Beyaban
Jump to navigation
Jump to search

Dîmenek ji beyabana Atacamayê
Beyaban an çol an çolistan an şorezar an sehra an jî deşt herêmên ziwa û bêgiya ne ku li salekê zêdeyî 100-250 mm baran lê nayê. Li dora 22% ji rûberê Erdê beyaban e.
Mirov çend cureyên beyabanan ji hev cihê dike: beyabanên germ, beyabanên ku zivistanên wan sar in û beyabanên sar ên Arktîk û Antarktîkayê.
Beyabana germ a herî mezin a cîhanê Sahara ye. Li dora neh milyon km² ye.