Şikeva (hevîr)

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Şikeva hat beralîkirin)
Kilorên ji hevîrê şikeva

Hevîrê şikeva (herwiha pelhevîr) ji girikên hevîr ên bi tîrikê hatine vekirin, tenikkirin re tê gotin.

Pelhevîr bo çêkirina nanê sêlê, kilor, rişteyê (hevîrriste, riste) tê bikaranîn. Gorî pêdiviyan stûr an tenik tên vekirin. Bo vekirina pelhevîrê ji xeynî tîrikan, textê hevîrê jî pêwîst e.

Hin cureyên pelhevîrê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Pelhevîra ardê (arvanê) garisê (lazût): Stûr e bo klor û parxacên hevîrê lazûtê yên biçûk in.
  • Pelhevîra koçerkî: Aliyekê wê rûnkirî ye. Hin caran aliyên rûnkirinê bi hev ve tên pevkirin. Pirranî ev tê vekirin, lewra hêsan e. Bo mêvanan nabe, mêvan werin malekê divê tenik bên vekirin.
  • Pelhevîra kodikê: Ji kodikek biçûk, girik di dirûvên zarekê de tê birrîn û vekirin. Dişibe ya koçerkî, stûr e.
  • Pelhevîra pîrejinan: Gelek tenik e, her kes nikare vebike.
  • Pelhevîra bajarkî: Tiştan (gûz hwd) tevlî hevîrê wê dikin.