Bibihîse Îsraêl

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Bibihîse Îsraîl hat beralîkirin)

Helbesta Erich Fried Höre Israel (Bibihîse Îsraêl) sala 1968'an di pirtûka bi navê 'Tintenfisch' (Bi Kurdî tê wateya Supya) de hate weşandin. Helbest di hejmara pêşî de hate weşandin (Krüger, M und Wagenbach, K (Weşêner); Tintenfisch 1: Jahrbuch für Literatur "Supya 1: Salname ji bo wêjeyê", Berlîn 1968, r.68.) wergera Kurmancî ya Höre Israel, wisa ye:

Bibihîse Îsraêl *


Dema ku stem li me dikirin

ez yek ji we bûm

Lê ez çawa dikarim yek ji we bimînim

ger hûn bibin stemkar?

Kesera we ew bû ku

hûn bibin mîna gelên din

yên ku hûn kuştin

Êdî hûn bûne weke wan

Hûn ji destê wan rizgar bûn

ewên ku ji we re xwînxwar bûn

Niha xwînxwariya wan

Gelo di we de berdewam dijî?

We ferman da yên têkçûyî:

“Pêlavên xwe ji piyên xwe bikin”

Mîna sere gunehan we ew

mişextî çolê kirin


Mişextî mizgeftên mezin yên mirinê

yên şimikên wan qûm bûn

lê wan tawan nepejirand

ewa ku we dixwest bixin stuyên wan


Ew dîmena lingên xwas

di qûma çolê de

dê ji şopa

bûmbe û panzêrên we bêhtir bimîne

  • Ji bilî vê navê diaya bingehîn a ola cihûtiyê jî Bibihîse Îsraêl ango Şima Yîsrael e.

(Wergera wê ji aliyê Luqman Guldivê ve hatiye kirin)