Bikarhêner:Erdal Ronahi/todo/Çîroka Pêxamber Hûd li gora Qur'anê
PÊXAMBER HÛD Û GELLÊ AD
Pistî avê xwe hêdî hêdî şuva kişand, dinya dîsa ket şikilê xwe yî belê. Hemû eşîrên mîrovan ku, yê serher derê erdê bela bûn, dîsa gund û bajar çê kirin, rezê tirîyan û baxçê mezin ku yê tê da sev, hermî, alinçe û hemu mêve hebûn, danîn.
Va çîvroka qala eşîrekî, ku yê wî demê başurê Yêmen ê dijîya, dike. Navê wî eşîrê Ad bû. Deşta ku, ewna tê da dijîyan, tûjî qum û kevir bû. Lêbelê ava vexarinê têra xwe hebu, ji ber ku liwê gellekî şûnan pirtir baran dibarîya. Bi vî avayî ew dera serê erdê şûnekî pir pîroz û rind û. Gellê Ad gellekî zîrek bû û tim û tim kar dikir. Bi destê wan baxçe û bostan hêşin dibûn, say ke ku parçekî cennetê bûn. Hêdî hêdî bi baxçe û zevîyên wan î berdan welatê wan hê mezin bû û mîrovên gellê Ad gellekî dewlemend bûn. Malê wan ser sitûnên mermer û zêrîn hatî bûn çê kirin û dora wan baxçê mezin û rîyên fireh û rind hebûn. Wî demê bajarê gellê Ad ser dinê yê herî delal û mezin û. Navê bajêr jî Iram û. Mîrovên bajarê Iram ê pirr gir û xurtûn û gellekî jî dewlemendûn. Gellê Iramê dora bajarê xwe bi sûrek dirêj û mezin girtî bûn. Dartraşên Iramê jî gora wî zemanê cek û rextên pirr baş çê dikirin. Lêbelê gellê Ad ji bo hêz û dewlemendîya xwe roj bi roj hê pirtir qurre dibû û serxwere diçû. Wana nebaş û bi dujminî mêze xelkê din dikirin. Wana pê mîrovên ku ji welatê wan nebûn yarî dikirin û wana ra xerew didan. Dewlemendîya wan ew kwîr û neheq dikir; û jiyîna wan hê diçû hê dûr bêsinc dibû. Ewna waqas pêşta çûn ku îşaretên ser rîyan çep dikirin, ku rêwîyên xeriw çolêda xwe şaş bikin. Dura jî pê rêwîyan dikenîyan, wana dixistin û tiştê wan didizîyan. Va pirr kêfa wan dahanî.
Rojekî ramanik hat bîra wan, ku xwe ra bi keviran putan çê bikin. Wana ra orta bajêr şûnek rind çê kirin, danîn ser û secde kirin." Vana xwedê mene". Mîrovên Iramê zûva bîr kirun ku, gellê Hz. Nuh ji bona va putana hatî bûn qedexe kirin. Wana jî sindorê, ku Xwedê danî bû, zûva paşxwe xistî bûn. Bi vî avayî zeman hatî bû, ku Xwedê gellê Ad ra jî pêxamberekî bişinî. Xwedê xwest ku bi devê Hz. Hûd wana ra qise bike, ku bila ewna heşê xwe bînin serê xwe. Dibe ku putan ber didin û ji bona gûnên xwe ji Xwedê ef kirinê dixwezin. Dibe ku rojek tê û gellê Ad dîsa tê ser rîya rast.
Rojekî Pêxamber Hud gellê xwe dor xwe kom kir û wana ra got:" Ey mîrovên xûrt û dewlemend yê bajarê Iramê, ez pêxamberê Xwedê me. Gotinên min gûhdarî bikin, ez ji we tiştekî din naxwezim. Xwedê min ji bona karên min pîroz dike. Ew serokê alemêye û wî bêtir Yezdanek tune." Mîrovê Iramê gellekî şaş bûn. Va mêrika çi dixwest wanara neql bike? Yêkî pirs kir:"Tu me çi dixwezî ? Bi eşkereyî kise bike ! " Hz. Hûd bersiv da:" Xwedê bitirsin ku ew tenê rast e û yêk e. Hê ji perestina putan xwe bigûharînin!" Ser vî qezîya ewna xwînsar bûn û qêrîyan:" Te ji bona vî gotina em hanîn vika? Tu jî mîna me mîrovekî bi xwîn û goştî. Ji bona çi Xwedêkik waqas biqudret were nav me da te bişinî ku tu me hîşyar bikî? Bi rastî em gerê dest ji putên xwe bernedin, ji ber ku qal û pîrên me pir feyde ji wan dîn. Ji bona vî yekî bav û qalên me çi kirine, em jî wer dikin. "
Hz. Hûd bersivik gellekî jev da wana:" Hun ji bona çi naxwezin min hu bikin? Xwedê ez şandim, ku bila dîsa edadmendî û dilovanî bikevî nav we û bila hûn mîrovên, ku we lawaztirin, nexinin û wana ra xerew nedin û bila hûn dîsa rêwîyan bi îşaretên alîyê çepê nexapînin û tiştê wan nedizin, bila hûn îro şuva ji putên ku we bi kevir û daran çê kirîye, secde nekin.Ci nebaşî ji va gotinên min heye?"
Lêbelê ewna dîsa wek belê serhişk man û nedixastin Hz. Hûd bawer bikin: "Hûd, tu mîrovekî bilanet î. Tu derewçînî û tenê dixwezî me ser rîya xwe yî nerast bixinî. Gava tu pexamberê Xwedê yî û çek tu dibejî ew waqas biqudrete, wê tayê me ra behitekî nişande, ku em te ra hê hêsan raman bikin. An jî putên me ceza dane te û tu nika dixwezî heyfa xwe ji wana bigirî û bi vî avayî me ban Xwedê kî din dikî. Ji me dûr bikeve, tu gotinên fişarde dikî, tu hatî lanet kirinê. » Dilê Hz. Hûd gellekî firîya û bi kelgîrî wana ra got : » Bi şik Xwedê govanê min e : Hemu tiştên, ku min we ra got rast e. Lêbelê hun pirr rikdarin û naxwezin bawer bikin. Daxwezîya min ew e ku, hun putên ku, we ra ne xêra xwe ne jî xirabîya xwe hene, ji bo hemû deman berbidin. Hun key aqil nakin? We va putana bi destê xwe çê kirine, ew çi kanin min lanet bikin? Du min werin û şîretên min gûhdarî bikin. Lêbelê hun dîsa jî venegerin ser rîya rast, ez ditirsim ku, Xwedê cezakî mezin bide we. Bahozek mezin we û hemû tiştên we çê kirîye tune dike." Gava gellê Ad va gotinana bîstin, hê nekanîyan pê hêrsa xwe bigirin û qerîyan ser Pêxamber :" Ha, tu dixwezî me hereşe bikî? Kê waqas xurte û dikanî me mexlûb bike? Ey Hûd tu dînî, hettanî îro kesek pê me nekanîya û îro şûva jî kesek pê me nikanî. Hemû gellê û eşîrên din me ditirsin."
Dîsa jî Hz. Hûd ji wana ra got:" Ey milletê min, ew Xwedê ku, we hemû afirandîye we giştîkan pir pir xurttir e. Ji bo dewlemendîya û hêza xwe jî hun gerekî ji Xwedê ra şukir bikin. Gava Xwedê bixwezî ku, cezakî bîde we, hema dide we û kesek nikanî pêşîya wî bigirî."
Du vî gotina, sebra gellê Ad nema û hemû qêrîyan ser Hz. Hûd :"Zû ji vika here û Xwedê xwe ra bibêje, ku bila me ra bahoz û cezayên xwe bişînî. We tayê em dibînin Xwedê te çiqas xurt e. Li ser bawerîya me mesekine, gerê em te ra ke bawer nekin. Ji cem me here û cezayên ku, te me ra got, bîne. Em vika bipirskerî ser te disekinin." Wê gavê Hz. Hûd hu kir ku, mîrov nikanî tev vî gella qise bike. Hemu hewl û kar berbayî bû. Va gella bê şukir û qurre û. Ji bona hemû dewlemendîyên, ku Xwedê dabû wana, wan putan ra şukir dikir. Karakter û jiyîna wan hemûyan nebaşû. Poşmanî û dilnizmî caran nedahat bîra wan. Belê, wana bawer dikir, ku dewlemendîya û xurt bûna wan bêdawî ye. Gellekî mîna gellê Ad waqas neheq û qurre bi şik cezayekî mezin heq kirî bû. Lewma Hz. Hûd çû ser çokan û Xwedê ra ji bo cezayê ku, wî soz da bû, dua kir.
Xwedê duayên Pêxamberê xwe qebûl kir. Ji wî rojê şunda Xwedê ke çilkik şilî neşand ser welatê gellê Ad. Hişkahîyek erjeng hat ser wan û hemû dar, zevî û baxçe hişk bûn û heywan birçîyan ra mirîyan. Gellê Iramê hettanî îro tiştekî hakana nedî bûn û se vîna gellekî şaş bûn. Gava rewşa wan hê çû hê nebaş bû, ewna ji bona birçîtîyê û tîbûnê ketin bêhêvîtîyê û çûn ser çokan. Lêbelê dîsa jî ne ji ber Xwedê ku wan ef bike, na, wana putan ra bidil dua dikir, ku şilîyê wana ra bişînin. Hz. Hûd xwest ku, cara dawîyê dîsa firsendekî bide wan, dibe ku bêhêvîtîya ew tê da ne, aqlê wan tînî serê wan:" Destên xwe ji pût û rewşên xwe yî nebaş bikşînin. Tiştên baş bikin û mîrovan mexapînin. Belkî wê tayê Xwedê we ra xêrxwaz dibe û şilîyê dişînî, ku bila rojên we yî dewlemend û xweş yê belê dîsa werin."
Lêbelê gellê Ad biînad va bersiva da:" Hadê wê da! Êdî tu key cem me narî? Gava Xwedê te heye se, here wîna ra bibêje ku, çidike bila bike. Em wîna natirsin." Du vî bersiva, Xwedê, ji bona tune bûna vî bajarê, biryar da. Wî ewrên mezin û reş şand ser bajêr. Hemû gellê Iramê bi keyf û xaşî kom bûn û bihêvî mêze jor kirin û gotin:" Zu werin û mêzekin, putên me lava û duayên me qebûl kirin û me ra ewrên şilîyê şandin! Belê, putên me, me pir hez dikin û gunê xwe me hatin. Hundir demekî kurt da em dîsa wek belê xurt û dewlemend dibin. Rezên me dîsa wek zemanekî guşîyên tirîyê digrin û baxçên me dîsa mîna belê rewnaq dibin. şukir ji putan ra, em xilas bûn!"
Ji eşq û kêfan ra hindik çûn zevîyan û genimê xwe ajotin. Lêbelê Hz. Hûd ra qezîyên nebaş digotin û ser xwera diçun, ser wî dikenîyan û hevdira yarî dikirin : » Ey Hûd, afat û tofanên Xwedê te yî mezin ku man? Te dî me çikas baş kir, ku em rîya ola bav û qalên xwe da çûn ? Putên me em bîstin ey Hûd ê dîn. Çavê xwe rind veke û mêzeke,va ewrana me ra felaketê nayînin, ey Hûd, mera şilîyê tînin, şilîyê ! Dura jî mîna dînan dor putên xwe da govend girtin û kilam gotin. Lêbelê carkîda bahozekî erjeng hat. Wîna bahakî wer hişk anî ku, nav çend deqanda, hundir bajarê Îramê çi hebû mirîya. Serma kî mezin hemu dest û nigên mîrovan tevizand u jê kir. Bahoza Xwedê stûnên mezin, ku bi mermeran hatî bûn çê kirinê, û diwarê dor bajêr mîna daran kokêda ra kir. Hemû mal û warên wan helşîyan û gellek mîrov binda man û diqêrîyan. Xwedê qe derek zexm nehişt. Binî anî ser û ser anî binî û telev nav hev xist. Mîrov bi tirsekî mezin baz didan û nedizanîyan kîjan alîyê da herin.
Bahoz heft rojan û heyşt şevan berdevam kir û bajêrda hemu jiyîn tune kir. Dawîyê bajarê Îramê mîna erdê bû. Lêbelê tenê yêkek xilas bû û ke zerarek nedî : Hz. Hûd. Ew wî rojê mezintîya Xwedê û tune bûna milletekî lê govan bû. Va milleta, ku gellekî xurt û qûrre û, bi hêza Xwedê demekî kur da hat tune kirinê. Ewna bi xwe dûjminê xwe bûn, ji ber ku wan ji Xwedê bawer nekir. Bi vî avayî wan ceza û tune bûn heq kir, tiştekî din wana ra nedibû. Gellên mîna gellê Ad, dijminê Xwedê ne û bê şik Xwedê hemu dûjminên xwe mezin û xûrttir e.
Ji zimanê Elmanî: Remezan Derbaz
[i] Quranische Geschichten
2.überarbeitet Auflage, 1996
Herausgeber: Institut für islamische Erziehung
Stuttgart / Elmanya
ISBN: 3-931934-00-4