Here naverokê

Bikarhêner:Erdal Ronahi/todo/Çîroka Pêxamber Salîh li gora Qur'anê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Dîroka Pêxamber Salîh

Navbera bajarê Medînê û Şamê cîhek nav El-Hicr hebû. Pir salan pêşta wê derê gellê Tamud dijîya. Li bajarê El-Hicr baxçên pir mezin û berdan û çêregehê bêdawî hêşin hebûn.Gellê Tamud vika mal û qesr çê kirî bû. Ewna hemû li dewlemendîyê da dijîyan û gellekî dilgeş bûn.

Pir sal hatin û çûn. Gav bi gav ewna li ser rîya rast derketin. Herî li Xwedê bawer nedikirin û Wîna ra secde jî nedikirin. Şunda Xwedê da xwera pût ji keviran çê kirî bûn û wanara dia dikirin. Wana pirr zû tune bûna gellê Ad bîr kirî bûn. Roja Kiyametê, ku çi wextê hemû mîrov du mirinê ber Xwedê kom dibin û çi kirine û çi nekirine tê rastê, qe nedahat bîra wan. Zemanê xwe bi tiştê nebaş derbaz dikirin, ku bila neyên ser fikrên rast û baş.

Mîrovên gellê Tamud ser erdê gellekî xirabî dikirin û heqqê gellê din dixarin. Ji ber ku Xwedê pirr mezin û dilovan e wana ra pêxamberik şand û va pêxambera jî Hz. Salîh bû. Bi serokatîya Hz. Salîh gerê wan dest ji xirabîyê û neheqîyê bikşandana û tenê Xwedê ra secde bikirana, ne ji pûtên ji kevir û daran.

Rojekî Hz. Salîh eşîra xwe derekî kom kir û wana ra got.:" Ey gellê min, vegerin ser ola rast û tenê Xwedê ra secde bikin, ji ber ku, ew tenê Xwedê we ye. Bizanin ku, wî bêtir xwedêkî din tune. Wî we kir şûna gellê Ad û bêdawî çêyîtî da we. Li dij Xwedê dermekevin, tiştekî mekin şûna wî û wî mandele nekin. Ez resulê Xwedê yê mîhrîcan im ku, Wî ez we ra pêxamber şandim."

Hema Hz. Salîh ra pirs kirin:" Na tu dixwezî xwedên kal û pîrên me ji me bigirî û me ser rîya xwe bixinî?

Pexamber Salîh hema va bersiva da wan:" Va pûtana tenê ji kevir û daranin. Hela tenê carekî raman bikin. Dê û bavên we xelitekî pirr mezin kirin, ma hûn jî dixwezin wek wana bikin?"

Wan hema dengê xwe birîn. Hinek mîrov Hz.Salîh xetme kirin û gotin:" Te bi rastî qise kir. Em te bawer dikin, Salîh." Va mîrovana pirr feqîr û qenc bûn. Wana xwe ji mîrovên din baştir nedidîn, quretî û mezintî nedikirin û gellekî dilnizmûn. Lêbelê pirrî mîrovên wî eşîra, ku yê dewlemend û xurtûn, gellekî pozbilind û neheqûn. Wana Hz. Salîh bawer nedikirin:" Tu belê merîkî baş bû yî. Niha jî ji me ra tiştên ecêp dibêjî. Em gerê çer xwedên xwe berdin? Kê dizanî, dibe ku te aqlê xwe wanda kirîyê yan jî tevhev dîn bû yî."

Lêbelê Hz. Salîh dîsa jî berdevam kir." Na, ez dîn ninim. Ez we ra nesîhetekî dikim û dixwezim ku hûn qezîya Xwedê bikin. Ez ji bona qiseyên xwe ji we ziv û zêran jî naxwezim. Şabaşa min tenê Xwedê dide min. Hûn nabînin ku, mîrovên dilgeş û yê xwedînamûs hemû bi dû min hatin? Hûn çima li dijî gotinên min der dikevin?"

Lêbelê wana Hz. Salîh guhdarî nekir û zû li wê derê dûr ketin. Mîrovên bêîman wî rojê şuva tev mîrovên, ku yê dû pêxamber diçûn henekên xwe dikirin û wana ra xerew didan. Waqas pê wana kenîyan û yarîyên xwe kirin ku, demekî şûva hê sebra misilmanan nema û pevçûn derket. Ji hinek misilmanan tedayî bîle kirin:" Hûn bi rastî bawer dikin ku, Salîh pêxamberê Xwedê ye?" Lêbelê mîrovên misilman jî tim û tim hakana digotin:" Belê, ew însanekî pirr hêjaye û Pêxamberê Xwedê ye." Yê bêîman jî va bersiva didan:" Em tiştên, ku hûn bawer dikin, bawer nakin. Hûn derewan dikin."

Lêbelê Hz. Salîh qe ji gahuran neditirsîya. Kuderê bervî mîrovekî dahat hema ew dawetê ola rast dikir û wîna ra nesîhet dikir.

" Ew mêrika, ku dibêjî ku ez pêxamberim, pirr tiştên ecêp dibêjî. Însan çer dikanî du mirinê dîsa xweş bibe? Va caran mimkûn e? Du mirinê em qaşo dîsa ra dibin û terin ber dadihgeha Xwedê. Vana derewan bêtir tiştekî din nînin. Mîrov tenê carekî tê ser dinê û gava mirîya hemû tişt diqedê. Hinek mîrovên nav me da dû wî terin. Raste, Salîh belê mîrovekî baş bû, lêbelê tiştên ku niha ji me ra dibêjî, mîrovekî baqil nikanî bawer bike."

Hz. Salîh hemû qezîyên wan dibhîst û mîrovên biîman şîyar dikir :

« Ey mîrovên, ku yê bawerîya xwe tenê bi Xwedê tînin! Dû va însanên qurre, ku yê ser erdê tenê xirabîyê û sonîya xwe dajon, merin. Werin cem min. Gava hûn qezîya min bikin, Xwedê we memnûn dibe û we fireh şabaş dike. » Bi vî avayî Hz. Salîh bi şev û roj nesîhet dikir. Rojekî gahur hatin cem Pêxamber û ji wî behitik xwestin : » Ey Salîh, tu ji me ra dibêjî ku, tu pêxamber î. Hemû pêxamber ji bona peyîtandina pêxambertî ya xwe mîrovan ra behitek nîşan dan. Gava tu ji me ra tiştekî wer nîşan bidî em hema dû te tên. » Ji ber wî yêke Hz. Salîh destê xwe ra kir û ber Xwedê gerîya : » Ey Malîk, va mîrovana min caw dikin. Ewna pozbilind û qurre ne. Behîtekî wana ra nîşan bide. Gava behîtekî bibînin, dibe ku wê tayê dû min tên."

Dûra jî Xwedê ji Hz. Salîh ra aha got:" Salîh, gellê xwe ra bibêje ku, bila hemû ser çîyê kom bibin. Ez gerê ji hûndir zinarê mezin delaxekî pir rindik derbixinim. Va delaxa bêdawî şîr dide. Lêbelê gerê gellê te şertekî bînî şunê: Bila rojekî tik tenê delax ava kanîya bajêr vebuxe û rojekî jî hûn. Ji ber ku delax qasî we hemûyan avê veduxe. Yanê hûn gerê rojekî kanîyê bidin delaxê û rojekî jî bi xwe ji tê da avê vebixun.Tev delaxê bikevin rêzê."

Hz. Salîh biheyecan ra bû pê û bi lez gellê xwe dor xwe kom kir û wana ra fermana Xwedê xeber da. Piştvanên wî hema bi dilgeşîkik mezin Xwedê ra şûkir kirin, lêbelê gahur jî aha pirs kirin:" Vana gotinên vala ne. Mîrov ku derê delaxekî hakana, ku yê tik tenê dikanî hemû ava bajarekî vebuxe û serda jî bêdawî şîr dide, bibînî?"

Ser soza Xwedê hemû bajar ket tejxelê û kesek nedixwest ku hê bêtir ser vî mucîza bisekinî. Hema wî rojê hemû ser çîyê kom bûn. Jinên bajêr, bi destê zarokên xwe girtûn û hêdî hêdî heldikşîyan ser çîyê. Hinek jin biroş bîle tev xwe hanî bûn, ku dibe ku bi rastî jî delaxek tê.

Gava gellê Tamud biheyecan û bênefes ser mucîza Xwedê disekinîya, carkîda zinarekî mezin bi dengekî bilind bû du parçe û delaxekî pir rindik, ronak û bi gahanên tûjî ji hundir zinarê derket der. Dûra delax bi tormika xwe ket nav mîrovan. Jin hema biroşên xwe anîn û tujî şîr kirin. Bi rastî jî şîrê delaxê baş nedibû û bêdawî dahat. Hemu mîrov bi mereq mêze delaxê kirin û hinek destê xwe bîle danê. Carkîda delax bazda çû ser kanîyê û dest pê av vexarinê kir. Li yek carekî ava kanîyê hettanî binî zaha kir. Av vedixar û vedixar qedandin çîye nedizanîya.

Mirov pirr peroşîn û bi dengekî bilind hevdira gotin:"Gotina Xwedê hat şunê! Gotina Xwedê hat şunê! Salîh bê guman resûlê Xwedê ye. Va jî mucîza wî ye!" Lêbelê deng ji gahuran dernediket, say ke zimanê xwe daqulandûn. Ke ji yekî pirsekî qicik jî dernediket. Ewna hember mucîzekî aqasa eşkere bi rastî jî ne dizanîyan çi bikin :" Dibe ku wî me hemûyan ra sihîr kir û bi vî avayî aqlê me nav hev xist." Gahuran wer got û dor kanîyê bela bûn û çûn.

Piştî wî rojê delax û tormika xwe tev gellê Tamud jiyîna xwe berdevam kir. Rojekî delax ava kanîyê vedixar, rojekî jî mîrovan. Bi vî avayî delax hemû gellê bajêr bi şîrê xwe yî bêdawî xwedî dikir.

Hz. Salîh jî ser vî mucîza gellekî dilxweş bû, care kî din gellê xwe dor xwe kom kir û wana ra got:" Va delaxa nîşanekî hebûna Xwedê ye. Wî li ser erdê rehet bêlin ku bila biçêrî. Qe nebaşîyekî ji delaxê mekin, an ne Xewdê belakî pirr mezin û jar dide we."

Pirr roj hatin û çûn. Wek hemû gellên serê erde nav milletê Thamud da jî mîrovên nebaş û hesûd hebûn. Wana îçkî vedixar, bi dizîyê îdara xwe dikir û pir tiştên dinî nebaş jî ser planên wan bûn. Wana dîsa jî ji pûtan ra secde dikir û hîna jî bawerîya xwe li Xwedê nedahanîn. Wana tiştek li vî mucîza hu nekirî bûn. Va mîrovên bêîman şevekî hatin cem hev û hetta ku sermest bûn îçkî vexarin. Serxoş serxoş ji hevûdira gotin:" Em nikanin vî mexlûbîyeta ji bona delaxa Salîh wer ser xwe bêlên. Delax me pirtir avê veduxe û gava hakana here, em demekî kurt da hemû bi tîyanra qir dibin. Tiştê en herî rind ewe ku em delaxê hema zu bikujin."

Bi vî avayî gahuran pêşnûmanik ji ber xwe da anîn û birin: Sibê ku hîna tav derneketî bû, yêkek nav wan da ra bû û çû cem delaxê. Mêrik hinekî qatî wî kir, dûra kevana xwe der xist û tîrîk da ser û havit delaxê. Tîr qirikê ket û delax êşan ra bi dengekî bilind qurîya. Hema mêrikekî din hat û bi şûrê xwe qorê delaxê xist û kir dû kerî. Delax ser sêrî erdê ket û dîsa jî xwe hêla tormika xwe da dikşand ku wî qorî bike. Xwîn ji qirika delaxê wek ava kanîyê davit. Carkîda gahurekî din hat û serê delaxê ser jê kir. Gava tormik dî ku dîya wî mirîya çirp û bazda çû ser çîyayekî. Ser şaxê çîyayê sikinîya û dû delaxê qurîya. Lêbelê delax li ser erdê direj bû û qe xwe nedileqand. Xwîn ji hustî dilopîya ser erdê. Gahur hîna jî têr nexwarûn û wek dînan hakana diqerîyan:"Ey Salîh were û bibîne. Me delaxa te kuşt. Hadê zu here û cezayê ku te em tim û tim pê ditirsand bîne. Em vika ser te disekinin. Here tev Xwedê xwe qise bike û ji mera wî cezayê bîne. Haaa..... haaa...."

Gava Hz. Salîh delaxa mirî dî, gîrîya û got:" Xwedê vî milleta sedî da sed tune dike. Wan tiştekî pirr nebaş kir.Va çiqas bêîtaetîyek û nankorîyek mezin e?" Carkîda Xwedê got:" Salîh, mîrovên biîman û baş tev xwe bigire û bajêr derkeve! Ez sê rojan şûva vî milleta tune dikim."

Hîna wî şevê jî gahur ji bona kuştina Hz. Salîh biryar dan.:" Em gerê hîna îşev jî cerdkî ser serê Salîh û malbata wî da bînin." Yêkî din jî pirs kir:" Lêbelê wê tayê hreview û hogirê Salîh heyfa xwe ji me bigirin, em çi dikin?" Yekî din jî got:" Wê tayê em hreview û hogirên wî ra dibêjin ku, me tiştek wî ne kirîye." Lêbelê Xwedê gotinên wan bîst û planên wan nav hev xist. Carkîda Xwedê erdhêjînik şand ser wan û sibê hemû dujminen Xwedê mirî hatin dîin. Tenê Hz. Salîh û misilmanan tiştek ne bû û tenê ewna xweş ma bûn.Gava Hz. Salîh tune bûna gelle xwe dî hakana got:" Ax gellê min, min xebera û daxwestina Mîrê xwe ji we ra anî û min rîya rast ji we ra nîşan da, lêbelê hûn şîretgerên baş hez nakin."

Bi vî avayî misilman û Hz.Salîh bajarê bêmîrov terk kirin û çûn. Say ke ku hemû tişt bi yêk zimanekî va qezîya digotin:" Xwedê dawîya mîrovên bêîman hakana dike!"

Ji zimanê elmanî: Remezan Derbaz

Quranische Geschichten, 2.überarbeitet Auflage, 1996 Herausgeber: Institut für islamische Erziehung Stuttgart / Elmanya ISBN: 3-931934-00-4