António Guterres

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search
António Guterres.

Bi navê xwe yê dirêjî António Manuel de Oliveira Guterres di sala 30ê nîsana 1949ê jidayik bûye û sîyasetmedarekê ji Portekîzê ye. 1ê çileya 2017ê bû sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî. António Guterres piştî xelasbûna erka Ban Ki Moon bû 9emîn sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî. António Guterres dilsozê penabera ye û gelek xebat jî di derbarê penaberan de kiriyê li cihên şer çêbûyî. Her wisa berî vî erka xwe jî ew Komîserê Giştî yê Penaberan bû di Neteweyên yekbûyî de[1]. António Guterres 30ê adara 2017an bi fermî seredana Başûrê Kurdistanê kir û li gel Mesud Barzanî hevdîtin kirin. Bi dûçûna serokayetiya Başûrê Kurdistanê ev hevdîtin li ser rewşa şerê Îraqê û penaberan bû[2]. Hêjayî gotinê ye ku Başûrê Kurdistanê di 7ê pûşpera 2017an de biryara giştpirsiya serxwebûnê bi fermî da zanîn [3].

Çavkanî[biguherîne]

Girêdanên derve[biguherîne]