Kilor

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Kilor navê komekê nanên ji şikeva (hevîr)ê tê çêkirin e. Li herêmên Kurdistanê bi gelek navan tên navandin lê di rastiyê de her yek ji wan cureyeke taybetî ne. Pelhevîr tenik an stûr tê vekirin, pelên wê tên rûnkirin an ziwa, nava wan tê dagirtin. Li tendûr, sêlê didin an di nava rûnbirêşkê (tawe) de çêdikin.

Boreg tenê cureyekê kilorê ye[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Bêjeya boreg bi şaşî carnan bo tevahiya cureyên kilorê tê bikaranîn lê ne rast e. Boreg tenê kilorek e. Boreg bi doşaviyê yan şekirê pudra ye. Bi romîkî (tirkî) jê re Kürt Böregi dibêjin. Boreg şîraniyeke dîrokî ye. Peyva boreg ji aryaniya kevn tê. Li Zagrosê derketiye û bi zimanê sankrîtî pureka ye.

Hin cureyên kilorê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]