Şatranlû

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Şatranlû eşîreke kurdan li devera Xalxalê li parêzgeha Îranê ya Erdebîlê ye. Şatran navê gelekî qebîlê û eşîranê li rojavayê Bakûrê Kurdistanê (Meledî (torinên Dirêjan), Riha û Sêwas) ye. Di nava êlên kurdan ên li Xorasanê jî qebîlên (tayfe, tîre) bi vî navê hene. Şatranluyên li Xalxalê dibe ku ji aliyê Nadir Şah Avşarî de ji Qûçana Xorasanê hatibin li Xalxalê bicîhkirin. Heta demeke borî ya nêz de li çend gundên Xalxalê bi kurmancî diaxivî ne. Li heman deverê qebîleke êla Şeqaqî ya esilkurd jî heye, navê wê jî Şatranlû ye. Ev ji Kurdistanê hatine koçberkirin.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]