Barbaraya Nîkomêdî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Tabloyên mîhrabê yên Sentbarbara yên bi destê Wilhelm Kalteysen (1447)

Barbaraya Nîkomêdî, Sent Barbara, Sentbarbara (Nîkomêdiya (îro Îzmît), sedsala 300), şehîd û keseke pîroz a mesîhiyan e. Welatiyên xiristiyan (ên suryanî) yên rojavayê Kurdistanê, her sal di destpêka meha kanûna pêşîn de cejna Sentbarbara bi şahiyekê pîroz dikin.

Di şahiyê de şano tên pêşkêş dikin û stranên pîroz tên xwendin. Welatiyên ku beşdarî şahiyê dibin, li gorî kevneşopiyan cilên cuda li xwe dikin û rûyê xwe vedişêrinn.

Bingeha dîrokî ya cejnê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li gor hin jêderên dîrokî, Barbara keça maldarekî pûtperest bû, Barbara ji pêxember Îsa hez dikir û bû xiristyan, lewma bavê wê xwest wê bikuje. Barbara jî neçar ma ku bireve. Li gorî jêderan Barbara xwe di nav zeviyên genim de veşart, cilên cuda li xwe kirin û rûyê xwe ji xelkê veşart.

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]