Beritan Güneş Altın
Endama Meclîsa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyeyê Mardin (en) | |
---|---|
dp. | |
Q131195596 |
Jidayikbûn | |
---|---|
Navê jidayikbûnê |
Beritan Güneş |
Hevwelatî | |
Perwerde |
Zanîngeha Yildirim Beyazitê (en) |
Pîşe | |
Rédactrice à |
Kovara Jineolojiyê (d) |
Partiya siyasî |
Beritan Güneş Altın (jdb. 1995 li Qoserê,[1] Mêrdîn, Bakurê Kurdistanê) derûnnas û siyasetmedareke kurd e. Beritan Güneş Altın niha parlamentera Mêrdînê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (DEM) e. [2]
Jînenîgarî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Beritan Güneş Altın di sala 1995an li Mêrdînê ji dayik bûye. Dibistana seretayî li Amedê û lîseyê jî li Lîseya Mamostetiyê ya Anadoluyê ya Mêrdînê xwendiye. Xwendina xwe ya zanîngehê li beşa Derûnnasîyê ya Zanîngeha Yildirim Beyazit a Enqereyê qedandiye.[3]
Li gelek saziyên civaka sivîl ên wek Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî, KaosGL, Association for Aid and Relief Japan (AAR Japan), Komeleya Piştgiriya Jiyanê, Li Her Derê Huner, UNICEF, UNHCR wekê derûnnas û çalakvan xebitiye.
Di warê travmaya şer, zayenda civakî, koçberî û parastina zarokan de li gelek saziyên civaka sivîl ên neteweyî û navneteweyî perwerde wergirtiye û xebatan meşandiye.
Di kovarên wek "Jineolojî" û "Psychology Kurdî" de nivîsên wê hatine weşandin.
Di rêveberiya damezrîner a Komeleya Derûnnasên Mezopotamyayê (Der-Mez) de cih girt û hê jî endameke çalakê komeleyê ye.
Di meha gulana sala 2023an de ji Partiya Kesk û Çep wek parlamentera Mêrdînê hatiye hilbijartin. Niha wek parlamentera Mêrdînê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan xebatên xwe didomîne.[2]
Hevberdevka Komîsyona Zarokan a Partiya DEMê ye û endama Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan a Parlamena Tirkiyeyê û Bin-komîsyona Mafên Zarokan e.
Beritan Güneş zimanên dikare bi awayeke baş zimanên wekê tirkî, kurdî û îngilîzî biaxive.
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ "Berîtan Güneş Kî ye?". Gazete Pencere (bi tirkî). 10 gulan 2023. Roja gihiştinê 4 kanûna paşîn 2025.
- ^ a b "TÜRKİYE BÜYÜK MİLLET MECLİSİ". web.archive.org. 22 hezîran 2023. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 22 hezîran 2023. Roja gihiştinê 30 kanûna pêşîn 2024.
{{cite web}}
: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk) - ^ "Beritan Güneş Kimdir? | Gazete Pencere". web.archive.org. 22 hezîran 2023. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 22 hezîran 2023. Roja gihiştinê 30 kanûna pêşîn 2024.
{{cite web}}
: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)