Here naverokê

Bedirxan Epozdemir

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Bedirxan Epozdemir
Jidayikbûn1949 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Pîşe
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Bedirxan Epözdemîr, di sala 1949 da li Kurdistana Bakur, li bajarê Sêrtê, li qeza Bayqan, li gundê Minar hatiye dinê. Dibistana ewil li gundê xwe, ya navîn û ya mamostatiyê li Amedê qedandiye. Di sala 1968 de dest bi mamostetiyê kiriye. Heya 12ê îlona sala 1980 li gelek heremên Tirkiyê û Kurdistanê mamostetıya xwe domandiye.

Ew hê di 14-15 saliya xwe da dest bi karê nivîsandinê kiriye. Hêja di xortaniya xwe da bêşdarî lecên helbest nivîsîn û xwendinan bûye û di hinek lecan da xelatan girtiye. Her wusa, bi edebiyatzanên bi nav û deng ra di hinek lecan da weka endamê juriyê wezîfe hilgirtiye.

Bedirxan Epözdemir, bi zimanê tirkî û kurdî, di gelek kovar û rojnameyan da helbest, nûçe, gotar, hevpeyvîn, biyografî, lêkolîn, çîrok û werger jî nivisandiye. Nivîsên Epözdemir, di rojname û kovarên Özgür (azad), Mücadele-Diyarbekir, Mücadele-Siirt, Özgürlük yolu (Riya azadî), Roja Welat, Dengê Komkar, Roja Nû, Kurdistan press, Realîte, Nûdem, Çira, Nûbihar, Özgür Gündem (Rojeva Azad), Roj, Bergeh, Ronahî, Hêvî, Roja Teze û di kovara Bakur da hatine çapkirin.

Ne hewce ye ku meriv bêje, Epözdemir jî wekî gelek Kurdên rewşenbîr para xwe ji êş, azar, girtin û nefiyê girtiye. Ew ji ber van êş û azaran koçber bûye û hêja jî li Hollanda dijî.

Epözdemir, karên xwe yê nivîsî û edebî didomîne. Du pirtukên wî di nav weşanên Aso da derketine.