Berfa germ (pirtûk)

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search

Berfa Germ, navê pirtûka Polat Can[1] e ku di sala 2003'an de derket.

Ji weşanxaneya dibistana Şîlan Baqî ya wêjeyî li çiyayên Kurdistanê pirtûka "Berfa Germ" derket. Berfa Germ, pirtûkek wêjeyî bi zimanê kurdî ye û ji çîrok, pexşan û hin hewldanên şervantiyê pêk tê ji aliyê Polat Can ve hatiye nivîsandin. Him ziman û him jî tevna çîrokan bi şêwaz û zimanekî xweser hatiye nivîsandin.

Di beşa pexşan û nameyan de jî, aliyê sembol û peyamên giyanî pir li pêş e. Bi giştî di nava pirtûkê de, aliyên şervantiya azadiyê yên giyanî, hestyarî, evîna xwezayê, hezkirin, westabûn, xewn û xeyalên azadiyê û bûyerên di nava şer û jiyana çiyan de derdikevin pêş. Pirtûka Berfa Germ ji sê beşên wêjeyî pêk tê. Beşê yekê çîrok û bîranînên şervantiyê ne, beşa duyem ji nameyan bi navê "Nameyên Payîzê" pêk tê û beşê sêyem ji çend nivîsarên hewldanên wêjeyî pêk tê. Di dawiya pirtûkê de jî, ferhengoka hin bêje û peyvên di nava pirtûkê de pêk tê.

Çîrok û nivîsên di Berfa Germ de[biguherîne]

Çîrok[biguherîne]

Bimeş, Bimeş raneweste, Leyistikên serleşker Berfo, Hinaseya dawiyê. Xelata welatekî birîndar, Heyamên nayên jibîrkirin, Dîl ji jiyana gerîla hez dike, Hêviya di xaka mirî de... û hwd.

Nameyên payîzê[biguherîne]

Nameya payîzê -2003, 2002 û 2001.

Çend hewldan[biguherîne]

Bi zimanê xwedê nivîsandin, Te hez dikim “Ji ber ku tu gerîlayî”, Jin helbest... Helbest ji jin ê...hwd Pirtûka Berfa Germ yek ji gelek berhemên wêjeyî yên din e ku heman weşanxaneyê di demên dawiyê de belav kirin e. Dibistana Şîlan Baqî gelek berhemên wêjeyî yên gerîla gîhandin xwendevanan. Berfa Germ, yek ji çend pirtûkên din ên Polat Can e û Berfa Germ, di sala 2003'an de ji weşanên Mezopotamiya li Êrîvanê hatibû weşandin û belavkirin. Çapa duyem di aliyê naverok û ziman de ji çapa yekem firehtir e. Berhemek hêjayî xwendinê ye û dewlemendiyek ji bo wêjeya şoreşê û pirtûkxaneya kurdî ye.

Çavkanî[biguherîne]