Şîşê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Lîstika şîşê lîstikeke zayendê nêr e. Hejamara lîskevanan di vê lîstikê de 5 kes in, û naverokên wê, kêl û tope ne. Kêl ji pênc keviran an jî libatan tê çêkirin, her pênc libat li ser hev tên danîn û navenda lîstikê jî ev kêla ye. Amûra din jî tope ye, tope ji bo avêjtina kêlê û rûxandina libatan tê bikar anîn.

Berî lîskevan dêst bi lîstika xwe bikin, hev şingêra dikin bo zanibin dê bibe moka kîjanî. Piştî mokevan tê nîşankirin, ew diçe li ber kêlê radiweste, her çar lîskevanên mayî jî, dora pênc mitran ji kêlê bi dûr dikevin û yek ji wan topê dixe destên xwe û davêje kêlê, heke top kêlê birûxîne, mokevan bi lezgînî dibeze topê û wê davêje lîskevanên ku dema kêl dikeve, direvin û belav dibin. kêlîka top li kêlê nekeve, lîskevanekî din dê topê bavêje kêlê, û herweha heya kêl dikeve, çimkî ji mercên domandina lîstikê, rûxandina kêlê ye.

Kêlîka kêl dikeve, me got mokevan topê radike û davêje lîskevanan, heke mokevan bi bext û jîr be, ew ê topê li lîskevanekî xe, heke wisa bibe, mok tavilî ji stûyê mokevan derdikeve û dibe moka ewê ku top lêketiye, lê eger topa mokevan vala diçe, ango li tu kesî nekeve, ew ê bi lezgînî here topa xwe bîne. Di vê navberê de lîskevan derfetê distînin û diçin kêlê didin ser hev, heke kêl berî hatina mokevan bê avakrin, lîskevan dê bang bikin û bêjin DAWÎ. Dibe hûn bipirsin çima mokevan ji dûr ve topê navêje lîskevanan?, na, ew nabe, ji hîm û bingehên lîstikê ne ku mokevan topa xwe ji ber kêlê de bavêje lîskevanan. Kêlîka kêl tê venandin û DAWÎ tê bangkirin, bez û rev hêviş dibe û carik din lîskevan li ber kêlê dicivin û lîstika xwe dubare dikin, herweha heya lîstik diqede.