Balafir

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Balafira tîpîk Boeing 747 a British Airways

Balafir an jî firoke yek ji alavên girîng ên firînê yên bi sîstema aerodînamîkê difirin e. Pirranî ji bo raguheztina rêwiyan û şêr tên bikaranîn. Hêza xwe ya rakirinê, li hewa girtinê ji baskên xwe digire. Ya ku balafiran ji babirok, zeplîn û yên din vediqetîne ev e.

Ramana firînê gelek kevn e li cem mirovan. Bi hezaran salan mirovan xwastin alaveke firînê biafirînin. Ev fikra wan di sedsala 20emîn de bicih hat. Bi angaştên Newton û xebatên Birayên Wright firokeyên pêşîn hatin çêkirin. Îro gelek cureyên balafiran hene. Rojbiroj teknîk û hêza wan bipêştir dibe.

Hin komên balafiran[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • A) Balafirên ji bo karên sîvîl tên bikaranîn

Gelek cureyên wan hene. Yên bi yek bask, du bask an ên motorên jet bikartînin, ên nayînin hwd.

  • B) Balafirên ji bo karên leşkerî tên bikaranîn
  • 1- Balafirên nêçîrê
  • 2- Balafirên bombebaranê
  • 3- Balafirên veguheztinê
  • 4- Balafirên sîxuriyê
  • 5- Balafirên bêî pîlot
  • 6- Balafirên bo karên taybet û xwedî teknîkên taybet
  • 7- Balafirên pêşopandinê
  • 8- Balafirên dafikî

Cureyên motorê yên balafiran[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]