
Ev pirtûk ji aliyê Çerkezê Reş ve hatiye wergernadina ser zimanê Kurdî –latînî û ji aliyê weşanên Mezopotamiya ve jî ji bon açapkirinê hatiye amadekirin. Mirov dikare bêje ku bi kedek û xebateke hevbeş ya çend kesan ve hatiye amadekirin û ev nirxê Kurdî gihîştiye ber destên xwendevanên Kurd yên Qefqesyayê.
Ûsiv û Zelîxe, berhemeke wêjeyî, pexşanî ya taybete. Li ser serpêhatiya peyxember Ûsiv û jina padîşahê Misrê Zelîxê hatiye amadekirin. Ev serpêhatî di gelek pirtûkên pîroz(wek Qur’an) de jî bi giştî derbas dibe. Di nava vê pirtûkê de jî, him bi awakî wêjeyî û him bi helbest û him jî biklamî ev serhatî tê vegotin û vebêjandin. Li rex ku profesor Heciyê Cindî, meteryalên bingehîn yên vê pirtûkê ji gelek çavkanî û pirtûkên dîrokî û yên olî girtibe jî, lê wî beşekî pir mezin ji pirtûkê ji devê zarbêj û zargotinzanin Kurd yên Qafqasya girtine. Her wiha jî ev serpêhatî li gorî ku dengbêjên Kurdan anîne zimane jî, Heciyê Cindî ji vî aliyî jî sûd wergirtiye û pirtûka xwe hîn dewlemendtir kiriye.
Pirtûk ji 230 rûpelan pêk tê, her wiha jî ji bilî pêşgotina bi Ermenî, Îngîlîzî û Kurdî ya ku Firîda Cewarî amadekiriye, pirtûk ji 3 beşan bi kartê. Beşê yekê, bi navê “Pêşxeber”e, ev jî ji pêşgotin û vekirina ku Heciyê Cindî bi xwe nivîsandiye pêktê. Di pêşxeberê de gelek çavkanî û meteryalên dîrokî û yên Rusî û Ermenî hatine bikarhanînin. Beşê duduyan jî bi navê “Tekst” ev beş jî ji 10 babetan pêktê. Di babetan de jî, çîroka Ûsiv û Zelîxa tê vegotin. Hin bi awayekî pexşanî û him jî bi helbest û kilaman tê gotin. Naverok û bûyerên serpêhatiyê jî di vê beşê de ne. Çendî ku nivîskar xwestibe ku bi şêwazekî resen vê pirtûkê binivsînê jî, lê dîsa jî şêwazê vegotina klasîk desthilatdariya xwe ji ser pirtûkê ranekiriye. Ango bi şêwazê çîrokana, carne mirov dibîne ku bi awakî goftûgoyan derbas dibe, yekser goftugo qut dibin û dest bi helbestê tê kirin, an jî klam tê gotin. Gelek caran jî bi şêwazê vegotina nivîskar derbas dibe. Beşê sisiyan jî, li ser kesên ku Heciyê Cindî ji wan ev serhatiy devokî berhevkiriye ye. Ev beş jî ji 10 babetan pêktê, di her babetekê de, zarbêjek diaxive ka çawa ev serpêhatî jiberkiriye û ji kê girtiye. Hêjaye ku mirov navê van zarbêj û û çîrokvanên gelêrî yên Kurdan diyar bike, taybetî jî ku heman kesek ji wan niha zindî nemaye. Xudê Ozman(pîr), Eliyê Fetî Kotîkî, Rostemê Emer, Evdalê Keleş Evdoyî, Evdoyê Sedo Bro, Xeloyê Lalê(pîr), Şêx Mîrzoyê Ewilo(şêx), Egîdê Elo, Qaso Baba(pîr) û Şamilê Eskerov. Ev kesana hemû jî çîrokvanên devokîne.
Li rexekî din de jî, jiçend zarbêj û dengbêjan jî klam hatine girtin û teva nota wê hatine danînin. Ew zarbêj û dengbêj jî, ev in: Morofê Mehmûd, Baba Keleş, Aviyê Elî, Eliyê Fetî, Beyaza Sefo.
Ev pirtûk ne tenê berhemeke wêjeyî ye, lê belê ew wek berhevokeke binirx û giranbûhaye ku zargotin û zarbêjiya devokî ya Kurdên Êzîdî parastiye û weke berhemeke hevgirtî û ziman xweş dikeve ber destê her xwendevanekî Kurd û dibe yek ji xelatên girîng yên pirtûkxaneya Kurdî.
Heciyê Cindî ku mirovekî binav û bange, ji bona çand û rewşenbîrtiya Kurdî kar û xizmetên bêhempa kirine, bi dehan pirtûk û berhevok afirandine. Zargotin û floklora Kurdan ji mirinê parastiye û bi serê xwe bûye alek ji alanê rewşenbîrtiya Kurdî. Piştî mirina wî, du pirtûkên wî ji aliya keça wî Firîda Cewarî hatine çapkirin. Pirtûka berî vê ji aliyê weşanxaneya Mezopotamiya ve hatiye çapkirin û weşandin, ev pirtûk jî dîsa ji aliyê Mezopotamiya ve ji bona çapkirinê hat amadekirin, lê ji aliyê çapxaneya Zengil-97 ve li Êrîvanê hate weşandin.
Le hemberî hemû zor û zehmetiyên ku Kurdên Qafqasya tê de dijîn jî, dîsa jî wan serê xwe li hemberî mercên zehmet netewandin û bi îsrar dixwazin ku berhem û afrandinênxwe yên Kurdî derxin ronahiyê.