Alan Kurdî
Alan Kurdî | |
|---|---|
Wênesaziya dîwaran li Frankfurt Osthafenê | |
| Jidayikbûn | 24ê kanûna pêşîn a 2012an |
| Mirin | 2ê îlona 2015an Deryaya Egeyê, Bodrum, Tirkiye |
| Esil | Kurd |
| biguhêre | |
Alan Kurdî (jdb. 24 ê kanûna pêşîn a 2012, li Kobaniyê,[1] Rojavaya Kurdistanê - m. 2ê îlona 2015, Bodrum, Tirkiye) zarokekî penaberê kurd bû ku dema malbata wî xwestiye ji Tirkiyeyê derbasê Yewnanistanê bibe bi binavbûna botê re di Deryaya Egeyê de xeniqiye.[2][3] Li gel Alan Kurdî ku di wî demê de du salî bû, birayê wî Xalîb û dayika wan Rihanê di heman botê de di Deryaya Egeyê de xeniqîne.[4]
Wêneyê cendekê Alan Kurdî ku ji aliyê nûçegihan Nilüfer Demir ve li ser peravê Deryaya Egeyê hatiye kişandin, li seranserê cîhanê dibe sedema dengvedaneke berfireh.[5][6] Ji ber ku li gorî agahiyan malbata Kurdî hewl daye ku xwe bigihijînin Kanadayê, mirina wî û krîza penaberan bi berfirehî di hilbijartinên federal ên Kanadayê ya sala 2015an de bûye mijareke sereke yê Kanadayê.
Jînenîgarî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Alan Kurdî di 24ê kanûna pêşîn a sala 2012an de li Kobaniyê, Rojavayê Kurdistanê ji dayik bûye û dema ku dixeniqe du salî û du mehî bû.[7] Malbata wî di dema ku DAÎŞ êrîşî Kobaniyê dike di ser sinor re derbasê Bakurê Kurdistanê dibin û piştre jî derbasê bajarên din ên Tirkiyeyê dibin.[8] Malbat wî di destpêka sala 2015an de vegeriya Kobaniyê lê di hezîrana sala 2015an de dema ku DAÎŞê carekê din dîsa êrîşî Kobaniyê dike, malbata wî dîsa vedigere Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê.[9][10] Di vê heyamê de bavê Kurdî biryar dide ku bi rêyeke neqanûnî derbasê girava Kosê bibe ku yek ji giravên Yewnanistanê ya li Deryaya Egeyê ye.[11]
Piştî ku xaltîka wî yê bi navê Tîma Kurdî serlêdana sponsoriya penaberan dike, endamên malbata Kurdî hêvî dikirin ku tevlî xizmên xwe yên li Vancouver, Kolumbiya Brîtanî ya Kanadayê bibin lê ev serlêdan piştî ku rayedarên Tirkiyê ji bo endamên malbatê vîzeya derketinê napejirîne, ji aliyê wezareta hevwelatî û koçberiyê ya Kanadayê ve nayê pejirandin.[12][13] Li gorî wezaretê serlêdana apê Alan, Mihemed, ji ber ku belgeyên wî kêm bûn nehatiye qebûlkirin û tu carî serlêdan ji Abdullah Kurdî ku bavê Alan Kurdî ye, nehatiye hilanîn. Abdullah Kurdî di daxuyaniya xwe de diyar kiriye ku hikûmeta Kanadayê serlêdana wî ya ji bo penaberiyê nepejirandiye û ew ji vê trajediyê berpirsiyar in.[14]
Parlamenterê Partiya Demokrat a Nû ya Kanadayî (NDP) Fin Donnelly ji medyayê re diyar kiriye ku wî dosyaya wan di destpêka salê de bi destan radestî wezîrê hevwelatîbûn û koçberiyê, Chris Alexander kiriye lê serlêdan di hezîrana sala 2015an de ji ber ku belgeyên wan ne temam bû, nehatiye qebûlkirin. Malbata Kurdî hewl dabû ku bi bernameya sponsorgeriyê ya taybet derbasê Kanadayê bibe ku tê de komên ji pênc kesan pêk tên, dikarin ji bo kesek an malbatek sponsorî bikin. Li gorî qanûna sponsoriyê ji wan kesên ku dibin sponsor tê xwestin ku ew bi qasî 27.000 dolarên kanadayî ji bo xwedîderketina malbateke penaberan ku ji çar kesan pêk tên, bide nîşan. Li gorî Alexandra Kotyk ku rêvebira projeya Lifeline Syria ye ku komeke bicihkirina penaberan a li Torontoyê, bername hewce dike kesên ku dixwazin ji Tirkiyeyê werin Kanadayê, divê pêşî ji aliyê hikûmeta Tirkiyeyê ve wekî penaber bêne ragihandin. Wê diyar kiriye ku ev yek pir caran şertek dijwar an ne gengaz bû ku were bicihanîn.[15]
Qezaya kujer û vegerandina cendekên malbata Kurdî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Di saetên serê sibê yên 2ê îlona 2015an de, Kurdî û malbata wî li boteke piçûk a plastîk siwar dibin.[16] Piştî ku ji peravê Bodrumê ber bi deryayê ve bi rê dikeve, nêzîkî pênc deqeyan binav dibe. Di boteke ku ji bo herî zêde heşt kesan hatibû çêkirin, 16 kes hebûn. Malbata wî hewl dabûn ku xwe bigihîjin girava Kosê ya Yewnanistanê ku bi qasî 30 xulekan (4 kîlometre an 2+1⁄2 mîl) ji Bodrumê dûr e.[16] Bavê Kurdî ku qezayê sax filitiye diyar kiriye ku "cakêta jiyanê tunebûn" lê her wiha gotiye ku hinek cakêtên jiyanê li hinek kesan hebûn "hemî sixte bûn".[13][17] Hinek kesên din jî diyar kirin ku ew bawer dikin ku wan cakêtên jiyanê li xwe kirine lê yek ji wan biqêr nehatine.
Piştê çend rojan li ser radyoya Sûriyeyê hatiye diyar kirin ku malbata Kurdî ji bo çar cihên xwe yên li ser botê 5.860 dolar dane ku bot tenê pênc metre dirêj bû û ji xeynî malbata Kurdî diwanzdeh rêwiyên din jî li botê siwar bibûn.[18] Dayika Alan Kurdî tevî tirsa xwe ya ji derketina li ser deryayê dîsa tevlî rêwîtiyê bibû. Tima Kurdî ku xaltîka Alan Kurdî bû, şîret li xwişka xwe kiribû ku neçe. Kesên ji bota binavbûyî xilas dibin, bi avjeniyê ber bi peravê ve diçin û ji parastina peravê ya Tirkiyê direvin.
Nêzîkî saet 5:00ê sibê, rayedaran piştî bangeke awarte ku digot bota penaberan binav bûye û cenaze derdikevin peravê, di derbarê bûyerê de lêpirsînan dabûn destpêkirin. Cendekê Alan Kurdî û zarokekî din li dora saet 6:30ê sibê ji aliyê du xelkên xwemalî ve hatine dîtin.[19] Her du kesan cendekan ji avê derxistin û piştre nûçegihan çapemeniya tirk wêneyê Alan Kurdî kişand ku piştre ev wêne dibe sedema dengvedaneke li cîhanê.[20][11]
Di 3ê îlona 2015an de, Alan Kurdî ligel birayê wî Xalib û dayika wan Rihanê ji bo veşartinê birine Kobaniyê.[21]
Bertek
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Bertekên ji ber wêneyên Alan Kurdî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Wêneya cendekê Kurdî li ser krîza penaberan fikarên navneteweyî zêde dike. Piştî ku wêneyên Kurdî li ser medyayê belav dibe, serokkomarê Fransayê François Hollande bi rayedarên Tirkiyê û hinek serokên ewropî re telefonan kir. Wî di daxuyaniya xwe de diyar kiriye ku divê ev wêne bibe bîranînek ji bo berpirsiyariya cîhanê ya li hember penaberan. Serokwezîrê Brîtanyayê David Cameron gotiye ku ew ji ber wêneyên Kurdî gelekî bandor bûye. Serokwezîrê Îrlandayê Enda Kenny li ser wêneyên Kurdî şîrove kiriye û krîza penaberan wekî "karesateke mirovî" bi nav kiriye û wêne wekî "şokek" dîtiye.[22]
Wêne bûye sedema zêdebûna bexşên ji bo rêxistinên xêrxwazî yên ku alîkariya koçber û penaberan dikin û yek ji wan rêxistinan, Migrant Offshore Aid Station ky di nav 24 seatan de piştî weşandina wêneyê 15 qat zêdebûneke bexşan de tomar kiriye.[23]
Nîqaşa li ser berteka raya giştî ya li hember wêneyan
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Brendan O'Neill di 3ê îlona 2015an de di rojnameya The Spectator de nivîsandiye û gotiye: "Belavbûna vê wêneyê li seranserê cîhanê... wekî rêyeke rewa yê ji bo zêdekirina hişmendiyê ya li ser krîza koçberan e."[24]
Li ser vê Nick Logan di Global Newsê de, di 4ê îlona 2015an de gotiye: "Fotonûçegihan carinan wêneyên ewqas bi bandor digirin ku raya giştî û siyasetmedar nikarin tiştên ku wêne nîşan didin paşguh bikin."[25]
Bandora li ser hilbijartinên federal ên Kanadayê ya sala 2015an
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Mirina Alan Kurdî û di raporên ku dihatin gotin ku malbata wî hewl dida xwe bigihîne Kanadayê bandorek rasterast li ser siyaseta navxweyî ya Kanadayê kiribû. Serokwezîr Kanadayê û serokê Partiya Mihefezekar Stephen Harper di çalakiyeke kampanyaya hilnabijartinê de li ser vê mijarê axivî û gotibû, "Doh, min û Laureen li ser înternetê wêneyê kurê zarok Alan dît ku li ser peravê miribû." Binêre, ez difikirim, berteka me ya li hember vê yekê, hûn dizanin yekem tiştê ku hat bîra min, bîranîna kurê mşn Ben di wî temenî de bû û bi li dora me direviya." Wezîrê parastina neteweyî û pirçandî Jason Kenney daxuyaniyek girîng li ser hewldanên Mihafezekar ji bo parastina yekparçeyiya pergala koçberiyê ya Kanadayê û ewlehiya Kanadayê betal kiriye. Wezîrê hevwelatîbûn û koçberiyê ya Kanadayê Chris Alexander ragihandiye ku ew ê kampanyaya xwe ya ji bo hilbijartinên federal ên Kanadaya ya sala 2015an bi demkî rawestîne ku vegere Ottawayê da ku erkên xwe yên wezîrtiyê ji nû ve bidomîne û doza Alan Kurdî ku serlêdana apê wî ji bo statuya penaberiyê ji hêla wezareta wî ve nehatiye pejirandin, lêkolîn bike.
Serokê opozîsyonê û serokê NDP Thomas Mulcair gotibû ku "Chris Alexander gelek tişt hene ku divê bersiv bide, lê em niha ne li vir in. Em ji vê yekê ditirsin ka em çawa gihîştine vir, çawa bersiva kolektîv a navneteweyî ewqas kêmasî bûye, çawa Kanada bi tevahî têk çûye." Parlamenterê NDP Fin Donnelly bi wê yekê hatibû tawanbarkirin ku bûyera trajîk wekî rêyek ji bo berhevkirina dengan bikar aniye. Ji ber ku wî di destpêkê de ji rojnamevanan re gotibû ku wî bi xwe nameyek daye wezîrê koçberiyê Chris Alexander û ji wezîr xwestiye ku serlêdana penaberiyê ya malbata Alan Kurdî binêre lê rayedarên koçberiyê ya Kanadayê serlêdana malbatê qebûl nekirine.[26] Lêbelê paşê xaltîka Alan Kurdî eşkere kiriye ku serlêdan tenê ji bo apê Kurdî hatiye kirin û ji ber ku ne temam bû hatiye redkirin.[27] Di heman demê de, ofîsa hevwelatîbûn û koçberiyê ya Kanadayê zelal kiribû ku wan belgeyên pêwîst ji bo pejirandina statuya penaberiyê ji bo malbata apê wernegirtiye. Mulcair piştre Donnelly parastibû û gotibû ku ji ber ku di nameyê de behsa her du malbatan hatibû kirin, lêborîn ne hewce ye û diyar kiriye ku "ew ji hebûna kesekî bi hêz, rast û kedkar ê wekî Fin Donnelly serbilind e".[28]
Rêberê lîberal Justin Trudeau di daxuyaniyeke xwe de gotibû "hûn nikarin di nîvê kampanyaya hilbijartinê de ji nişkê ve dilovaniyê kifş bikin" û ku "Hemî hikûmetên cûda yên li Kanadayê di demên krîzan de ji bo qebûlkirina mirovên ku ji bo jiyana xwe direvin rabûne ser piyan", wî got "kanadayî vê yekê dizanin. Ev derbarê kirina tiştê rast, jiyana li gor nirxên ku em wekî welatekî qedrê wan digirin e." Trudeau her wiha soza lîberalan a ku çend meh beriya hilbijartinê dabû ji bo anîna 25.000 penaberên Sûrî dubare kiribû.
Seroka Partiya Kesk Elizabeth May rexne li bersiva Stephen Harper a li hember krîzê kiriye û destnîşan kiriye ku li Kanadayê sponsoriya penaberekî gelek dijwar e. Li ser malpera Partiya Kesk, May hikûmet bi nebûna pêbaweriyê di vê mijarê de tawanbar kiriye û gotiye , "hikûmet di derbarê daxuyaniyên berê yên [li ser penaberan] bê deng maye".
Bertekên bi şêwazên hunerî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Hefteyek piştî mirina Alan Kurdî nêzîkî 30 fasî li paytexta Fasê bi awaye ku Kurdî li peravê hatibû dîtin xwe li peravê dirêjkiribûn. Di Çileya 2016an de, hunermendê çînî Ai Weiwei wekê ku wêneyê Alan Kurdî ku medyayê de hatibûn weşandin xwe li erdê dirêj dike û dîmen dide çapameniyê. Çalakî û nakokiya derdora wî beşek ji "bikaranîna wêneyê wekî navrûyek" ji bo ragihandina li ser edaleta civakî bû. Wêne pêşî di kovara hindî ya India Today de ligel hevpeyvînek bi Ai Weiwei re hatiye weşandin û her wiha li Fûara Hunerê ya Hindistanê hatiye nîşandan.
Di sibata sala 2016an de, Missy Higgins stranek bi navê "Oh Canada" derxistiye ku ji bo Alan Kurdî hatibû çêkirin.
Di îlona sala 2018an de, hunermendê hip hopê Lupe Fiasco stranek bi navê "Alan Forever" di albûma xwe ya Drogas Wave de derxistiye. Stran rastiyek alternatîv dide nîşan ku Alan tê de sax maye.
Derhêner Terry George di fîlma The Promise ya sala 2016an de dîmenek ji bûyera Kurdî îlham werdigire ku paralelên di navbera ermeniyên ku ji xanedaniya osmanî direvin û penaberên nûjen ên wekî Alan Kurdî nîşan bide.
Bertekên din
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Di nîsana sala 2017an de Dargeha Fînlendiyayê pereyek bîranînê ji bo pîrozkirina sedsaliya serxwebûna Fînlendayê derxistiye ku wêneyê laşê Alan Kurdî li ser rûyê pêşîn ê pereyê bikar anîbû. Wêne bi binnivîsa "Dadweriya Cîhanî" (Globaali oikeudenmukaisuus) li ser pereyê hatibû weşandin. Mirina Alan Kurdî li aliyê din ê pereyê bi pirtûkxaneyek giştî ya Fînlendiyayê re hatiye berawirdkirin.[29]
Di sibata sala 2019an de, navê keştiya rizgarkirinê ya bi navê Professor Albrecht Penck a rêxistina rizgarkirina deryayî ya alman Sea-Eye wekê keştiya Alan Kurdî hatiye binavkirin.[30]
Mijarên têkildar
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ "'They were all dead': Abdullah Kurdi describes losing his family at sea". CTVNews (bi îngilîziya kanadayî). 3 îlon 2015. Ji orîjînalê di 6 nîsan 2019 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 21 îlon 2025.
- ^ "Mirina Alan Kurdî". Yahoo News (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 21 îlon 2025.
- ^ "Canada denies Alan Kurdi's family applied for asylum". BBC News (bi îngilîziya brîtanî). 3 îlon 2015. Roja gihiştinê 21 îlon 2025.
- ^ Rayner, Gordon; Gordonrayner (3 îlon 2015). "Aylan and Galip Kurdi: Everything we know about drowned Syrian refugee boys". The Telegraph (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 21 îlon 2025.
- ^ Termê Alan li Kobanî hat veşartin, Rudaw.
- ^ Bavê Alan li ser gorên zarokên xwe axivî, Rudaw.
- ^ Staff, CTVNews ca (3 îlon 2015). "'They were all dead': Abdullah Kurdi describes losing his family at sea". CTVNews (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 22 îlon 2025.
- ^ Cole, Diane (31 tebax 2018). "The Aunt Of The Drowned Syrian Boy Tells What Happened After The Tragedy". NPR (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 22 îlon 2025.
- ^ Rayner, Gordon; Gordonrayner (3 îlon 2015). "'Let this be the last', says heartbroken father of Aylan and Galip Kurdi as he prepares to bury them". The Telegraph (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 22 îlon 2025.
- ^ Smith, Helena (3 îlon 2015). "Alan Kurdi: friends and family fill in gaps behind harrowing images". The Guardian (bi îngilîziya brîtanî). ISSN 0261-3077. Roja gihiştinê 22 îlon 2025.
- ^ a b Parkinson, Joe; George-Cosh, David (3 îlon 2015). "Image of Drowned Syrian Boy Echoes Around World". Wall Street Journal (bi îngilîziya amerîkî). ISSN 0099-9660. Roja gihiştinê 22 îlon 2025.
- ^ Chappell, Bill (28 çiriya paşîn 2015). "Relatives Of Drowned Syrian Boy Will Move To Canada". NPR (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 22 îlon 2025.
- ^ a b X (3 îlon 2015). "Death of Syrian toddler throws global spotlight onto refugees crisis". Los Angeles Times (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 22 îlon 2025.
- ^ OttawaCommunityNews.com. "Abdullah Kurdi faces smuggling allegations". www.ottawacommunitynews.com. Roja gihiştinê 22 îlon 2025.
- ^ "Aylan Kurdi's Death Resonates in Canadian Election Campaign (Published 2015)" (bi îngilîzî). 4 îlon 2015. Roja gihiştinê 22 îlon 2025.
- ^ a b Corder, Mike (16 tebax 2015). "Migrants mass in Turkey to take shortest route to Europe". DeseretNews.com (bi îngilîzî). Ji orîjînalê di 7 çiriya paşîn 2017 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 22 îlon 2025.
- ^ "The father of Syrian toddler Aylan Kurdi on the boat ride that killed his family". Quartz (bi îngilîzî). 4 îlon 2015. Roja gihiştinê 22 îlon 2025.
- ^ "Family of drowned boy did not apply for asylum: Ottawa". The Globe and Mail (bi îngilîziya kanadayî). 3 îlon 2015. Roja gihiştinê 22 îlon 2025.
- ^ Habertürk. "Mehmet Çiplak ê ku Alan hilgirtibû axivî". Habertürk (bi tirkî). Roja gihiştinê 22 îlon 2025.
- ^ "Aylan's story: How desperation left a 3-year-old boy washed up on a Turkish beach". The Washington Post (bi îngilîziya amerîkî). 19 tebax 2019. ISSN 0190-8286. Roja gihiştinê 22 îlon 2025.
- ^ "Drowned migrant boy Alan Kurdi is buried in Syria". BBC News (bi îngilîziya brîtanî). 4 îlon 2015. Roja gihiştinê 22 îlon 2025.
- ^ "Cameron finally breaks silence on refugee crisis - but he still won't take more". The Independent (bi îngilîzî). 3 îlon 2015. Roja gihiştinê 23 îlon 2025.
- ^ Henley, Jon; Grant, Harriet; Elgot, Jessica; McVeigh, Karen; O'Carroll, Lisa; O’Carroll, Lisa (3 îlon 2015). "Britons rally to help people fleeing war and terror in Middle East". The Guardian (bi îngilîziya brîtanî). ISSN 0261-3077. Roja gihiştinê 23 îlon 2025.
- ^ "Sharing a photo of a dead Syrian child isn't compassionate, it's narcissistic - Spectator Blogs". Spectator Blogs (bi îngilîziya amerîkî). 3 îlon 2015. Ji orîjînalê di 5 îlon 2015 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 23 îlon 2025.
- ^ "These images changed public opinion. Has Alan Kurdi's photo done the same? - National | Globalnews.ca". Global News (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 23 îlon 2025.
- ^ Wherry, Aaron (3 îlon 2015). "The death of Alan Kurdi and the federal election campaign". Macleans.ca (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 23 îlon 2025.
- ^ Reporter, Jillian Kestler D’Amours Staff Reporter, Peter Edwards Star Reporter, Tonda MacCharles Ottawa Bureau reporter, Jacques Gallant Staff (3 îlon 2015). "Tima Kurdi's pleading letter to allow brother to enter Canada revealed". Toronto Star (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 23 îlon 2025.
{{cite web}}: CS1 maint: multiple names: lîsteya nivîskaran (lînk) - ^ "Mulcair stands behind Donnelly, after Kurdi family confusion". CTVNews (bi îngilîzî). Ji orîjînalê di 12 îlon 2015 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 23 îlon 2025.
- ^ "Drowned asylum seeker child, civil war execution special coins spark online fury". News (bi îngilîzî). 25 nîsan 2017. Roja gihiştinê 25 îlon 2025.
- ^ "Logbuch: Seenotrettung im Mittelmeer: Die "Alan Kurdi" ist vor der Küste Libyens". Der Tagesspiegel Online (bi almanî). ISSN 1865-2263. Roja gihiştinê 25 îlon 2025.