Ala û nîşanên welatên Awistiryayê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Rengên ala Awistriyayê di gelek alayên eyaletên welêt xuya dibin.

Ev gotar lîsteya hemî ala û nîşanên eyaletên Awistriyayê nîşan dide.

Di hinek eyaletan de di nava alaya eyalet û xizmetê/erkê tê cihê kirin. Alayên xizmetê/erkê bi tenê ji aliyê sazkirinên eyaletê ve karin bên bikaranîn. Lê bikaranîna wan di ensîklopediyan de serbest e. Her eyalet xwediyê nîşaneke ye, û ewan hê berî fermîbûna armayan hatine bikaranîn.

Ala û nîşanên eyaletan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ala û armayên eyaletên awistrî
Cihbûn Alaya eyaletê Alaya erkê/xizmetê Nîşan Amajekirin
Burgenland Alaya Burgenlandê di 25ê hezîranê ya 1971an de bû fermî û ji armaya xwe kevintir e. Li ser herduyan wêneya ejderhayek heye: tê gotin ku di sedsala 4em de gelê vandalan di vê herêmê de jiyane û armaya wan ejderhayek bûye.
Alaya Kärntenê di sala 1946an de hatiye avakirin û ji reng û armaya fermî ya Awistriyayê pêk tê.
Armaya Kärnten ê ji rengê zêr û sor pêk tê: ni navendê de sê sêrên res ên zimansor peyda ne. Li ser wan kaskeke bi du qiloncên zêrîn hene, û bi wan herduyan pênc civ pê girtine. Li her civekî de pelgên sor (li hêla rastê) û yên res (li hêla cepê) pê xistine.
Alaya Niederösterreich ê di 9ê tebaxa 1954an de bû alaya fermî. Arma jî di sala 1920an de hatiye avakirin û li ser rengê sîn pênc teyrên zêrîn nîsan dide, lê tê zanîn ku hê di sala 1335an de wek armaya Leopoldê hatiye bikaranîn. Dukê awûstûrî yê bi navê Rudolf IV armayê di sala 1360an de wek armaya fermî ya Awistriyaya kevin bikaranîbû.
Alaya Oberösterreich ê di 25ê nîsanê ya 1949an de bû alaya fermî.
Li ser armaya ku ji sala 1930an pê ve dihatibû bikaranîn li hêla cepê teyreke zêrîn nîsan dide, û li hêla rastê jî bandên sor û sîm peyda ne.
Alaya Salzburg di 16ê Sebatê ya 1921an de cara ewil hat bikaranîn.
Di heman salê de armaya fermî jî askere bû: hêla cepê zêrîn e û li ser wî sêreke res heye. Hêla rastê jî sîm e. Tê gotin ku ev arma hê di sala 1290an de hatiye bikaranîn.
Alaya Steiermark ê gewr û kesk e û di sala 1960an de cara ewil hat bikaranîn.
Li ser armaya ku di sala 1926an de bû fermî panterek agir tif dike. Ev arma cara ewil di sedsala 12em de hatiye bikaranîn.
Alaya Tîrol di 10ê adara 1949an de bû fermî. Di heman salê de arma jî wek ya fermî hatiye hilbijartin û teyreke nîsan dide.
Teyrê Tîrolê cara ewil di sala 1250an de li ser jetonan hatiye bikaranîn. Jetona herî kevin ji sedsala 13em e.
Alaya Vorarlberg û yên Wien û Salzburg ê yek in, lê cihê rengê alayên Tirol û Oberösterreich ê hatine guhertin. Armaya Vorarlberg ê wek armaya malbatî ya Montfortên ku di Caxa Navîn de jiyane tê nasîn. Tenê li ser vê armayê ajal nînin.
Ji sala 1844an pê ve rengên alaya Wien sor û gewr in, lê di sala 1946an de bû fermî.
Li ser armaya Wien ê teyr û carmix peyda ne.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Karl-Heinz Hesmer: Flaggen und Wappen der Welt. Geschichte und Symbolik der Flaggen und Wappen aller Staaten. Gütersloh: Bertelsmann Lexikon Verlag, 1992. ISBN 3-570-01082-1
  • The Flag Institute: Nationalflaggen der Welt. Hamburg: Edition Maritim, 2000. ISBN 3-89225-402-8

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]