Bakurê Kurdistanê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Ji bo maneyên din li Kurdistan (cudakirin) binêre.
Bakurê Kurdistanê.
Kurdên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê.

Bakurê Kurdistanê, yek ji çar beşên Kurdistanê ye û beşa herî mezinê erdnîgariya Kurdistanê ye ku nêzîkî 25-30 mîlyon Kurd li vir dijîn.[1] Bakurê Kurdistanê îro di nava sînorê Tirkiyeyê de maye. Jiber zext û astengkirina li ser çand û zimanê kurdî ku ji aliyê Tirkiyeyê ve pêk tê,[2] li Tirkiyeyê nakokiyên rewşa Bakurê Kurdistanê û nakokiyên statû û mafên kurdên Bakurê Kurdistanê didome.[1] Hinek caran ji bo Bakurê Kurdistanê bêjeya Kurdistana Tirkiyê jî tê bikar anîn.

Erdnîgarî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Rûerd[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Kurdistan welatekî çiyayî ye. Li çiyayên wê zozan û warên bilind hene. Dema mirov bi jor ve, li nexşeya bakurê Kurdistanê dinerê, rêza çiyayên Toros ên Başûr, Kurdistanê ji rojava ve, ber bi rojhilat ve dike du cîh. Toros ji Rojavayê Kurdistanê, ji bajarê Gurgumê ve dest pê dikin û ber bi rojhilatê ve heta herêma Colemêrgê diçin. Ji wê pê de jî, Zagros dest pê dikin. Li herêma Colemêrgê çiya bilind, gur û tûjik in. Bilindahiya wan digêje 4000 metreyî.[3]

Toros ji aliyê Avhewa ve, Başûrê Kurdistanê ji hevdu diqetîne. Wê dike dû cîh: Bakur û başûrê Torosan.[4]

Bakurê Torosan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li bakurê Torosan, ji başûr ve ji bajarên Mereş û Semsûrê û ji bakur ve jî, ji bajarê Sêwasê heta Qers û Agiriyê tev çiya, zozan banî, gelî û di nav wan de navrast û deşt hene. Divê herêmê de piraniya çiyan ber bi rojava û rojhilat ve rasrtenhêv in. Ji ber vê yekê ji çûn û hatin hêsan e. Herêm gelekî bilind e. Çiya ji 3000 m. danakevin. Past û deştên herêmê jî, ji 1500 m. bilintir in. ji rojava ber bi rojhilat ve çiyayên Munzir, Dêrsim, Mûrad, Keşîş, Pelandokan û Tendûrekê hene. Nêzîkî gola Wanê çiyayen Sîpan, Nemrûd û ber bi jor û rojhilat ve jî, Agiriyên Mezin û Biçûk serîhildane. Agirî, Sîpan, Nemrûd û Tendûrek volkanên vemirî ne. Agiriyê Mezin çiyayê Kurdistanê yê herî bilind e. Bilindiya wî 5165 metre ye. Serê wî hertim bi berf, qeşa û mij e. Li ser wî kovikên volkanik hene. Navên wan Bêçare ne. Li van çiyayên bilind havinan jî berf heye.

Ji Bajarê Colemêrgê heta Agirî, Qers, Erzîrom, Çewlîg, Xarpêt û Dêrsimê zozanên têrcayir û mezin hene. Li dorhêla Çewlîgê Zozanê Şerefdînê bi nav û deng e. Deştên Melediyê, Xarpêt, Mûş, Zêdikan, Ezirgan, Erzîrom, Pasîn û Îdirê di nav van çiya û zozanên de ne.

Başûrê Torosan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li başûrê Torosan, piraniya rûber deşt, berrî û rast e. Germiyan e. Di vê herêmê de ji Dilûk û Rihayê heta Siwêrekê cîh bi cîh rûerd bi girik e. Piştî Siwêrekê çiyayê Qerecdaxê dest pê dike û ew jî digihê çiyayê, Mazî û Mêrdînê. Qerecdax di nav deşta Riha û Amedê de bi serê xwe ye. Ew 1938 m. bilind e. Kevirên wê ress in. Di çiyayê Mazî de jî, mirov rastî hinek girikên volqanîk tê. Li herêma Botan çiyayên Herekol û Cudî hene. Ev rêza çiyan gelek ase û bilind in. Ber bi Kurdistana Başûr û ya Rojhilat ve diçin. Di vê herêmê de çûn û hatin gelek zehmet e.

Li rojava deşta Dîlokê (Entebê) û ya Tilbişarê, li dorhêla Amedê jî, deşta Gewran û ya Amedê hene. Deşta Gewran di navber a Erxenî û Qerecdaxê de cîh digirê. Gewran 15.000 hektar berfireh e.

Çemê Dicleyê deşta Amedê dike du cîh. Beşa navbera Qerecdax û Diclê, axa wê lavên bazalt e. Ji çandinê re ne baş e. Lê, ji çêra heywanan re gelek baş e. Axa li rojhilatê Diclê ji çandinê re gelek bi ber e. Gundên rojhilatên Diclê mezin û gelek in. Deşta Amedê 40.000 hektar fireh e.

Li herêma Rihayê berriya Heranê heye. Heran ji aliyê tene (dan) û dirokî ve bi nav û deng e. Li herêma Mêrdînê ji berriya Mêrdînê gelek mezin û bi ber e. Ev deşt û berriyên Kurdistanê embarên tene ne.[5]

Parêzgeh û navendên parêzgehên Bakurê Kurdistanê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Parêzgeh Navçe / serbajar Nexşe
Adiyeman Aldûş, Bêsnî, Komîşîr, Semîsad, Semsûr, Sergol, Sincik, Tût
Agirî Avkevir, Bazîd, Dutax, Giyadîn, Patnos, Qerekose, Xamûr, Zêtka
Batman Êlih, Heskîf, Hezo, Kercews, Qabilcewz, Qubîn
Bidlîs Bidlîs, Elcewaz, Motkî, Norşîn, Tetwan, Xelat, Xîzan
Bîngol Azarpêrt, Bongilan, Çêrme, Çewlîg, Dara Hênî, Kanîreş, Gêxî, Xorxol
Dêrsim Mamekî, Melkişî, Mêzgir, Pêrtag, Pilemor, Pulur, Qisle, Xozat
Diyarbekir Bismil, Çêrmûg, Çinar, Erxenî, Farqîn, Gêl, Hezro, Hênê, Karaz, Licê, Pasûr, Pîran, Şankuş
Bajarê Mezin a Amedê: Bajarê Nû, Payas, Rezik, Sûr
Entab Kele, Bêlqîs, Cîngîve, Girgamêş, Îslahiye, Kurudere, Alêban, Tilbişar, Şahînbeg
Erdêxan
Erzîrom Aşqela, Azort, Bardîz, Çêrmik, Espîr, Hesenqela, Narman, Norgeh, Oltî, Oxlê, Parsîna Jor, Pasîna Jêr, Qereçoban, Qereyazî, Tawûsker, Tatos, Tortim, Xinûs
Bajarê Mezin a Erzîromê: Palandoken, Yakutiye
Erzîngan Cimnî, Egîn, Ezirgan, Gercan, Îlîç, Kemax, Mose, Qerequlak, Têrcan
Hekarî Colemêrg, Çelê, Gever, Şemzînan
Îdir Başan, Îdir, Qulp, Têşberûn
Kilîs
Meletî Arabkîr, Arga, Aywalî, Çirmik, Darende , Erxewan, Hekîmxan, Keferdîz, Melediya kevn, Meletî, Muhacîr, Qela, Şîro, Yazixan
Mêrdîn Artuklu, Kerboran, Dêrik, Qoser, Şemrex, Midyad, Nisêbîn, Mehsert, Stewr, Rişmil
Mereş
Mûş Dêrxas, Gimgim, Kop, Milazgir, Mûş, Tîl
Osmaniye
Qers Cilawûz, Dîxor, Kaxizman, Qers, Sarîqamîş, Selîm, Şûrêgel, Zarûşad
Riha Bêrecûk, Curnê Reş, Hewenc, Herran, Kaniya Xezalan, Pirsûs, Serê Kaniyê, Sêwreg, Wêranşar, Xelfetî
Bajarê Mezin a Rihayê: Eyûbî, Qerekoprî (Pira Reş), Xelilî
Sêrt Dih, Hawêl, Misirc, Sêrt, Şêrwan, Tilo, Xisxêr
Şirnex Basan, Cizîr, Elkê, Hezex, Qilaban, Silopî, Şirnex
Wan Bêgirî, Ebex, Elbak, Erdîş, Ertemêtan, Miks, Qerqelî, Mehmûdî, Şax, Payîzava, Westan, Rêya Armûşê, Tuşpa
Gumusxane Şirân, Kêlkît
Gumusxane Qert
Xarpêt Baskîl, Dep, Egîna Jêrîn, Keban, Maden, Palo, Qerebaxan, Qowanciyan, Xarpêt, Xulaman Xûx
Xetay

Avhewa[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Toros wekî dîwarekî bilind û dirêj nahêlin ku ew bayên hênik ên bi baran dakevin başûrê wan. Li bakurê Torosan rûerd gelekî bilind e. Piraniya rêerd çiya û zozan in. Ji vê herêmê re Kurd dibêjin Serhed. Havîna herêma Serhedê kin e. Germayî li zozan û çiyayên herêmê 25-30 pile ye. Piraniya xelkê Serhedê û herêma bakur havînan bi mal û heywanên xwe ve koç dikin û diçin zozanan. Heta payizê li zozanan dimînin. Biharan hewa nerm û bi baran e. Zivistanan jî li vê herêmê eyam gelek sar e. Heta 24-30 pileyan dadikeve binê sifirê. Erzirom û Qers, bajarên herî bilind û sar yên Kurdistanê ne. Bi mehan berf li erdê dimîne û caran rê tên girtin.

Zivistanan li herêmên çiya û bilind wekî Wan, Şirnex, Sêrt, Colemêrg, Erzirom û Qersê berf gelekî dibare û ji çiyan aşît tên xwarê. Carnan gund û bajar di bin aşîtan de dimînin.

Li rojavayê, li herêmên bajarên Elezîz, Meledî, Semsûr û Mereşê rûerd hewqas ne bilind e. Her çiqas çiya û girik hebin jî, rûerd navrast e. Baran zêde dibarê û germ e.

Rêza Torosan nahêlin ku ji başûr ve jî, ji deşta Suriyê, ba û hewayê germ ber bi bakurê Kurdistanê here. Ji ber vê yekê havîn li herêma başûrê Torosan gelek germ û ziwa ye. Havînan li bajarên Dîlok, Riha, Amed û Mêrdînê gelekî germahî heye. Germahî li siyê 40 - 45 pile ye. Zivistanan jî li vê herêmê baran dibarê. Lê, berf kêm e. Sermayeke hişk û zuha heye. Ji bilî çend deşt, rast, navrast û beriyan, Kurdistan welatekî çiyayî ye. Çiya, cih û avhewaya Kurdistanê mercên dar û daristanan çêdikin. Berê piraniya çiya û herêmen Bakurê bi daristan bûn. Ji ber xizanî û nezaniyê sal bi sal xelk dar û beran dibire û ji bo şewatê bi kar tînin. Ji aliyê din ve li herêmên ku erd û zevî kêm in, daristanan dibirin û cîhên wan dikin erd. Li wir çandiniyê dikin. Di van salên dawî de dewleta Tirk ji bo şikandina şerê gerîlla agir berdidin daristanên Bakur û ew dişewtînin. Li Bakur darên berû, mazî, benav, benîşt, qizwan, hevirs û merx hene. Li ber çem û cihên avî ji darên gûz, spîndar û bih jî gelek in.

Dîrok[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

 Gotara bingehîn: Dîroka Bakurê Kurdistanê

Her çend dîroka hemû kurdan têkildarî hemû kurdan be jî, her parçeyekê Kurdistanê xwedî ciheke taybete di dîroka Kurdistanê de. Heta îlankirina komara Tirkiyeyê jî qedera her sê parçeyên Kurdistanê (rojava,başûr,bakur) wek hev bû û ji bo qedera xwe ya sedsala bi li benda rûxandina Împeratoriya Osmanîyan bû.[6] Piştî Şerê cîhanî yê yekem, împeretoriya Osmaniyan ji gelek aliyan ve hatiye dagir kirin ji aliyê dewletên Ewropayî ve. Hêj şerê cîhanî dewam dikir, herêmên Yemen, Iraq û Sûrî ji dewleta Osmanî ve hatin qetandin.[7][8] Li vir Rojavayê Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê jî ketin bin mandateriya Brîtaniyan li van welatan. Li van herdu welatan ji aliyê Brîtaniyan û bi destê ereban du dewlet hatin ava kirin û micadeleya kurdên van parçeyan hem li gel Ingilîzan hem jî li gel van dewletên ereban bû. Piştî şerê cîhanî yê yekem jî Bakurê Kurdistanê û Anatolya ji aliyê dewletên Ewropayî ve hatin dagir kirin. Di encamê de 10ê tebaxa 1920ê de di navbera dewletên Ewropayî û Osmaniyan de Peymana Sevrê hatiye destnîşan kirin. Bi dûçûna vê peymanê di navbera Anatolya û Îranê de avabûna du dewletan dihate hatiye pejirandin.[9] Bajarê Wanê wek sinorek bimîne, li rojava û başûrê Wanê biryara herêma xweser ya Kurdistanê û li bakurê Wanê biryara herêma xweser ya Ermenistanê hatibû destnîşan kirin.[10]

Aborî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ a b bianet.org. "bianet.org" (bi tirkî).
  2. ^ "Explore Turkish Kurdistan". The Kurdish Project (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 15 nîsan 2023.
  3. ^ Cheterian, Vicken (2015). Open Wounds: Armenians, Turks and a Century of Genocide. Oxford and New York City: Oxford University Press. p. 65. ISBN 978-1-84904-458-5. As a result of policies such as these, the expression Armenian Plateau, which had been used for centuries to denote the mountainous highlands around Lake Van and Lake Sevan, was eliminated and replaced by the expression 'eastern Anatolia'.
  4. ^ dpumekatronik (1 gulan 2020). "Hidroelektrik Üretimi En Fazla Hangi Bölgede?". dpumekatronik.com (bi tirkî). Roja gihiştinê 15 nîsan 2023.
  5. ^ "Taurus Mountains | mountains, Turkey | Britannica". www.britannica.com (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 15 nîsan 2023.
  6. ^ "Kurdistan | History, Religion, & Facts | Britannica". www.britannica.com (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 15 nîsan 2023.
  7. ^ "Learn About Kurdish History". The Kurdish Project (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 15 nîsan 2023.
  8. ^ "Timeline: The Kurds' Quest for Independence". Council on Foreign Relations (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 15 nîsan 2023.
  9. ^ "Who Are the Kurds?". Institutkurde.org (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 15 nîsan 2023.
  10. ^ "The Government of the Republic of Western Armenia (Armenia) – Official website". gov-wa.nt.am. Ji orîjînalê di 15 nîsan 2023 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 15 nîsan 2023.

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]