Agiravêj

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Nimûneya cureyek mobîl li Château des Baux, Fransa (rekonstrûksiyon)

Agiravêj, keviravêj, mancenîq çekeke klasîk e. Bi taybetî li dijî dîwarên palas û bircan dihatine bikaranîn. Him ji bo parastinê, him jî bo serdegirtinê bûye. Agir an kevir diweşîne, dipekîne.

Agiravêjên serdema 17. dikaribûne kevirên 10-20 kg heya 300-1000 m bipekînin. Giraniya keviravêjan li ser armanca bikaranîne, heya 25-30 tonê jî derdiketin.

Kevir, giyayên şewitî, guleyên hesinî ûêd bi agiravêjan bi ser dijmin de tên werkirin.

Dîroka agiravêjê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ji vir 2.500 sal berê li Çînê dihatibûye bikaranîn. Agiravêjên berê li cihekê dihatin çikandin, lê di serdema navîn de cureyên wan ên tên kişandin, ango mobîl jî derketin. Bi taybetî Bîzansiyan ji bo parastina bajaran pirr bikaranîne.

Bendikên wê berê ji qilonçan dihatine çêkirin. Dûvre dar hatin bikaranîn.