Advance-Rumely

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Advance-Rumely, OilPull

Advance-Rumely fîrmayeke amerîkayî ya hilberîna traktoran (herwiha amyarên din) dikir bû. Di sedsala 19. de ji aliyê Dr. Edward Rumely ve ev fîrma hatiye damezrandin. Sala 1910'ê traktoreke mezin a bimotor dertînin û di bazarê de cihê xwe digirin.

Ev traktora bi navê OilPull ji ber bihêzbûna xwe di bazarê de biserdikeve. Ji ber wê ji salên 1920'î ve traktorên mezin û bihêz navdar dibin.

Rumely Toro-Traktorê dikirre û ji sala 1928'ê ve navê markaya xwe dike DoAll. Karê Rumely baş nameşe, Rumely sala 1931'ê fîrmaya xwe difiroşe Allis-Chalmers.

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]