Betlemyûs
(Ji Batlamyûs hat beralîkirin)
Jump to navigation
Jump to search
Betlemyûs | |
---|---|
![]() Zanyarê grekî Ptolemeus. | |
Netewe | Yewnanî |
Pîşe | Astronom, fîlozof |
Bandorker | Mûsa Kemaledîn |
biguherîne![]() |
Ptolemeus, (grekiya kevn: Κλαύδιος Πτολεμαῖος, Klaudios Ptolemeos) yek ji astronomên navdar ên grekî ye. Di sedsala duyem de jiyaye lê mixabin li ser jiyana wî agahiyên sedîsed nînin.
Li dinya Îslamî navê wî wekî "Betlemyûs" belavbûye. Bi navê Cografya û Almagest du pirtûkên wî hene. Pirtûkên wî bo naskirina zanînên kevn ên grekî û romayî kaneke girîng in. Herwekî pirtûkên wî riya rexnegirî, guftûgo û nîqaşan vedike û him li Ewropa, him jî li dinya îslamî zanîstiye bipêşdixe.[1]
Herwekî Ptolemeus li ser nexşegerî, stêr, prînsîbên tîrêjê, optîk hwd jî gelek lêkolîn kiriye.