Betty Williams

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Betty Williams

Betty Williams (navê berê Elisabeth Smyth; z. 22'ê gulanê 1943 li Belfast, Bakurê Îrlenda) çalakgereka aştiyê ya navneteweyî ye.

Ew damezrênera rêxistina bi navê "Community of Peace People - Koma gelê aştiyê" ye. Wê ji ber xebatên xwe yên aştiyê di sala 1976'an de bi tevî Mairead Corrigan Xelata Nobel a aşitiyê wergirtiye.

Hin xalên Danezana Peace People[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Em dixwazin bijîn û hezbikin û civakeke dadmend û azad avabikin.
  • Em bo mindalên (zarokên) xwe jî hemanî dixwazin, li malê, li kargeh û lîstikgehê jiyaneke têr serxwebûnî û bextiyarî.
  • Em dizanin avakirina jiyaneke wiha xebat û wêrekiyeke mezin divê.
  • Em baş dizanin kû gelek pirsgirêkên di civaka me ya heyî de, sedemên nakokî û pevçûnê ye.
  • Em baş dizanin ku her guleyeka pekiyaye, her narincokeka teqî, xebata me dijwar dike.
  • Em berra hemî bombe, gule û teknîkên pevçûnê didin, red dikin.
  • Em xwe berpirsiyar dikin, bi tevî cîranên xwe yên nêzîk û dûr, bi roj û şev bo xebata avakirina civakeke azad, di trajediyan de, heya ji me hat bibin kelemên bi xof ê pêş wan.

Girêdanên derve (bi îngilîzî)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]