Şoreşa Kûbayê
Şoreşa Kûbayê, navê serhildana Bizava 26'ê Tîrmehê ya şoreşgerê kubayî Fidel Castro li dijî dîktatorê Kubayê Fulgencio Batista ye. Serhildan di navbera salên 1953 û 1959'an de çêbû.
Di 26 Tîrmeha 1953'an de komên di pêşengiya Fidel Castro de, avêtin ser qereqola Moncada ya li Santiagoyê. Serdegirtin bi serneket. Gelek kesên ku tevlî serdegirtinê bûn, mirin, yên sax jî bi Kastro re hatin girtin. Di sala 1955ê de Fidel Castro bi şêweyekî surgunê çû Meksîkayê. Kastro ji bo ku li Kûêbayê şerê gerîlla bide dest pê kirin, dest bi amadekariyan kir. Cengewarên di bin fermandariya Kastro de, di 25 mijdara sala 1956an de bi keştiyeke biçûk ya bi navê "Granma" ku tê de cil, xwarin, çek, lewazim û hi pêwîstiyên leşkerî yên pir kêm bi hêviya pêk anîna şoreşê ji Meksîkê, da rê û berê xwe dan Kûbayê. Piştî rêwîtiyeke 7 rojan 82 şervan, çawa ku gava xwe avêtin Kûbayê rastî êrîşekê hatin. Pir ji wan hatin qetinkirin. Yên mayî jî xwe gîhandin hev û gîhîştin Sîera Maestrayê. Sîera Maestra, bû biryargeha esasî ya mezinbûna artêşa gerîlla. Gerîllayên Kûbayî, di 14 Çileya 1957an de, yekem car êrîşeke serkeftî li ser garnîzona leşkerî ya li ber çemê La Plata li darxistin. Artêşa gerîla her ku çû mezinbû. Li jêr fermandariya Camilo Cienfuegos, Raul Castro ve Che Guevara de yekîneyên nûh hatin sazkirin û şerê gerîlla li herêmên nûh belav bû.
Bahoza Şoreşê li hemu welêt digeriya. Hêz û taqeta hukumeta Batîsta jî her ku diçû diqediya. Hukumetê li Sîerra Meastra dest bi êrîşa dawî kir. Lê belê ev êrîş jî bi ser neket û bû êrîşa dawiyê.
Êdî gel, li cem şoreşê bû. Di vê navberê de artêşa di bin fermandariya Che Guevara û Camîlo de, destpê kirin, ber bakûrê giravê ango ber bi Havanayê ve pêş de çûn. Batîsta, şensê xwe yê dawiyê lîst û beyan kir ku bila hilbijartinên serokkomariyê werin kirin û ewê tevlî hilbijartinan nebe.
Lê belê gel, hilbijartinan boykot kirin û ev pêşniyaz qebûl nekirin. Şer, ji du eniyan ve berdewam dikir. Yekîneyên girêdayî Fîdel li Orîentê, yekîneyên girêdayî Che jî ber bi herêma Las Vîlasê ve diçûn, rêyên çûn û hatinê dihatin girtin, hêzên Batîstiyan her diçû tengezar dibû.
Di 1 çileya 1959ê de, li Sîerra Meastrayê Fîdel, bi şîara "hemu desthilatdarî û destur a milletê serhildêre" gelê Kûbayê vexwend greva giştî. Di heman rojê de Batîsya reviya Emerîkayê. Li ser vê yekê artêşa gerîlla ya girêdayî Fîdel, ji greva giştî îstîfade kirin û bêyî ku rastî kelemek tenê jî werin ketin Havanayê. Bi vî awayî dîktatoriya bi xwîn a Batîsta ku di 1952an de ji aliyê Emerîkayê ve hatibû ser desthilatdariyê, bi dawî bû. Serketin, bû ya gelê Kûba ya li jêr serokatiya artêşa şoreşê de.