Bikarhêner:Erdal Ronahi/todo/erd16

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

GOL Göller, Les Lacs, Die Seen, Lakes

164 gol göl, lac, See, lake Ji kortên bi avê tije û hawirdorên wan bejî ne re tê gotin. Kortên

golnasî-lîmnolojî limnoloji-göl bilimi, limnologie, Seekunde-Limnologie, limnology Zanyariya golan e. Hîdrografya û oseanografya jibo derya û oqyanûsan çibe golnasî jî jibo golan ew e. Hi m ava golan him jî çêbûna korta golan lêkolîn dike.

lîç-goltik-kêfte gölcük-gölet Ji golên biçûk re tê gotin. “Jin gol be mêr çem e/ Mêr kanî be jin lîç e” “Gava rêl diqediya çem an goltikek derdiket pêşiya me”11-254

çirav-avzêl- werte bataklık, marais-marécage, Sumpf-Morast, marsh-bog-morass-swamp Ji deverên bi av û herî re tê gotin. Tîrbûna avê û heriyê li her avzêlê ne wek hev e. Li hin deran av û li hin deran jî herî pirtir e. Li dor çem, gol û deryayan pirtir in. Hêşînahiyên avzêlan tên taybetî hene. “Pêşî û kelmêşên ku ji gol û çiravan radibûn”

gomik-gewmik Tahtên ber şiravan bi hêza avê tên verotin û bi avê tije dibin, ji vî tahtê verotî û bi avê tije re gomik an gewmik tê gotin.

165 çeêe ku diherike ser golê göle karışan akarsu, affluent “d’unlac”, Zufluss, feeder “to a lake” Ji çemên ku diherike ser golekê re tê gotin. Hin çem hene ku ji alîkî diherike ser golê û ji aliyê din ji golê derdikeve û bi alîkî din ve diherike.

çemê ku ji golê derdikeve gölden çıkan akarsu-göl ayağı, émissaire, Abfluss-Ausfluss, outlet “from a lake” Hin gol hene ku ava wan pir in. Ji van golan ava zêdexwe bera ser best an geliyekî dide û çemekî çê dike.

166 gola tektonîk tektonik göl, lac tectonique, tektonischer See, tectonic lake Gol, li gor çêbûna kortên xwe beş dibin. Hın kortên golan hene ku bi tevgerên tektonîk çêbûnin, ji van golan re golên tektonîk tê gotin.

gola zangê-gola qraterê krater gölü, lac de cratère, Kratersee, crater lake Zangên hin volqanên vemirî bi avê tije dibin û dibin gol. Gola Nemrûdê ya di zanga volqana Nemrûdê de çêbûye goleke wisa ye.

gola cemedê buzul-glasye gölü, lac glaciaire, Gletschersee, glacial lake Sê cure golên cemedê hene: 1) Di dema çarem ya jeolojiyê de dinya pir sar bûye û gelek dever cemed girtiye. Li hin deran cemedê erd verotiye û kortên mezin çêkirine. Piştî ku dema cemedê derbas dibe û dinya germ dibe ev kortên ku cemedê çêkiribûn bi avê tije dibin û dibin gol. Hin ji van golan pir kûr in. 2) Cemed li hin deran şujik û keviran li ber çemekî dicivîne ser hev û pêşiya ava çem dike wek bendekê. Ev benda dibe sedem ku li ber ava çem gol çêbibe. Ji van golan re gola bendî jî tê gotin. 3) Li ser hin çiyayên bilind berfên herdemî (yên ku bi tevayî nahelin) hene. Ev berf di nabêna berf û cemedê de ye. Ava ku ji van berfan diherike li jêr di kortekê de kom dibe û dibe gol. Ji van golan re golên sîrkî tê gotin. Hin ji van golan pir biçûk in.

gola sîrkî sirk gölü, lac de cirque, Karsee, cirque lake-corrie lake “tarn” bn. gola cemedê

gola gelîyî vadi gölü, lac de vallée, Talsee, valley lake Sê hêlên geliyan girtî û hêlek jî vekirî ye. Hek ev hêla vekirî jî bi bendekê bê girtin wê korteke çêbibe ku dibe ku bibe gol.

gola qarstî karst gölü, lac karstique, Karstsee, karst lake Di nav erdê qarstî (qalker, kils) de kort û newal pir in. Ev kort ku bi avê tije bibin golên qarstî pêk tên.

gola bendî-bendav baraj gölü-set gölü, lac de barrage, Abdämmungssee-Stausee, dammed lake Ji golên li ber bendan çêbûnin re tê gotin. Hin bend ji xwe ber (bn. gola geliyî) û hin jî ji teref însanan hatine çêkirin. Pirê bendan li ser çeman tên avakirin. Ev bend ava çem digre û li ber vî bendî gol çêdibe. Hin golên bendî hene ku ji golên xwezayî mezintir in. Gola Kebanê yek ji van golan e.

gola peravê kıyı gölü, lac littoralZ Stradsee-Küstensee, lagoon Ji golên ku li peravên derya an oqyanûsan çêbûne re tê gotin. Pirtirîn li delav û devên çeman çêdibin.

167 gola avşêrîn tatlısu gölü, lac d’eau diuce, Süsswassersee, fresh water lake Gol, li gor kortên xwe û li gor şêrîn an şorbûna ava xwe beş dibin. Li gor avê du beşên golan hene: Gola avşêrîn û ya şor. Bi tevayî golên ku ava wan ber bi derve diherikin avşêrîn in. Golên li deverên germ û kêmbaran bi pirayî şor in.

gola şor tuzlu göl, lac salé, Salzsee, salt water lake bn. gola avşêrîn.

gola bermayî-gola gilîse artık göl, lac résiduel, Restsee, residual lake Di dema çarem ya jeolojiyê de dinya sartir û bi barîntir bû. Lewra gelek dever bi avê tije bûn. Ev deverên bi avê tije yên wek golên pir mezin, piştî germbûnê ava wan zuha bûn. Lê li hin deran cihên wan yên herî kûr wek golan heta aniha jî mane. Ji golên wisa yên ji ber av an golên mezin mane re tê gotin.

dagirtin-tijebûn dolma, comblement, Verlandung, filling up Kort û newalên gol an deryayan bi aluvyonan tije dibin. Li hin deveran aluvyon ewqas zêde golan dadigre ku gol ji holê radibe û berî an deşteke ji aluvyonan çêdibe.