Şaîrê Kurda yê Efsanevî Evdalê Zeynikê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search

Şairê Kurda yê Efsanevî Evdalê Zeynikê ji yek pirtûkên yê nivîskar û lêkolîner Ahmet Aras e.

Çapa yekemîn ya pirtûkê di cotmeha 1996an de ji nav Weşanên Deng derketiye. Pirtûk ji 216 rûpelan pêk tê. Di pirtûkê de behsa jiyana dengbêjê navdar yê herêma Serhedê Evdalê Zeynikê tê kirin. Di pirtûkê de ji bilî jiyana Evdal, şecereya wî, stran û klamên wî, hevpeyvînên bi xizm û merivên Evdalê Zeynikê hatiye kirin, wêneyên gundên wî cih digire. Di pêşgotina pirtûkê ya ku weşanxaneyê nivîsaye tê gotin ku Ahmet Aras dest bi xebata jiyannameya Evdalê Zeynikê di sala 1966an de kiriye û ev lêkolîn ta 1996an domandiye.

Divê were gotin ku di çapa yekemîn ya pirtûkê de ji dêvla tîpa "i" yê "ı" û ji dêvla "î" yê jî "i" hatiye bikaranîn. Wêneyên pirtûkê û bergsaziya wê ji aliyê wênesaz Arif Sevinç ve hatiye çêkirin.

Şairê Kurda yê Efsanevî EVDALÊ ZEYNIKÊ di cotmeha 2004an bi wergêriya Fehîm Işık ji nav Weşanên Evrenselê bi zimanê tirkî çap bû. Çapa vî ya Kurdî ya kewn hindik ma xelas bibe ger nu here çap bibe.