Şêlim

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Şêlim
Dabeşandina zanistî
Cîhan: Plantae
(ne aşkera ye): Angiosperms
(ne aşkera ye): Eudicots
(ne aşkera ye): Rosids
Kom: Brassicales
Famîle: Brassicaceae
Cins: Brassica
Cure: B. napobrassica
Navê zanistî yê latînî
Brassica napobrassica
(L.) Mill.

Şêlim (latînî barassica napus/rutabaga) pincareke dişibe tivir, silk (pincara şekir) û sêva axê ku di bin erdê de şîn dide. Rengê wê şînê spî, an jî sorê spî ye. Pincareke girover û pehn e. Cureyên wê yên weke tiviran dirêj jî hene. Pincareke pirpel û kulîlkzer a beriqokî ye. Du cureyên wê hene, yeksalane û dusalane. Yên yeksalane ji bo xwarinê ne. Pelên wê û dikaka (ango şêlim) wê tê hilçinîn. Ya dusalane jî dihêlin sala diduwan. Kulîlkên zer ên beriqokî pêve çêdibin. Ew kulîlk 50–120 cm bilind dibin. Di nava wê kulîlkê de bizrikên wek yên keleman hene.

Welat[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Welatê şêlimê bi rastî ne diyar e. Bi giştî tê bawerkirin ku welatê wê an Skandînavya an jî Rûsya ye.[1] Li Kurdistanê di bajarên Serhedê wek Erzerom, Qers, Sêwas û Mûşê ji bo bazirganiyê çandiniya wê tê kirin.[2]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Hawkes, Alex D. 1968. A World of Vegetable Cookery. New York: Simon and Schuster.
  2. ^ http://www.lotikxane.com/kategori/xwerist/
  • Malpera Lotikxane, beşa Dermanxaneya Xweristê, Bavê Jîndar