Agnostîsîzm

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Çêkerê gotina agnostîzmê Thomas Henry Huxley

Agnostîsîzm an jî nezanîparêzî bizaveke felsefî ye ku di sedsala 19an de hatiye çêkirin. Li gorî boçûna vê felsefeyê mirov ji aliyê dînî ve nikare bizanibe ka Xweda heye yan na[1] û ji aliyê zanistê ve jî nizane gerdûn çawa hatiye afirandin. Bi giştî ev felsefe bi awayekî gumanbar li tiştan dinêre. Ateîzm û agnostîsîzm ne heman tişt in. Ji ber ku boçûnek dibêje Xweda nîne, û ya din dibêje hebûn û nebûna Xwedê nikare were zanîn. Kesên xwediyê vê boçûnê weke agnostîk têne binavkirin. Gotina agnostîk, ji zimanê yewnanî tê û ew dikare weke "kesê/a bêzanebûn" were wergerandin. Gotina agnostîk cara yekem ji aliyê biyologê îngilîz Thomas Henry Huxley ve di sala 1869an de hatiye bikaranîn.[2] Li gorî Huxley agnostîsîzm ne baweriyek e, lê rêbazek e û ew rêbaz jî girêdayî aqil e.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Carroll, Robert (2009-02-22). "agnosticism" The Skeptic Dictionary skepdic.com. piştrastkirina çavkaniyê:13ê îlonê 2015.
  2. ^ Hepburn, Ronald W. (2005) [1967]. "Agnosticism". Bi Donald M. Borchert (edîtor). The Encyclopedia of Philosophy. Cild 1 (Çapa 2). MacMillan Reference USA (Gale). r. 92. ISBN 0-02-865780-2. In the most general use of the term, agnosticism is the view that we do not know whether there is a God or not. (page 56 in 1967 edition)