Basnews

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

BasNews, ajanseke nûçeyan a bêalî û pir ziman e û ji Kurdistan, İraq û Rojhilata Navîn nûçeyên siyasî, aborî û civakî dighîne raya giştî.

Kurdistan ku bûye navendeke girîng a pêşhatên siyasî û aborî yên Rojhilata Navîn, bala rojnamevanên damezrêner ên BasNewsê kişandiye û armanc ew e ji herêmê bi awayekî rast û bêalî nûçeyan bighînin raya giştî.

BasNews ku hejmarek rojnamevanên bi ezmûn ên ji navçeyên cuda cuda yên Kurdistanê tê de cîh digirin, armanc ew e di paşerojê de bibe saziyek daku bikaribe nûçeyên cidî, bêalî û bikalîte ji herêmê bigîne raya giştî ya cîhanê. Herwiha em nerîn û gotarên nivîskar, rojnamevan û kesayetiyên bêalî ku bi zimanên cuda pêşkêşî xwendevanên BasNewsê dikin, wek hêmaneke temamkerê nûçeyên xwe dibînin.

Armanca BasNewsê ew e di dahatû de xizmetguzariya nûçeyan bi dîmen û deng pêşkêş bike û baregahê wê li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê ye.

Peyamnêr û ofîsên ajansa me li çendîn navendên siyasî û kulturî yên girîng ên cîhanê hene.

BasNews li Kurdistana İraqê nûçeyên taybet çêdike û eger daxwaz hebe amade ye dosyayên taybet jî amade bike. Ajansa me wêneyên fotograferên bi ezmûn ku pêşhat û bûyerên girîng ên Kurdistanê dokument dikin, pêşkêş dike.

BasNews, ligel wan ajans, rojnamevan û dezgahên navdewletî ku girîngiyê bi herêmê didin di têkiliyê de ye.

Ajansa me ligel nûnerên wan saziyên biyanî yên nûçeyan ku li Kurdistanê çalak in, kar dike, piştgiriya wan dike û xizmetguzariyên wek rêberî, wergêr û danîna peywendiyan pêşkêş dike.

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]