Akwa Ibom (parêzgeh)
Parêzgeha Akwa Ibomê Land of Promise Akwa Ibom State | |
Damezrandin 23'ê îlona 1987 | |
![]() Nexşeya parêzgehê
| |
Kargêrî | |
---|---|
Welat | ![]() |
Paytext | Uyo |
Walî | Udom Gabriel Emmanuel |
Demografî | |
Navê nîştecihan | nîjeryayî (yj.) /nîjeryayiyan (pj.) |
Gelhe | 2,359736, 4,805,470 kes |
Berbelavî | 330 kes/km² |
Erdnîgarî | |
Rûerd | 7081 km² |
Dem (UTC) | UTC+01 |
Agahiyên din | |
Koda postayê | 520211, 520212, 520221, 520222, 520231, 520232, 520241, 520251, 520261, 520271 |
Malper | akwaibomstate.gov.ng |
biguherîne ![]() |
Parêzgeha Akwa Ibomê (bi îngilîzî: Akwa Ibom State), parêzgehekî (wîlayet) Nîjeryayê ye. Li parçeya başûrî yê beravî ya Nîjeryayê ye. Serbajarrê wî Uyo ye. Li parçeya başûrî yê beravî ya Nîjeryayê ye. Di navbera hêlîpanên 4°32′N û 5°33′N, û hevêrkeyên 7°25′E û 8°25′E cih distîne. Parêzgeh li rojhilatê ji aliyê Parêzgeha Cross River ve, li rojavayê ji aliyê Parêzgeha Rivers ve û li başûrê ji aliyê Okyanûsa Atlantîk ve û li serê başûrê Parêzgeha Cross River ve hatiye sinorkirin.
Akwa Ibom yek ji 36 parêzgehên Nîjeryayê ye, bi nifûsa xwe ya zêdetirî milyon kesan û bêhtirî 10 milyon kesên li diyasporayê ye. Ew di sala 1987'an de bi veqetandina ji parêzgeha Cross Riverê hatiye avakirin û hêjî petrol û gaza herî bi kalîte li welatê ji vê parêzgehê tê derxistin. Bajara Uyoyê, bi zêdetirî 500,000 rûniştvanên xwe serrbajara parêzgehê ye. Akwa Ibom xwediyê balafirgekekî (Akwa Ibom International Airport) û du benderên sereke yên li ser Okyanûsa Atlantîkê ye û tê pêşniyarkirin ku li Oronê benderekî di standardên cihanê de yê bi navê Ibaka Seaport'ê were avakirin. Hikûmet her wiha bi kompleksa sporê ya ultramodern yê 30,000 kesî pesna xwe dide. Parêzgeha Akwa Ibomê ji E-Kitêbxaneya Ibomê re, navenda agahiyê yê di standardên cihanê de, malxwêyî dike. Tevî zimanê îngilîzî zimanên sereke zimanê îbibioyî, zimanê annangî, zimanê eketî û zimanê oronî ye.
Bajarên sereke[biguherîne]
Uyo, Eket, Ikot Ekpene, Oron, Abak, Ikot Abasi, Ikono, Etinan, Esit Eket û Uruan.
Deverên hikûmeta hêremî[biguherîne]
Parêzgeha Akwa Ibomê ji sî û yek (31) deverên hikûmetê yê hêremî pêk tê. Ew:
- Abak (malper)
- Eastern Obolo (malper)
- Eket (malper)
- Esit-Eket (malper)
- Essien Udim (malper)
- Etim-Ekpo (malper)
- Etinan (malper)
- Ibeno (malper)
- Ibesikpo-Asutan (malper)
- Ibiono-Ibom (malper)
- Ika (malper)
- Ikono (malper)
- Ikot Abasi (malper)
- Ikot Ekpene (malper)
- Ini (malper)
- Itu (malper)
- Mbo (malper)
- Mkpat-Enin (malper)
- Nsit-Atai (malper)
- Nsit-Ibom (malper)
- Nsit-Ubium (malper)
- Obot-Akara (malper)
- Okobo (malper)
- Onna (malper)
- Oron (malper)
- Oruk Anam (malper)
- Ukanafun (malper)
- Udung-Uko (malper)
- Uruan (malper)
- Urue-Offong/Oruko (malper)
- Uyo (malper)