Beresor

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Beresor herêmeke li rojhilata Kurdistanê ye.

Beresor peyvikek Kurdîye û li du peyvika çêdibît, ber û sor. Beresor, ku li 37º25´57.59” bakur û 44º47´29.28” rojawa yê li rojawaya bajarê Urmiyê ye. Dewrê Mîremadîn, pêşnîva sedsalêt 19-ê, 300 ĥeta 400 mal hebûye û navenda navçêt Tergewer, Deşt û Mergewer bûye. Wi dewri xelkê Urmiyê 25000 kes bûye. Wi dewri xwendegeh (dibistan), necar, nalbend, asinkot (ĥedad), şikestebend, tevinker, pereker, pînedûz, terzî û noşdar û herweto tewaw tiştê jîn û jîyanê li wi dewri, li Beresori hebûne. Beresor navenda hatuço û kirîn û firotinê li gel navçêt Şemsdîna û Ûrmiyê û navbenda wan herduka bûye. Bo nimûne xê, run, hingwîn, qûmaş û paşî, paşnîva sedsalêt 19-ê, tûtin yê hatiye kirîn û firotin.

Li sala 1970-ê zayînî tinê sê-çar malek li Beresori mabûn û gundêt Sêvik û Rezgeya nêzîkî Zêrîxanê, ku du gundêt cîranêt Beresori bûne, her du kawil û çol mabûn.