Evdalê Zeynikê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn

Evdalê Zeynikê wekî Homeros ê Kurdan tê nasîn. Di derbarê jiyana wî de agahiyên sedî sed rast nînin. Nivîskar Ahmet Aras li ser jiyana wî pirtûkek nivîsiye ku ev pirtûk hevpeyvîna bi neviyê Evdal re jî dihewîne. Di destpêka 1800î de li gundê Cemalwêrdî ya girêdayi Dutax ku niha girêdayî Agiriyê ye ji dayîk bûye û di sala 1913 ´î de li gundê Qanciyan a Qereyazîyê jiyana xwe ji dest daye. Evdal temenekê pirr dirêj jiyaye. Gorî neviyê wî Emerê Zeynikê Evdal 110 salî zêdetir jiyaye û li seranser Kurdistanê geriyaye. Evdal çuye Xozana Edenê, Dêrsimê, Dîyarbekrê, Nexşîwanê, Melazgirê, Elajgir ê û Îranê.

"Dengbêjê Sirmelî Mamed Paşa", "Bavê Temo", "Pisporê Qulingan", "Sîyarê kuvî" ji navê Evdal in. Evdalê Zeynikê di stran û destanên xwe de pirr behsa qulingan, Temo, Gulê ( Dengbêj Gulê ), korbûn, xizanî, kalbûn, bêbextî hwd dike. Bavê wî di zaroktiyê de miriye. Evdal bi navê diya xwe Zeynê an Zeynikê tê naskirin. Heger mirov ne dîrokzan be û bi tenê ji destanên wî rêçê bajo, mirov jiyana Evdal wiha ava dike: Evdal lawê Zeynikê ye. Diya wî ev di nava xizaniyê de mezinkiriye. Evdal zarokek taybet bûye. Bala xwe daye neheqî, welatparêzî û dewlemendiya civakê. Gihîştinên xwe kiriye stran. Dilê wî ketiye dengbêj Gulê. Gulê di diwana "Sirmelî Memed Paşa", de eslê xwe Fileh (Ermeni) an jî nemisilman bûye. Evdal di civatên axa û began de dengbêjiyê dike. Piştre çavên wî kor dibe û hêdî hêdî ji civatên dewlemendan tê derkirin. Temo yê lawê wî ji ne Gulê ye. Evdal ev zar kêleka rê da dîtiye u ev birîye mala xwe. Di straneke xwe de dibêje wî Temo di daristanekê de dîtiye û ji xwe re xwedî kiriye. Temo dibe sitara Evdal. Temo pê destê bavê xwe digire û "li pey koç û keriyan" digerine. Bijîşkeke Îranî çavên wî sax û derman dike. Lê mixabin Evdal êdî kal e, "Bila mirin hebûya kalbûn tunebûya".

Evdal bi hezaran stranên dengbêjiyê diafirîne. Mixabin pirraniya wan êdî nayên bihîstin. Celadet Elî Bedirxan dixwaze stranên Evdal tomarbike. Ji dengbêjê navdar Ehmedê Fermanê Kîkî alîkarî dixwaze lê pirr bisernakeve.

Evdal bi dengbêjên hemdemî wekî jina xwe Gulê, Sêwî Silo (Şêx Silo) hwd re dikeve pêşbirkan(lecê). Carekê bê rawestan sê roj û sê şev didome ev pêşbirk û Evdal biserdikeve. Evdal kê dibe bila bibe, mamosteyê dengbêjiyê ye. Mehmet Ûzûn bi navê "Rojek ji rojên Evdalê Zeynikê" pirtûkek li ser Evdal nivîsiye.

Klamên Evdalê Zeynikê[biguherîne]

Evdal klama Xozanê u Dêrsimê zef hez kirîye. Wexta ku Evdal ber sekerata mirinêde bûye kurên xwe re dibêje ku ger wan her du kilamên min tu carî bîr nekin.

  • Wey Xozanê
  • Dîber
  • Şêx Ronî
  • Hayê li min
  • Lo Mîro
  • Lê Axçik Canê
  • Sincarî Talo
  • Ezê ji teyra teyrekî hur im
  • Evdal u Şêx Silê
  • Minê Li Hafa Nexşê Nexşîwanê
  • Dêrsime xweş Dêrsime
  • Heyla Wayê
  • Evla Begê Mîrê Zirav
  • Hekîmo
  • Evdal Kor e
  • Qulîng li serê me ha neke
  • Wey kaliyê wey korîyê
  • Evdal kore rê nabîne
  • Eyşo rabe çirê vêxe
  • Roj di Qolîbaba da welgerya (Kazoyê Garisya)
  • Haylê Metê
  • Rabe Rabe
  • Ezê bi diharê Qelenyê diketim (dema şerê 1885-1890)

Di wêjeyê de[biguherîne]

Çavkanî[biguherîne]