Here naverokê

Aja

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Aja ankû Aya, xwûdayaka jin ya deme Babilîyan tê dîtin. Lê wilo tê bawer kirin ku Aja ji dema Xanadanaa sêyemin a Ur maya. Ji ber ku ev navê wê bi teybetî, navekî ku navdar a li cem wan. Di dema Sûmerîyan de Xwûdaya jin ya bi navê Şerîda ku weke hevjîna Utu jî tê nasîn û zanîn, beremberê wê ya. Di dema Şêerîda, di tefsîrkirina wê de weke "aliyekî rojê" jî tê ziman. Bi têgihiştina bi vî rengî tefsîrkirina Aja jî hatîya kirin û di hin tefsîrna ku ji demên piştre ma de, di wan de weke hevjîna Şamaş jî hatîya tefsîrkirin. Şamaş weke xwûdayê mazin ê rojê tê zanîn.

Di tefsîra wê de, weke ku Aja beremberê Şerîda a ku di dema sûmerîyan de ya. Ku mirov li mîtolojiya Sûmerîyan dinerê, mirov dibîne ku piştre Ku Înanna beremberê Îştar a, Nanna beremberê Sîn a, Utu beremberê Şamaş. Bi vî rengî, çanda wan dem bi dem ku di demê re buhurtîya hinek navdayînên nû bûna û hatina ser ziman. Lê Aja, di wate "tîrêja serê sibehê ku hê nûka derdikeve û dide" jî tê tefsîrkirin. Heta ku di dema Akadîyan de, bi vê rengê jî tefsîrkirina wê bûya û ew di kêvîlbarên nivîskî de tê ser ziman.