Şal

Şal, pantol xwekirinek e. Pê, çîp û qoran pordike, li piştê tê şidandin. Bo porkirin, germxwedîkirin û aksesûarê ye. Ji bestir, kulav, lateks (şîrik) û gelekan tên çêkirin. Mêr jî jin jî li xwe dikin.
Ferhengoka pantolê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
- Şal, pantolên berê li Kurdistanê dihatin çêkirin. Dişibiyan forma yên îro. Ji hirî, pembûyê dihatin ristin, hinekê stûr bûn. Ji kulavê jî dihatin dirûtin. Devlingên wan pirranî fireh bûn lê teng jî çêdikirin.
- Şapik, pantolên gorekî dihatin ristin. Gore û pantol bi hev ve bûn. Ji bestir û çermê jî didirûtin, bo zivistanê.
- Şalwar, pantolên fireh, bi taybetî navranên wan fireh. Pirranî bi dixînên bendî bûn, kemer jî dihatin bikaranîn, lê gelek kêm.
- Şaldirû, terziyê şalanon,
- Kîlot, pantolonê kurt ên sîwaran
- Devling, jêrê pantolan
- Şaldirûtî, cîhana dirûtina pantolan
Awa û cureyên pantolê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Gelek awa û cureyên pantolê hene:
- gorî materyalê
- Jeans
- Cord (şal)
- Şalê kaûçukê
- Çermeşal
- Bargir (şal) bi îngilîzî Chino cloth
- Şapik, şalgore
- gorî bikaranînê
- Ranveşar, bo ajnêkirinê, mayo
- Pantolê çerxeyan, pantolê pê duçerxe ûêd dajon
- Şalê siwariyê, herwiha şapik an kîlotê siwariyê
- Şalê werzîşê
- gorî birrîn û dirûtinê
- Şalkete, bi îngilîzî baggy pants
- Şalpêçînok, îngilîzî bondage pants
- Şalwar, îngilîzî breeches
- Qatqatî (şal), bi almanî Bundfaltenhose
- Capri pants
- Tûreşal, îngilîzî cargo pants
- Qorikteng, îngilîzî Low-rise jeans
- Şalwarkî (şal), bi almanî Karottenhose
- Şalê gavanan, îngilîzî knickerbocker
- Derpêkî (şal), bi almanî Kniebundhose
- Tilimê pêşî bi berîk, almanî Latzhose
- Şalê axayê haremê, almanî Pluderhose
- Şaldawî, almanî Rockhose
- Devlingfire, pantolê spanyayî, almanî Schlaghose
- Şort, short
- Panîgirê (şal), almanî Steghose
- Parçeşal, bi almanî Zipp-Off-Hose