Bêdengiya Berxê (Fîlm)

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Bêdengiya Berxan (bi inglîzî: The Silence of the Lambs), fîlmek tirsnagê psîkolojîk a amerîkî ya sala 1991an e ku derhinêriya filmê Jonathan Demme kiriye û ji hêla Ted Tally ve hatiye nivîsandin ku ji romana Thomas Harris ya 1988an hatiye veguheztin. Di fîlmê de Jodie Foster bi navê Clarice Starling wekê pratîkarek (stajyer) ciwan a FBIyê ku li pey kujerekî mezinê bi navê "Buffalo Bill" (Ted Levine) digeriya ku ew kujer çermê qurbaniyên xwe yên jin radikira. Ji bo girtina wî kujerê Clarice Starling ji Dr. Hannibal Lecter (Anthony Hopkins) ku psîkiyatrîstek kujere û di girtîgehê de ye alîkariyê dixwaze.[1]

Jodie Faster di rola bi navê Clarice Starling xelata Oscarê ji bo lîstikvana herî derketî stend. Di fîlmê de Scott Glenn wekî Jack Crawford û Ted Levine jî wekî kujerê rêzefîlmê «Buffalo Bill» dileyizin.

Senaryo ji aliyê senarîstê xelatgirê Oscarê Ted Tully ve hatiye nivîsandin û derhênerê wê jî ji aliyê derhênerê herî baş a xelatgirê oscarê Jonathan Demme ve hatiye kirin. Fîlm li ser çîroka bi heman navî ya Thomas Harris hatiye çêkirin. Fîlmê pênc Xelatên Oscarê stendiye û yek ji fîlmên herî navdar ên Anthony Hopkins tê têdin. Ji bo baştirîn fîlmên sînemaya amerîkî yên di 100 salên dawiyê de wekî beşek ji Enstîtuya Fîlman a amerîkî di sala 1999an de fîlm di rêza 65em de cih girtiye.[2][3][4]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ "The Silence Of The Lambs". www.tcm.com (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 22 tîrmeh 2023.
  2. ^ https://web.archive.org/web/20131227104822/http://tech.mit.edu/V112/N16/oscars.16w.html
  3. ^ https://web.archive.org/web/20090312060928/http://theenvelope.latimes.com/news/archives/env-1992oscarsshow,0,3038975.story
  4. ^ https://web.archive.org/web/20131226221718/http://www.britannica.com/oscar/article-9397887