Amed
Amed Diyarbakır | |
![]() Çend dîmenên ji Amedê
| |
Navçe | |
Welat | Bakurê Kurdistanê |
---|---|
Dûgel | Tirkiye |
Parêzgeh | Diyarbekir |
Serbajar | Amed |
Hejmara bajarokan | 17 bajarok |
Navê nîştecihan | amedî, diyarbekrî |
Gelhe (2022) | 1.804.880 [1] kes |
Rûerd | 2.060 km2 |
Berbelavî | 413,5 kes/km2 |
Bajarê navendî | |
Gelhe (2020) | 1.756.392 kes |
Koordînat | 37°54′39″Bk 40°14′12″Rh / 37.91083°Bk 40.23667°Rh |
Bilindayî | 670 m |
Koda postayê | 21xxx |
Koda telefonê | (+90) 412 |
Amed yan jî bi navê dîrokî Amîda, (/ˌaˈmɛd/) (1928: دياربكر/Diyarbekir; bi tirkî: Diyarbakır) yek ji bajarê herî mezin ên Bakurê Kurdistanê ye. Amed li derdora deşteke bilind ê li kêleka Çemê Dîcleyê û li kêleka kelheya dîrokî ya Sûra Amedê hatiye avakirin. Amed ji aliyê Kurdên Bakûrê Kurdistanê ve wek navend û pozîsyonek polîtîk tê pênaskirin û yek ji bajar û navendên girîng û dîrokî ya erdnîgariya Kurdistanê ye. Li gorî daneyên kanûna sala 2021an nifûsa bajêr 1.791.373 kes bû ku ji wan 1.129.218 li qada navendî (an metro) ya ku ji 4 navçeyên navendî (Rêzik, Payas, Sûr û Bajarê Nû) pêk tê dijîn.
Amed di navbera Kurdan de bûye navendeke sereke û ji aliyê gelek Kurdan ve wekê paytexta defakto ya Kurdistanê tê dîtin.[1][2] Dihat xwestin ku bajar piştî Peymana Sêvrê bibe paytexta Kurdistaneke serbixwe lê piştî geşedanên siyasî yên paşerojê ev yek hatiye paşguhkirin.[3][4]
Etîmolojî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Bajar 1300 sal b.z. de bi navê Amîda hatiye naskirin. Navê Amîd (Amîda) di belgeyên erebî de jî derbas bûye.[5][6] Amîd (Amîda) di belgeyên fermî yên Împaratoriya Trepzonê de di sala 1358an de hatiye dîtin.[7]
Erdnîgarî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Cihê erdnîgarî û sînorên bajêr[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Bajar di nav paralelên 37° 30´ û 38° 43´bakûr û merîdyenên 40° 37´ û 41° 20´ rojhilat de ye. Li rojhilat bi Batmanê û Sêrtê, li başûr bi Mêrdînê, li başûrê rojava bi Rihayê û Semsûrê û li bakûr jî bi Elezîz û Çewlîgê ve tê girêdan.
Taybetiyên erda bajêr[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Pîvana erda herêmê 15.354 km² ye . Ji vê erdê, çiya 37,0%, deşt 30,6% û plato jî 30,4% e. Erda herêmê 95%´ê wê ji bo ziraetê bikar tê. Tene, petêx (gindor), zebeş, titûn û pembo herî pirtir li herêmê tên çandin.
Avûhewa[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Li herêmê klîmayek reşayî hikum dike. Havînan pir germ û ziha, zivistanan jî li gora bajarên din hinek hêniktir derbas dibe.
Germahî û barîna nîvekî ya mehane ji bo Amedê (1975-2010)
Çavkanî: www.dmi.gov.tr
|
Dîrok[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Gotara bingehîn: Dîroka Amedê

Li Amedê gelek cîhên dîrokî hene. Yen herî bi nav û deng Bedena Amedê û bircên wê ne.
Kronolojî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Berî îsa[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
- ~7250-6750 dema neolîtîk
- ~5000-4000 dema kalkolîtik
- ~3000 dema dema tunc
- ~2000 dema hurî û mîtaniyan
- ~1200- 600 dema aramiya û urartiyan
- 550- 331 dema persan
Piştî Îsa (zayîn)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
- 226-395 dema romayiyan
- 395-639 Dema bîzansiyan
- 639 dema ereban
- 661 dema emewiyan
- 750 Dema ebasiyan
- 984 dema merwaniyan
- 1085 dema selcûqiyan
- 1102-1232 dema Ertuqiyên Heskîf û Amedê
- 1232 dema eyubiyan
- 1335 dema Xanedana Zirkan
- 1507 dema sefewiyan
- 1515 dema osmaniyan
- 1923 dema Komara Tirkiyeyê
Şaredarî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]


Şaredarê Amedê ji hilbijartinên 31'ê adarê 2014an û vir ve Gültan Kışanak e.
Nexweşxaneyên Amedê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
- Nexweşxaneya Dewletê ya Amedê
- Nexweşxaneya Fakulteya Bijîşkiyê ya Zanîngeha Dîcleyê
- Nexweşxaneya Lêkolîn û Sepanê ya Amedê
Çand û huner[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
- Navenda Çand û Hunerê ya Cegerxwîn
- Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcle û Firatê
- Navenda Hunerê ya Amedê
- Pirtûkxaneya Bajêr a Mehmed Uzun
- Rojeva Cihkî 21 a Bajarê Mezin
- Salona Şanoyê ya Şaredariya Bajarê Mezin
- Konservatiwara Bajêr a Aram Tîgran
Ol û civak[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Nifûsa bajêr piranî misilman in. Wekî din êzîdî û xiristiyan jî li herêmê hene. Civaka misilmanan ji mezhebên şafiî, henefî û elewî pêk tê. Tarîqeta Naqşîbendî li herêmê ya herî xurt e. Turbeyên ku ji aliyê gel ve tên ziyaret kirin jî hene. Ya herî pir gel ziyaret dike, turbeya "Siltan Şêxmûs" e. Ji bilî wê, li Diyarbekirê turbeya "Siltan Silêman", li Pîranê turbeya "Pîr Xetab", ji alî gel ve tê ziyaret kirin. Nifûsa bajêr piranî kurd in, ji bilî kurdan, suryanî, ereb û ermenî jî li herêmê wek nifûsek biçûk hene.
Xwarinên herêmê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
- Meftune: goştê parçekirî di quşxane yan beroşê de tê sorkirin. Bacanreşk (balîcan), sîr û fringî (yan jî ava fringiyan) têkel dibe. Ava simaqê bi ser de dibe û tê kelandin.
- Mehîr: mast (dew), hêk û xwê di beroşê de tê li hevxistin. Dan dikeve navê û tê kelandin. Li ser agirê heta bikele tê lihevxistin.
- Kalek, qedayîf, peqlewe, kutilkên dagirtî, balîcanên dagirtî jî xwarinên herêmî ne ku herî pirtir tên xwarin.
- Biraşka tîkegoştê
- Biraşka şîşê
- Boranîk
- Boreg
- Bêran
- Bûmbar
- Cîgerkebaba Amedê
- Elînazîk
- Gebola kundirê mîranî û savarê
- Girara bi xêlî
- Hebenîska Amedê
- Hêyavka bamyeyê
- Hêyavka goşt û kixseyê
- Kartol û mast
- Keledoşiya masiyê
- Kutilka bacanreşkê
- Lebzîne
- Loqmeya bexdenûsê
- Lêvenî
- Nêrgîzyanî
- Nûriye
- Pirtik (şîranî)
- Ponponkiya parxanê ya Amedê
- Pîlakiya Amedê
- Qedayîfa rêsî
- Qereş
- Xaşîla çortanê
Kincên herêmê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Piraniya mêran şalwar, îşlig (gomlek) û êleg li xwe dikin. Di nigên wan de pêlavên poztûj hene û gelek ji wan Kum, şewqe yan jî kefiya sipî didin serên xwe.
Jinên Diyarbekirî (Amed) fîstan yan jî zibûn li xwe dikin. Piranîya jinên zewicî çarikan (kitan) didin serê xwe. Keçên ciwan yan serqot in (serî pas) yan jî şarpe didin serê xwe. Kesên ku çarşefa reş li xwe dikin jî hene. Îro li bajêr kêm kes kincên herêmî li xwe dikin, û piraniya gel kincên modern li xwe dike.
Çanda xwedîkirina kevokan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Li Amedê xwedîkirina kevokan digihe zêdeyê 500 salî. Îro li hin qehwexaneyan tê jiyandin û di navbera wan de pêşbaziyan li dar dixin. Ji kevokên Amedê re dibêjin "boran".
Ciyên tûrîstîk û gerê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Amed ji alî sirûştê feqîr e lê ji alî tarîxê ve pir dewlemend e. Bedena Amedê piştî Kela Çînê ya herî dirêj e li cîhanê. Mizgeft û medreseyên bajêr bi mîmariyek pir hostatî hatine çêkirin. Mizgefta Mezin, ya Pêxember, ya Nebî hinek ji mizgeftên bajêr in. Gel piranî havînan diçin ser Gola Xezarê ku di hundirê tixûbên Elezîzê de ye. Wekî din baxçeyên Ben-û-Senê jî ciyên gerê ne ji bo gel. Germava Çirmûgê jî ciyê vehêsanê ye.
Cihên dîrokî yên girîng[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
-
Baxçeyên Hewselê yên Amedê. Li paşê Pira Dehderî tê dîtin.
Deriyên Amedê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
- Deriyê Xerpûtê an Deriyê Çiyayî an jî Deriyê Bakur
- Deriyê Rihayê an Deriyê Rûm an jî Deriyê Rojava
- Deriyê Mêrdînê an Deriyê Başûr
- Deriyê Nû an Deriyê Rojhilat
- Deriyê Serayê
-
Deriyê Rihayê.
-
Deriyê Mêrdînê.
Bircên Amedê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Mizgeftên Amedê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
-
Mizgefta Mezin a Amedê.
-
Mizgefta Melek Ehmed.
-
Mizgefta Elî Paşa, 2010.
-
Mizgefta Zanîngeha Amedê.
Medreseyên Amedê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Hemamên dîrokî yên Amedê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
-
Hemama Deva, 2009.
-
Hemama Melik Ehmed, 2010.
-
Hemama Pasha, 2008.
-
Hemama Vahap, 2009.
Dêrên Amedê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
- Dêra Meyremokê
- Dêra Surp Gregos a Ermeniyan
Xanên dîrokî yên Amedê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
- Xana Delîlan
- Xana Hesen Paşa
- Xana Borsayê (Cotxan, Çîftexan), îro wêran e.
-
Xana Hesen Paşa îro cihekî geşt û guzarî yê giring e.
-
Rewşa Xana Borsayê di sala 2010an de.
Muzexane[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
- Muzeya Arkeolojiyê
- Muzeya Ziya Gökalp
- Muzeya Cahit Sıtkı Tarancı
- Koşka Sem'an (Koşka Xazî)
- Koşka Erdebîlê (Qesra ber Derê Pirê)
Seyrangeh û parkên Amedê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
-
Parkorman, li Dîclekenda Amedê.
-
Parka Sumerê (Sumerpark), li gorî amediyan peykerên parkê miştî sîmbolîzmê ne ji dîroka îro ya kurdan.
-
Kuçeya Hunerê ya Amedê bi spêde.
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
- ↑ "Tensions increase as already fragile Kurdish peace process faulters in Turkey". Middle East Eye (bi îngilîzî). Roja wergirtinê: 16 gulan 2023.
- ↑ Nordland, Rod (24 kanûna pêşîn 2016). "An Aleppo-like Landscape in a Kurdish Redoubt of Turkey". The New York Times (bi American English). Roja wergirtinê: 16 gulan 2023.
- ↑ Kubilay, Arin (26 adar 2015). "Turkey and the Kurds -- From War to Reconciliation?" (bi îngilîzî).
{{cite journal}}
: Cite journal requires|journal=
(alîkarî) - ↑ Şerif Paşa (1919). Memorandum on the claims of the Kurd people. Paris: Imprimerie A.-G. L'Hoir. OCLC 42520854.
- ↑ THE EMPIRE OF TREBIZOND. Spink Books. 31 kanûna pêşîn 1987. r. 480–486.
- ↑ "Encyclopaedia of Islam". Wikipedia (bi îngilîzî). 13 gulan 2023.
- ↑ "Book sources - Wikipedia". en.m.wikipedia.org (bi îngilîzî). Roja wergirtinê: 17 gulan 2023.
Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
- Malpera Amedê (bi tirkî)
- Şaredariya Amedê Girêdana arşîvê 2006-05-12 li ser Wayback Machine (bi tirkî)
- Amedê Girêdana arşîvê 2022-05-17 li ser Wayback Machine (bi tirkî)
- Xabere Amed'e Girêdana arşîvê 2010-02-08 li ser Wayback Machine (bi tirkî)
- Xabere Diyarbakirspor - Amedspor (bi tirkî)