Artros

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Artrosa çokê

Artros yan artroz yan jî osteoartrît nexweşiyeka ,geha, cumga ye.

Ev nexoşiye berbilavtirîn nexoşiya cumga ye. Li temenê 30 salî û sertir dest pê diket. Ewêt temen sertir li 55 salî zêhetir li 25% kêm yan zor artros ya hey. Jina zortir artros bo çê dibît. Heko mirov bi temen dikevît bi zorî ev nexoşye mirov ya hey, belê dibît evî kes çi êşa cumga nebît.

Li hindek binemala ev nexoşye zortir e. Ewê trauma bo çê bibît yan sporta giran kirbît hindek ca zortir artros bo çê dibît.

Li vê nexoşiyê qirqirokê ya ser hêskê cumga têk diçî. Artros gelek cumga digrî bi taybatî cumgêt serê tibla, çuk, ran. Herweş cumgê binaxey yê tibla mezin ya pê û ya êkê ya dest. Ew kesêt qelewyş zotir artrosa cumgêt pêya, cuk û rana bo çê dibît. Ew kesê nexoşyêt rumatîzmî yêt dî lê bin renga artrosîş zortir bo çê bibît.

Nîşan û berjengêt vê nexoşyê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ev nexoşye hêdî hêdî dest pê diket u zêhetir dibît. Gelek cumge duçar dibin bi taybetî cumget ran, çuk, pişt u tibila.

Nîşanê serekî yê vê nexoşiyê êşe li ew cumgê duçarê artrosê boy. Eger nexoş bi rêve biçî yan cumgey bikar bînît êş zortir dibît. Her li ber hindê bi zorî êşa cumga hêvarya zortire. Nexoş bêna xo bidet êş li cumgey kêmtir dibît. Hat u çuna cumgey xirap dibît u cumge req dibît. Hindek ca cumga sturîş dibît. Eger nexoşî giran bo, nexoşî êş ya li cumgey heke yê bên dayîş bît.

Artros i cumgêt piştê zor çê dibît bi taybetî li mirovêt bi temen.

Êşnîşan û diyagnoz (teşxîs)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Bo diyagnoza artrosê baştirîn mêtod x-ray (tîşk) e. Li wê dîyar diket ko qirqiroka cumgey ya kêm boy u gorîn yêt lê çê boy.

Gelek mêtodêt dîş hene wek, artroskopî, CT, MRT, ultrasound (ûltradeng) vê nexoşiyê diyar diket.

Bi têstêt xînê ev nexoşiye nahêta diyar kirin (diagnos), yan jî têstêt xwîna nexoş ti diristin (normal) n.

Çewa mirov xo li nexoşiya artrosa cumga biparêzî u şîret bo nexoş[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Eger mirov yê qelew bît pêtivye kêşa leş kêm biket. Mirov pêtivye xo li mandîkirina cumga wek şola gran, trauma, û sporta gran biparêzî.

Pêlav ya dirist bît ,u bin pê yê nerim bît. Bikar înana serçok,yan bandaj.

Hemi roja zêhetir li nîv demjimêr pyasa bike, hem bo cumga û hem bo hemi beden ya başe u saxlemya te bi hêz diket.

Nexoş biçîta lay diktorê şareza bo dastnîşankirna çara pêtivî.

Nexoş dermanêt dijî êş zor bikar neynît û çare kirn lay fîzyoterapî bi mefatire.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

1- Oxford handbook of rheumatology 2006

2- Netdoktor.se