Here naverokê

Ava Reş (Firat)

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Avareş (Firat) hat beralîkirin)
Dîmenek ji Ava Reş.

Ava Reş yek ji çemên Bakurê Kurdistanê ye û bi Çemê Miradê re yek ji du çavkaniyên serekeyê çemê Firatê ye.[1] Çemê Avareş heta ku digihêje Bendava Kebanê dirêjahiya çem digihîje 460 kîlomêtreyê.

Çem ji çiyayên Erziromê dest pê dike û di nav deştên derdora bajarê Erziromê diherike. Avareş bi ava Serçemê re tê girêdan piştre di Ezirganê re derbasî rojava dibe û berê xwe dide aliyê başûr. Paşê jî ber bi rojava ve vedigere û çemê der dorê werdigire. Di navbera Ezirgan û Kemaxê de bi aveke din ve tê girêdan û di newaleke kevirî re derbas dibe. Nêzîkî navçeya Egînê ew ava xwe ya dawîn çemekî biçûkê din digire berî ku bi tundî berê xwe bide başûrê rojhilat û di kanyoneke kûr de diherike û Firatê re dibe yek û digihêje gola Bendava Kebanê.[1]

  1. ^ a b Universalis, Encyclopædia. "EUPHRATE". Encyclopædia Universalis (bi fransî). Roja gihiştinê 4 çiriya paşîn 2024.