Bangalor

Bangalor
Bengaluru (ಬೆಂಗಳೂರು)
Bangalor li ser nexşeya Hindistan nîşan dide
Bangalor
Bangalor
Bangalor (Hindistan)
Kargêrî
Welat  Hindistan
Dûgel Karnataka
Herêm Bayaluseeme
Şaredar Sharadamma[1]
Demografî
Gelhe 5.438.065 (2011[2])
Berbelavî 7.665 kes/km²
Erdnîgarî
Rûerd 709,5 km²
Koordînat 12°58′0″Bk 77°34′0″Rh / 12.96667°Bk 77.56667°Rh / 12.96667; 77.56667
Agahiyên din
Koda postayê 560 xxx
Koda telefonê 91-(0)80-XXXX XXXX
Malper www.bbmp.gov.in

Bangalor an jî bi fermî ji sala 2006'an û pê ve Bengaluru, serbajarê federedewleta Hindistanê Karnatakayê ye. Bi tevî 5,4 milyon gelheya xwe pêncemîn bajarê mezin ê Hindistanê ye.

Bangalor navendeke girîng a pîşesaziya esmangerî û fezayê ye, çi sîvîl, çi leşkerî. Ji ber ku lê gelek park hene, wekî „bajarê baxçeyan“ binavdikin.

Dîrok[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Bingehê Bangalorê sala 1537 ji aliyê Kempe Gowda I (1510 heya 1570) hatiye danîn. Kempe Gowda bo bajarê nû navê Bengaluru bijartiye ku ev paşnava xuşk û diya wî bûye. Niha ev bajarê kevn bi navê Halebengaluru (Bangalora kevn) li nêzîkî Bangalorê dimîne.

Gelhe[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Gorî hejmartinên 2001ê, nifûsa bajêr 4.292.223 e. Nîvî zêdetir niştecihên wê koçber û biyanî ne. Zimanê fermî zimanê kannada ye. Herwiha ûrdû, îngîlîzî, tamîlî, telûgû û malayalam jî tê axavtin.

Pirraniya koçberan tamîlî ne (30 %). Pirraniya biyaniyan bûye sedemê nakokî û nîjadperestiyê jî ku gelek caran di nava komên gelan de pevçûn derdikevin.

Aborî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Hindistanê navendên xwe yên esmangerî, çêkirina roketan û çekên nûjen li vir civandiye. Bo mînak Hindustan Aeronautics Limited (HAL), ku firokeyên sîvîl hildiberîne li vir e. Dîsa National Aerospace Laboratories (NAL), Indian Space Research Organisation (ISRO) jî li vir in ku li lêkolînên fezayê dikin û satelîtan çêdikin.

Geşt û guzar[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Lal Bagh yek ji mezintirîn seyrangehên bajêr e. Herwiha Cubbon Park jî. Vidhana Soudha (parlamen) û High Court, dêrên ji dema mêtingeriyê jî cihên balkêş in.

Keç û kurên Bangelorê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Galerî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Nivîsar
Wêne