Xwecihên Awistralyayê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Aborjîn hat beralîkirin)
Xwecihên Awistralyayê

Ala
DewletAwistralya Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Gelhe
984.000 (2021) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge
King Merriman, serokeşîrekî aborijînan

Xwecihên Awistralyayê yan jî aborijîn ji kevnexwediyên parzemîna Awistralya û giravên herêmê re tê gotin.

Peyv aborijîn bi latînî ye û wateya wê ab origin - "ji orijînê, ji destpêkê" ye. Ango gelê ku ji berê de li wir dijîn. Parzemîn cara pêşîn ji aliyê deryavanê brîtanî James Cook ve di sala 1770î de tê keşfkirin û ew roj dibe destpêka dagirkeriya rojavayiyan. Wê demê li dora 1 milyon kevnexwedî li parzemînê dijiyan. Îro hejmara wan ji nîv milyonî kêmtir e. Tê gotin di pêvajoya dagirkeriyê de 90% gelê herêmê ji aliyê dagirkeran ve hatine tunekirin. Hêj jî pirsgirêkên aborijînan hene û di bin nîjadperestiya brîtaniyan de ne.

Berên sereke yên kevnexwediyên parzemînê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çîrok[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Aborijînan xwedî taybetiyên civakî ne. Pirr zêde ji polîtîkayê heznakin. Qîmetê nadin jiyana ku ji sirûştê dûrketiye. Li cem wan xaltî wekî dê, ap (mam) wekî bav tê dîtin. Lêzîmatî ne ji xwînê lê ji civakîbûnê tê. Di zewacê de zagonên gelek kompleks hene.

Zimanê wan ji zimanmalbata Awistralyayê ye. Gelek ziman û zaravê vê malbatê hene. Arkeologan tesbît kirine ku ji vir 50.000 sal berê jî komê mirovan li vê parzemînê hebûne û hebûna wan hêj kevntirîn e.

Aborijîn li welatê bav-kalên xwe di sala 1961î de mafê hilbijartinê bi dest xistine. Heya salên 80î zarokan nedigirtin dibistanên brîtaniyan. Îro ji aborijîn di bin xetereya hebûnê de ne.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]