Aborî
Xuyakirin
Aborî an jî ekonomî pergala hilberandin û bazirganiya tiştên bi nirx e. Bi gelemperî wekî mal (tiştên madeyî) û xizmetan (tiştên ku ji aliyê mirovan ve tên kirin) tê dabeşkirin. Tê de navgîneke danûstandinê heye ku di cîhana nûjen de pergaleke fînansê ye. Bi vî awayî bazirganî gengaz dibe. Herçiqas di çarçoveyeke gelek biçûk de be jî, pergaleke alternatîf jî heye ku jê re pergala teqesê tê gotin.
Ji bo ku meriv çêtir fêm bike aborî çawa dixebite, dikare di sê beşan de nîqaş bike:
- Sektora bingehîn ku hilberên xav ên ji cotkarî, masîgirtin, û madenê û hwd. vedihewîne.
- Sektora duyem ku hilberîna malan vedihewîne.
- Sektora sêyem ku rêzeke karûbaran ku ji mirov û şîrketan re tê temînkirin vedihewîne.
Têgiha "aboriya rastîn" carinan ji bo beşa aboriyê ya ku bi mal û karûbaran re têkildar e tê bikaranîn. "Aboriya kaxezê" jî ji bo beşa fînansê ya aboriyê, ya ku li bazarên fînansî dikire û difiroşe, tê bikaranîn.[1][2][3][4]
Mijarên têkildar
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ Meanwhile, in the real economy, Wall Street Journal', July 23, 2009
- ^ Bank regulation should serve real economy, Wall Street Journal, October 24, 2011
- ^ "Real economy" Girêdana arşîvê 2018-02-09 li ser Wayback Machine definition in the Financial Times Lexicon
- ^ "Real economy" definition in the Economic Glossary
Ev gotara têkildarî aboriyê şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |