Bertolt Brecht

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Bertolt Brecht
Wêneyê Bertolt Brecht
Jidayikbûn1898
Mirin14'ê tebaxê, 1956
Mitte, Almanyaya Rojhilat
EsilAlman
PîşeHelbestvan, Nivîskar
HevjînMarianne Zoff (1922–1927)[1]
Helene Weigel (1930–1956)
ZarokFrank Banholzer, Hanne Hiob,
Stefan Brecht, Barbara Brecht-Schall
biguhêreBelge

Bertolt Brecht (1898-1956) helbestvan û nivîskarê elman e.

Jiyan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Di 10'ê reşemiya sala 1898'an de, li Augsburg ji dayîk bû.
  • Bavê wî – rêvebirê karxaneyekê bû
  • 1917- Xwendina xwe ya navendî qedand
  • 1917- xwendina tendrustî û feylesofiyê li München
  • 1918– leşger û di nexweşxaneya leşgerî de xizmet kir
  • 1923- bo dramator li hicrika München a yariyan = Münchener Kammerspielen
  • 1924– şanoya Elmanî bi hêz kir
  • piştî 1924 – nivîskarekî azad li Berlinê
  • 1933– reviya Siwêsra, piştre Danîmarka, Îngşlîztan, Swêdê,
  • çû yekîtiya Soviyetê û DYE'yê jî
  • 1947– li Swêsira bi cih bû
  • 1949 - vegeriya Berlîn a rojhilat
  • 1950- Endamê Akademiya huner li Berlina rojhilat
  • 1954 - xelata Stalin a aştiyê wergirt
  • di 14'ê tebaxê de 1956 koça xwe ya dawî kir
  • Kartêkirineke mezin li şanoya elmanî û cîhanî kir

Berhem[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Gok 1918
  • Dahola şevê
  • Mêr mêr e 1926
  • Opêraya 3 qirûş (Dreigroschenoper, 1928)
  • Serketin û binketina bajarê Mahagonny (1930)
  • Dayê (1932)
  • Tirs û belengaziya Imperatoriya sêyem (1935)
  • Jiyana Galilei (1938/39)
  • Dayê Courage (1939)
  • Serketina nivîskêr Ui a bêrawestan (1941)
  • Mirovê baş Sezuan (1942)
  • Gêçglovera qafqasî(1945)
  • Seydayê Puntila û xizmetkara wî Matti (1948)
  • Tawanbariya Lukullus (1951)

Li gor agahiyên weşanxaneya Suhrkamp Brecht 50 berhem nivîsîne. Helbest û pexşanên wî ku di sala 1998 ji weşanxaneya Suhrkamp hatibûn weşandin, bêhtir jı 70 Milliyon pirtûkî hatine firotin. Di bîranîna sedsaliya wî de di sala 1998an de, dramayên Brecht di cihê elmanîaxêv de û bêhtir ji 170 carî hatin lîstin. Berhemên Brecht hatine wergerandinî 42 zimanên cihe, di nav wan de jî Hindî, Marathî, Darî, erebî, û islandî heye.

Çend Berhem ji Brecht[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

ÇAWA BÛ[2]

II.

Derdê te ê min bû

ê min jî ê te

heger parênekim bi te re

he be jî tune ye kêf

di paxla min de.

— BERTOLT BRECHT
GENERALÊ MIN TANQA WE ÇI BIHÊZ E[2]

Tanqa we çi bihêz e generalê min

heger têkevê dikare paqij bike daristanekê

dikare bipelçiqîne sed merevan

lê kêmasiyek wê he ye

ajokarek jê re divê

Teyareya we ya bombebaranê çi bihêz e generalê min

ji babîsokê zûtir difre, ji fîlê bi hêztir

lê kêmasiyek wê he ye

hosteyek jê re divê

Ev merev çiqas jêhatiye generalê min

dizane bifre,dizane bikuje

lê kêmasiyek wî he ye

dizane bifikre.

— BERTOLT BRECHT

Bi kurdî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]