Here naverokê

Bêleka Jor

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Ji sala 2022an fotografek

Bêleka Jor (Bi tirkî: Ergüven) li herêma Bamerdê gundek e. Li bakur rojhilatê gund gundê Qubanê, li bakurê wê gundê Cefanê, li rojavayê wê jî gundê Ewta Jor heye. Bi alîkarîya dewleta tirk ve li girê zelqetê hatiye avakirin. Piştî avabûna gund, şênîyên Bêlekê mala xwe bar kirine virê. Tê de bi dehan mal hene û dibistaneke biçûk jî heye. Avahîsazîya xaniyên vê gundê hemû wekî hev in.


Valabûna Gund

Li salên 90î ji bona ku gundî terka gundê xwe bikin gelek caran hatine tehdîtkirin, lê şênîyên gund li hember van tadeyî û tehdîdan li ber xwe dida. Li tebaxa sala 1993an piştî ku ji gundîyan 2 kes hatine qetilkirin gundî neçar man ku gundê xwe vala bikin. Şênîyên gund mala xwe barkirin herêmên wekî Batman, Misirc û Stenbol. Piştî sala 2005an dewleta tirk destûr da ji bo vegera li gund. Bi vî avayî çend mal dîsa vegeriyan Bêlekê. Axlebê gundîyan niha li bajarê Batmanê dijîn, her wiha yên ku li metropolên tirkan wek Stenbol, Qonye, Edene, Tekîrdaxê dijîn jî hene. Li demsalên bihar û havînê şênîyên gund têne gund û li dawîya payîzê vedigerin bajarên ku lê dijîn.


Demografî

Şênîyên gund ji eşîra basqil in û bi eslê xwe ji gundê êzdara ne. Devoka wan devoka torê ye. Gundî nevîyên çar bavikan in, navê wan Mala 'Hisî, Mala Îsikî, Mala Zaza û Mala Rindê ye.