Ainû

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Komeke Ainuyan, li sala 1904an

Ainû, navê berekê kevnexwediyê bakurê Japonyayê ye. Ji wan re herwekî ûtarî jî tê gotin.

Ainû li wateya mirov (bi zimanê ûtarî) jî hevalbend e. Ew bi zimanê ainû diaxivin ku ev zimanekî taybet e û ti nêzîkayî bi zimanên devedorê nîne. Îro li dora 27.000 ainuyî li Japonyayê dijîn. Tê gotin ku bi hatine berên Japon a giravan pêl pêl gelê ainû heliyaye û hatine tunekirin.

Dîsa tê gotin ku ainû bi deh hezaran salan berê ji bakurê Asyayê çûne Japonyayê û bi mongolan re lêzîm in. Lê ji aliyê fîzîkî û jenetîk ve naşibin wan. Lêkolîn berdewam in.

Gelê ainû bi xurtî xwedî li dab û nêrîtên xwe dertên. Ji aliyê çanda gelêrî ve gelek dewlemend in.