Bazamir

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Ava Bazamir an jî robarê Bazamir çemek ji çemên Kurdistanê ye. Robarê Bazamir dikeve navbeyna robarên mezin Dîcle û Firatê û di axa Mezopotamya de ye.

Ava Bazamir ji qontara çiyayê Cûdî ji gundê Girê Çolya derdikeve anjî diherike û tê ser Ava Mezin. Di ber vê Ava Bazamir de gelek dehil, bexçe, bîstan, fêkî dihatin çandin. Yek ji van gundan, gundê Girê Çolya, gundigê Remo, Şemga, Germgê, Xirabreşik, Şerefxana, Kurtik û Hurisya bîn.

Bes weke em dizanin ev gund behra bêhtir ji aliyê hikûmeta Tirkî ve hatine xirakirin û pişre jî ne mixabin ev dehil, bexçe û bîstan jî şewitand in.