Akin Birdal

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn

Akin Bîrdal (* 1948'a li Niğde) serokê kevn ê ÎHD'ê û siyasetmedarekî tirk e. Serokê fahrî ya SDP û Endamê koma DTP'ye di parlamentoya Tirkiyê de ye.

Akin Bîrdal di sala 1948’an de li Niğde’yê ji dayik bû. Dibistana seretayî û navîn, li Nigdeyê temam kir. Di sala 1966’an de Faqulteya Zireetê ya Zanîngeha Enqerê xelas kir û di sala 1970’an de bû mûhendîsê zîreetê. Di salên xwe yên xwendekariyê de bû serokê Komeleya Ciwanên Nigde’yê. Di Cemiyeta Xwendekarên Faqulteya Zîreetê de wezife wergirt. Di sala 1973’an de Birdal, li Zanîngeha Gazi’yê, masteriya xebitandinê kir û di wan salan de, di Baskên Rêveberiyê yên Navenda Odeyên Muhendîsên Zîreetê û TMMOB’yê de wezîfe kir.

Di sala 1977’an de, bû serokê Yekîtiya Nigde ya KÖY-KOOP ku rêxistina feqîran a aborî û demokratîk bû. Di heman demê de jî di Rêveberiya Yekitiya Navendî de jî cîh digirt û serokatiya rêxistin-perwerde, weşan-çapemenî û têkîliyên bi gel re dimeşand.

Akin Birdal ku di salên 1977 – 1980’an de, endametiya Desteya Rêveberiya Navendî ya Malêngel dikir, di wan deman de, bû wezîfedarê hîndekariyê yê Înstutiya Koperatîfiyê ya Zanîngeha Gaziyê.

Di sala 1980’an de bi darbeya leşkerî ya 12 Îlonê re, bi rêveberiyên KÖY-KOOP’ê re, salekê di Girtîgeha Leşkerî ya Mamak’ê de girtî ma. Birdal, pişti girtîgehê sê salan dikandarî kir û di sala 1984’an de piştî ku ji hemû dozên jê dihat mehkemekirin beraat kir, di qada Mîmariya Peyzajê de dest bi xebatê kir.

Di sala 1986’an de tevlî xebatên damezirandina rêxistina Mafê Mirovan İHD’ê bû û heta sala 1992’an Sekreteriya Giştî ya Komeleyê meşand. Di sala 1992’an de, bû Serokê Giştî yê Komeleyê. Di sala 1997’an de, bû cîgirê Serokê Federasyona Komeleyên Mafê Mirovan ên Navneteweyî û vê erka xwe sê deman li ser hev heta sala 2007an meşand.

Birdal, di meha Gulana 1998’an de, li Navenda Giştî ya İHD’ê rastî êrîşeke çekdarî hat û bi giranî birîndar bû. Wekî din ji ber axavtinên di sala 1995, 1996’an di Rojên Aştiya Cîhanê 1’ê Îlonê li Enkere û Mêrsînê kir, du salan bi cezayê girtîgehê hate cezekirin û di salên 1999 û 2000’î de di girtîgehê de ma. Ji ber vê mehkûmiyeta xwe, bi hişyarnameya Wezareta Karê Hundir a Dewleta Tirkiyê re, neçar ma ji Serokatiya Giştî ya İHD’ê veqete. Di sala 1995’an de di hilbijartinên giştî de, weke namzetê Mêrsînê yê Bloqa Ked, Aştî û Azadiyê hate nîşandan. Bîrdal di vir de bi tevî ku bi qasî were hilbijartin deng wergirt jî, bi sedema ku bendava ji sedî 10’an nehate derbaskirin, mafê hilbijartinê bidest nexist.

Dîsa di sala 2002’an de jî Bîrdal, bû namzetê Mêrsînê yê Bloqa Ked, Aştî û Demokrasiyê, lê belê vê carê jî ji ber mehkûmiyeta benda 312’emîn, ji aliyê YSK (Desteya Bilind a Hilbijartin)’ê ve namzetiya wî ya parlementeriyê hate vetokirin.

Di sala 2002’an de, di damezirandina Partiya Demokrasiya Sosyalîst de cîh girt û bû Serokê Giştî yê Partiyê. Bîrdal li vir du salan di wezîfeyê de ma. Akin Bîrdal niha Serokê Giştî yê İHD’ê û SDP’ê yê rûmetê ye.

Berhem[biguherîne]

Akin Bîrdal li ser kooperatîfiyê û mafê mirovan de gelek qûncik û lêkolînên hatin weşandin nivîsand. Wekî din niha sê pirtûkên Bîrdal ên ji bîranîn, ceribandin û çîrokan pêk tê hene.

Evana :

  • Sol Elim –Ulucanlardan Notlar ( Ji Ulucanê têbînî): Anı (Belge Yayınları, -2002)
  • Betula: Öyküler (Çîrok) (Aykırı Yayıncılık -2004)
  • Cansuyu: Deneme ve köşe yazıları (Ceribandin û Quncik nivîs) (Belge Yayınları -2003; Aykırı Yayıncılık -2006)

Bîrdal di warê mafê mirovan de, di qada neteweyî û navneteweyî de gelek xelat wergirtine.

Akin Bîrdal, di hilbijartinên sala 2007’an de, ji lîsteya ‘Hezar Hêvî’ ji bajarê Amedê weke berendamê parlementeriyê hate nîşandan û di lîsteya rêza 23êmîn de hate hilbijartin. Bîrdal piştî ku weke parlementerê serbixwe hate hilbijartin, tevlî koma partiya DTP’ê bû.