Anîma

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn

Anîma cara yekemîn ji aliyê Carl Gustav Jung di psîkologiya analîtîk de hatiye bikaranîn. Ji bo mêran tê bikaranîn, ango arketîpên jinî di mêran de.

Berevajiya wê anîmûs e û ew jî ji bo jinan tê bikaranîn. Carl Gustav Jung dibêje "mêr di kesayetî û binhişara xwe de arketîpên jinên ne ji rêzê diparêzin. Arketîp ne statîk lê dînamîk in. Anima xwe bi awayên ku mêr bi xwe jî haj jê nîne dide der. Bo mînak mêr ji jina xwe dipê û dixwaze ku wekî ew jina ku di xeyalê wî de tevbigere, wisa be".

Bandora anîma û anîmûsê xwe di warê wêjeyî de jî dide der. Rexnegerên wêjeyê yên zîrek ji elementên ristina berhemê, dikarin kesayetiya xwediyê berhemê pêderîne.