Bikarhêner:Erdal Ronahi/todo/erd7

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
  1. KEVİR Taş, Les roches, Die Gesteine, The rocks

53 mîneralnasî-mîneralojî mineraloji-mineralbilim, minéralogie, Mineralogie, mineralogy Beşeke erdnasîyê ye. Mîneralnasî, taybetîyên mîneralan lêkolîn dike. Wek tê zanîn kevir, ji mîneraln çêdibin.

kevirnasî-petrografya-lîtolojî petrografya-litoloji, pétrographie-lithologie, Gesteinskunde-Petrographie-Lithologie, lithology Beşeke erdnasîyê ye. Çêbûna qalikê erdê û kevirên wê lêkolîn dike.

54 mîneral mineraller, minéraux, Mineralien, minerals Kevir ji mîneralan çêdibin. Mîneral hişk in û di germahîyeke nîvçe de nahelin. Granît, ji sê mîneralan çêdibe: Quarts, mîqa û feldspat.

quarts kuvars, quartz, quarz, quartz Ji mîneralên ku di nav keviran de herî pir tê dîtin, yek jê jî quarts e. Gelek rengên wê hene, dereceya hişkbûna wê 7 û giranîya wê ya taybetî 2.65 e.

feldspat feldspat, feldspath, Feldspat, feldspat Ji sîlîqatan mîneralek e. Hertim bi sîlîqatên alumînyûmî ne. Lê sîlîqatên potasyûmî, sodyûmî an qalsîyûmî jî tim di nav de ye. Li gor van sîlîqatên ku di hundurê wê de ne beş dibe. Di nav kevirên ku ji volqanan pijiqîne de mînerala herî pir tê dîtin feldspat e. Reng û hişkahîya qrîstalên feldspatê cihê ne. Bi jihevqetînên kîmyayî ji mhev belav dibe û li gor tiştên ku dihundirîne axê çêdikin.

54 mîqa mika, mica, Glimmer, mica Beşeke mîneralan e. Di nav kevirên ku ji volqanan pijiqîne pir tên dîtin. Cureyên mîqayê yên sereke ev in: Musqovît (mîqaya spî), bîyotît (mîqaya reş). Dereceya hişkahîya wê 2.5-3 û giranîya wê ya taybetîî 2.8-3.2 ye.

55 giranîya taybetî özgül ağırlık, poids spécifique, spezifisches Gewicht, spesific weight Ji giranîya cismekî ya 1 m3 re tê gotin.

kevir taş-külte-kayaç, roche, Gestein Ji tevaya kevirên ku qalikê erdê çêkirinin re tê gotin. Sê beşên keviran yên sereke hene: 1- ... 2- Kevirên hişkbûyî. 3- ...

kevirên qrîstalî kristalli taş-billurlu taş, roche cristalline, kristallines Gestein, crystalline rock Beşeke ji kevirên hişkbûyî ye. Bi sarbûn û hişkbûna magmayê çêdibin. Lê hemû kevirên hişkbûyî ne qrîstalî ne. Hek magma derneketibe ser erdê û di nav qalikê erdê de mabe, li wir hêdî hêdî sar dibe. Di vê sarbûna hêdî de, madeyên ku kevir çêdikin her yek di şikl û rengekî qrîstalî de bi hev re dizeliqin. Granît, ji van kevirên qrîstalî yek e. Jibo ku di kûrahîya erdê de çêdibin ji van keviran re kevirên kûrahîyê jî tê gotin. Lê hin kevirên qrîstalî yên li rûyê erdê çêdibin jî hene. Wek kevirên metamorfîk.

kevirên homojen bir yapımlı taş-homojen taş, roche homogène, homogenes Gestein, homogeneous rock Ji kevirên ku ji madeyekî an piraya wan ji madeyekî çêbûbin re tê gotin. Kevirê kilsê, hemû Ca C03 e, kevirekî homojen e (tevî ku di nav de hin gil-kîl- heye jî). Ji kevirên ku ji gelek made çêbûne re jî kevirên heterojen tê gotin.

kevirên heterojen çokyapımlı taş-heterojen taş, roche hétérogène, heterogenes Gestein, heterogeneous rock bn. kevirên homojen

kırıntı taşlar, roche clastique-roche détritique, klastisches Gestein, clastic rock Kevir, qiş an zinar bi rêyên mekanîk û kîmyayî hûr dibin. Ji van perçeyîn hurbûyî re tê gotin. Carina ev perçeyên hûr, pev dikelin an dizeliqin û cardin dibin kevir.

yerlikaya, roche en place, anstehendes Gestein, fresh rock solid-bed rock Ji kevirê ku li cihê ku li çêbûne mane re tê gotin. Ji van keviran re kevirên otokton jî tê gotin.

kevirê sist gevşek taş, roche meuble, Lockergestein, unconsolidated rock Ji kevirên ku pevgirêdana hêmanên wan ne şidyayî re tê gotin. Di nabênê hin valahî jî dibe hebin.Ji ber ku girêdanên wan sist in zû ji hev belev dibin. Girêdanên dijberê (bervajî) van keviran pir şidyayî ne û di nabênê de valahî tune.Granît, yek ji van kevirên şidyayî ye

pixtok kevirek e, di bin erdê de nermik e, lê gava mirov derxe rûyê erdê û têxe nav avê hişk dibe.

kevirê şidyayî sıkışık taş, roche compacte ou cohérente, verfestiges Gestein, consolidated rock bn. kevirê sist.

kevirê nerm yumuşak taş, roche tendre, weiches Gestein, soft rock Nermî jî wek hişkbûnê taybetîyeke keviran e. Nermbûn an hişkbûn li gor cureyên keviran e. Bi gelemperî hin cure hişk û hin cure jî nerm in.Lê kevirên ji cureyekî jî ne wek hev nerm an hişk in.

kevirê hişk sert taş, roche dure, hartes Gestein, hard rock bn. kevirê nerm.

gözenekli taş, roche poreuse. poröses Gestein, porous rock Di nabêna hêmanên ku kevir çêdikin de valahî hene. Valahî ewqas zêdene ku ev kevir bi vê taybetîyê tên naskirin.

geçirimli taş, roche perméable, durchlässiges Gestein, permeable rock

geçirimsiz taş, roche imperméable, undurchlässiges Gestein, impermeable rock

suda eriyebilir taş, roche soluble, lösliches Gestein, soluble rock Di avê de helîn an nehelîna keviran di şiklgirtina serzemînê de pir girêng e. Li cihên ku kevirên wê di avê de zû dihelin gelek şiklên taybetî çêdibin: Kort, kortal, bi her awayî şikeft ûhwd.

suda erimeyen taş, roche insoluble, unlöslihes Gestein, insoluble rock bn.

56 derz-qelş-terk çatlak-diyaklaz, diaclase, Kluft, diaclase Ji terkên li ser keviran re tê gotin. Sedemên van terkan cur be cur in.

gilbûn-şîstbûn şistlilik, schistosité, Schieferung-schiefrige Struktur, schistosity Li derên kort (wek binê deryayê) tiştên hûr li ser hev kom dibin Bi vê kombûnê piştî bi hezaran sal girseyên pir mezin çêdibin Hêmanên van girseyan gil e.Gil jî pir biçûk e, ji 0.0004 mm.yê biçûktir e. Ji ber pest û eciqandinê şiklê van girseyan xera dibe û wek pelên daran qat qatî dibin. Ji vê rewşê re gilbûn an şîstbûn tê gotin.

57 kevirên pijiqîn katılaşmış-püskürük taşlar, roches éruptives, Eruptivgesteine-Ausbruchsdesteine, igneous rocks Ji kevirên ku bi sarbûna magmayê çêbûnin re tê gotin. Gava ku magma ber bi jor bilind dibe li nav qalikê erdê an li serzemînê sar dibe. Dema sarbûna magmayê hertim ne wek hev e. Carina zû û carina jî dereng sar dibe. Carina jî di çend deman de sar dibe. Ev cudatîya sarbûna magmayê dibe sedemê kevirên cur be cur. Li gor vê cudatîyê jî navê van keviran hene. Cureyên sereke ev in: Magma ku derkeve serzemînê zû sar dibe, ji vanan re kevirên efuzîv an lav tê gotin. Hek magma di nav qalikê erdê de bimîne dereng sar dibe, li ser wan qrîstal çêdibin û bi vê sedemê ji wan re kevirên qrîstalî tê gotin. Kevirên pijiqîn, hin navên din jî distîne: Volqanî, magmayî, fîlon.

kevirên kûrahîyê / entruzîv entrüziv taşlar-derinlik taş, roches intrusives ou massives de profondeur, Tiefengesteine, intrusive rocks Ji kevirên ku bi sarbûna magmayê ya di nav qalikê erdê de çêbûne re tê gotin. bn. kevirên pijiqîn

Kevirên volqanî volkanik taşlar, roches volcaniques, vulkanische Gesteine, volcanic rocks bn. kavirên pijiqîn

kevirên efuziv efüziv taşlar, roches effusives ou d’épanchement, Ergussgesteine, extrusive rocks bn. kevirên pijiqîn

kevirên fîlon filon taşları, roches filoniennes, Ganggesteine, veined rocks bn. kevirên pijiqîn

granît-ristim granit, granite, Granit, granite Kevirekî kûrahîyê ye. Mîneralên granîtê yên sereke mîqa, feldspat û qûwars in.

gnays gnays, gneiss, Gneis, gneiss

mîqaşîst mikaşist, micaschiste, Glimmerschiefer, mica-schist

quartsît kuvarsit, quartzite, Quartzit, quartzite Qrîstalên quartsê ku bi çîmentoyake bi sîlîs re bibin yek quartsît çêdibe.

rixam kevirekî nerm û bi hêsanî tê verotin 1-

58 tortu, sédiments, Sedimente, sediments

58 tortul taşlar,

59 şujik çakıl, caillou, Schotter, pebble Perçeyên Ku ji keviran qetîyane di çeman de an li ber pêlên deryayan girover an pan dibin. Av rûyê wan dûz wek ku cîlakirîbin dike. Şujik, navê van keviran yê tevayî ye. Li gor mezinbûn û şiklên (girover, pan, bi qozî) wan navên cuda distînin. Ev şujik carina bi çîmentoyeke xwezayî pev dizeliqin, ji vêya re qonglomera tê gotin.

qûm,şujik,buxur,zuxur,kuç,pal,gome,hîm,taht,ferş,zinar

59 quma gir-gravye irikum-gravye, gravier, Kies-Kiesel, gravel Ji kevirên ku di nabêna qûm û şujikan de ne re tê gotin. Mezinbûna wan di nabêna 2 mm. û 2 sm.yan de ne.

59 qûm kum, sable, Sand, sand Mezinbûna wan di nabêna 20 mîqron û 2 mm .yan de ne. Li gor mîneral , tiştên ku dihundirîne an cihên ku lê çêbûnin beş dibin. Li gor mezinbûnê jî beş dibin. Qûmên herî hûr 20-500 mîqron in (1 mîqron = 1/100 mm.).

59 kevirê qûmê kumtaşı-gre, grès, Sandstein, sandstone Bi alîkarîya çîmentoyeke xwezayî qûm pev dizeliqin, dibin wek kevirekî. Ji vanan re kevirê qûmê tê gotin. Qûma ku van keviran çêdike dibe gir be û dibe hûr be jî. Kevirên qûmê li gor çîmentoyê an mîneralan beş dibin.

59 qonglomera konglomera, conglomérat, Konglomerat, conglomerato Şujikên bi qozî an girover bi çîmentoyekê pev dizeliqin û dibin qonglomera. Hek qonglomera ji şujikên bi qozî çêbûbe jê re breş û ji şujikên girover çêbûbe Jê re pûdîng tê gotin. Piraya breşan volqanî ne.

59 gil-kîlte kil, argile, Ton, clay Ji hêmanên pir biçûk çêdibin. Mezinbûna wan ji 0.0004 mm.yê biçûktir e. Cihê ku gila wê qalin be avê pir dimêje û dibe qatekî ku avê derbas nake. Dibe ku gil, bi quartz, lîmonît, mîqa an qarbonatê re tev li hev be. LI gor vê rewşê beş dibe. Ji gila ku ji % 35 zêdetir qalker (kils) di nav de be marn tê gotin.

59 marn marn, marne, Mergel, marl bn. gil

59 şîst şist, schiste, Schiefer-Tonschiefer, schist-shale Gil ku di bin pesteke mezin de bibe kevirê pel pelî, jê re şîst tê gotin. bn. mîqaşîst

60 berespî-kilsa kevirî-kevirê kilsê-kevirê hêtûnê-qalker kireçtaşı-kalker, calcaire, Kalkstein, limestone Ji kevirê ku ji qalsîyûm qarbonatê çêbûye re tê gotin. Li gor tiştê ku jê çêdibin beş dibe. Hin kilsên lîtografî organîk in: Kilsa detrîtîk, mercanî an rudîstî. Hin jê jî ji fosîlên rawirên deryayan çêbûne: Kilsa antrokî, mumulîtî, foramîniferî. Hin kils jî bi rêyên kîmyayî çêdibin. Di nav de sîlîs, gil, quartz, dolomî an hesin cih distîne. Bi metamorfîzmayê kils dibe mermer jî.

gêç tebeşir, craie, Kreide, chalk Cureyekî kevirê kilsê ye. Sipî û nerm e. Li gor madeyên dihundirîne (derveyî kilsê) beş dibe: Gêça bi sîleks, bi marn (% 5-10 gil),glokonî

cils jips-alçıtaşı, gypse, Gibs, gypsum Madeyên ku cils dihundirîne qalsîyûm sulfat, xwê û av e. Lê wekî din jî hin made tevê hene. Di germahîyeke 1200 de av jê dihare û dibe toz.

kevirê xwê kayatuzu, sel gemme, Steinsalz, rock-salt

komir kömür, charbon, Steinkohle, bituminous coal-hard coal Li gor petrografyayê komir, ji bermahîyên hêşinahîyan çêdibe. Du cureyên sereke hene: Lînyît û komira kevirî. bn. beşa 30.

neft petrol, pétrole, Erdöl, petroleum-crude oil Li gor erdnasan (jeolog) petrol bi vî awayî çêbûye: Gava rawirên deryayan dimirin, cihên wan yên bi dohn di binê deryayan de kom dibin.û bi hin madeyên din re tevlihev dibin. Cihê ku ev dohn lê çêdibe hek li tevgereke erdîn rast bê ev dohn di binê erdekî pir giran de dimîne. Di binê vê giranîyê de ev dohn dibe neft. Deryayên ku neft lê çêdibin ne yên mezin yên teng û nizm in. Neft, di qul û qelîştekên keviran de pir tê dîtin. Di nav neftê de hin azot, oqsîjen, sulfur û helyûm jî hene. bn. beşa 30.

61 kevirên metamorfîk başkalaşmış / metamorfik taşlar, roches métamorphiques, metamorphe Gesteine, metamorphic rocks Hin kevir ji ber hin sedeman (pest, germahîya hundirê erdê...) taybetîyên xwe wenda dikin û hin taybetîyên din distînin, tên guhertin. Ji van kevirên ku di guhertînekê de derbas bûne re kevirên metamorfîk tê gotin.

61 mermer-helan mermer, marbre, Marmor, marble Kevirên kilsê bi metamorfîzmayê qrîstalîze dibe û mermer jê çêdibe. Mermer, kevirekî giran û pir hişk e (2700 kg/m3). Piraya mermeran sipî ne, lê hin cureyên rengîn jî hene.

demên erdnasîyê jeoloji zamanı, ère géologique, geologisches Zeitalter, geological era Dîroka erdê bi milyaran sal dirêj e. Di vê dîroka dirêj de gelek bûyer û guherînên girîng çêbûne. Ev bûyer û guherîn di demên cihê de pêk hatine. Ji van wextên ku bûyer û guherînên girîng pêk hatine re demên erdnasîyê tê gotin. Çar demên erdnasîyê yên pir dirêj hene: Dema yekemîn, duyemîn, sêyemîn û çaremîn. Berî dema yekemîn jî dinya hebûye û dirêjbûna vê demê ji tevaya her çar demên din dirêjtir e. Ji vê demê re jî preqambrîyen tê gotin.

dewrana erdnasî jeoloji devri, période géologique, geologische Periode, geological period Di her demeke erdnasî de çend dewran hene. Her dewran jî dibe çend beş. Di her dewran û beşê de bûyerên xweser hene. bn. tabloya demên erdnasîyê

fosîl fosil, fosille, Versteinerrung-Fosil, fossil Fosîl, bermahîyên jîndaran e. Jîndarên demên erdnasîyê yên kevn piştî mirin an hişk bûnê di nav an binê tebaqeyên tort de mane. Hin perçeyên, pirtirîn jî îskeletên wan heta îro wek fosîl di nav erdê de stirîne. Beşa erdnasîyê ya ku her cure fosîlan lêkolîn dike paleontolojî ye.

fosîlê qarekterîstîk karakteristik fosil, fossile indicateur, Leitfosîl, characteristic fossil Têderxistina temerê fosîlan ne ewqas zor e. Hin fosîl hene ku ji têderxistina temerê erdêre dibe alîkar. JI van fosîlan re fosîlên qarekterîstîk tê gotin. Temerê fosîl û erdê ku fosîl di nav de ye pir hindik wek hev tê pejirandin.

preqambrîyen prekambriyum, précambrien, Erd-Urzeit-Archaikum, archaean-precambrian Dema erdnasîyê ya yekem ji çend dewranan pêk tê, dewrana yekem qambrien e. Preqambrîyen, berî qambrîyenê ye. Dirêjahîya preqambrîyenê ji ya tevaya demên erdnasîyê dirêjtir e (1.5 milyar sal). Cihên di dema preqambrîyenê de çêbûnin di gelek guherînan de derbas bûne. Ser wan dûz e û hîmên wan ji hemû erdên din zexmtir e.Li van deveran tevgerên wek erdhejîyê çênabin. Li gor erdnasan, di destpêka preqambrîyenê de jîndarên bi yek şane (hucre) û di dawîyê de jî rawirên hovebar çêbûne. Li gor vê ramanê jî preqambrîyen dibe du beş: Arkeen û preqambrîyen an eozoik: Her beşek qasî 650-700 milyon sal e

dema yekem-paleozoîk birinci zaman-paleozoik, ère primaire ou paléozoique, Erd-Altertum-Paläozoikum, primary era-paleozoic era Bi alîkarîya fosîlên qarekterîstîk dema herî baş tê naskirin ev dem e. Ev dem, bi pirbûna jîndarên hovebar dest pê dike û bi peydebûna rawirên bi marîpişt (pirûsk, omurga) diqede. Di vê demê de hin hêşinahîyên deryayî derbasî reşahîyê bûne û hêşinahîyên wek daran belav bûne. Gelek volqan jî di vê demê de pijiqîne. Jibo tevgerên orojenîk (çîya bi van tevgeran çêdibin) ev dem girîng e. Dewranên vê demê ev in (ji destpêkê ber bi dawîyê): Qambrîyen, sîlur, devon, qarbon û perm.

dema duyem-mezozoîk ikinci zaman-mezozoik, mésozoique, Mesozoikum, mesozoic Di vê demê de rawirên xwekaşok (wek mar, tûpişk, gumgumok...) çêbûne. Qalinbûna erdên tort ji hezaran metreyî zêdetir bûne. Tevgerên orojenîk ewqas pêk nehatine. Sê dewranên vê demê hene: Trias, jûra û qretase.

dema sêyem-tersîyer üçüncü zaman-tersiyer, ère tertiaire, Tertiär-Erd-Neuzeit, tertiary-cainozoic era Rawirên bi guhan di vê demê de pêş ketine. Jibo tevgerên orojenîk, dema herî girîng e. Çîyayên Alp, Toros, Zaxros ûhwd. di vê demê de çêbûnin. Çar dewranê vê demê hene: Tersîyera kevn (= eosen + olîgosen). Tersîyera nuh (= mîosen + plîosen).

dema çaran-qûaterner dördücü zaman-kuaterner, ère quaternaire, Quartär-Känozoikum, quaternary era Dema erdnasîyê ya herî nuh e. Rewşa serzemînê ya îro di vê demê de çêbûye. Şiklên derya û reşahîyan yên îro di vê demê de çêbûne. Bûyera vê demê ya herî girîng jî çêbûna însên e. Di vê demê de çar dewranên cemedê hene: Gunz, mindel, rîss û wurm. Dîlûwîyûm (dewrana cemedbûnê) û allûwîyûm dewranên vê demê yên sereke ne.

63 mertal-mertala bejê kalkan-kara kalkanı, bouclier, Schild, shield Hin cihên qalikê erdê hene ku ji hemû cihên din zûtir çêbûnin, yanî pîrtir in. Ji van deran mertal tê gotin. Mertal, bi pirayî piştî metamorfîzmê bûne granît û hişk in. Li cihê xwe rûniştîne, ji tevgerên wek erdhejê dûr in. Li ser mertalan qûm û şujikên çeman wek qalikekî tên dîtin. Bi kurtî mertal, erdê kevn (pîr), dûzbûyî û cihgirtî ye. .Mertala Qanada, Fennoskandiya (li bakurê rojhilatê Ewropa) û Efrîqa ji van mertalan in..

qor-qat-tebeqe katman-tabaka, strate-couche, Schicht, stratum-bed-layer Kevirên tort, li ser hev kom dibin û qorekî çêdikin. Li ser qorekî jî qorine din çêdibin. Piên van qoran ne wek hev in. Qor, li gor qalinbûnê, madeyên di nav de û rewşê (xwêl, dûz, şikestî, badayî ...) ji hev cuda dibin.

mostere mostra-aflörman, ligne dáffleurement, Ausbiss-Ausstrich-Ausstreichendes, outcrop Ji cihên ku kevir an qor derketine rûyê erdê û xwîya dibin re tê gotin. Li ser cihên ku mostere ne, ax, hêşinahî û tiştên din tune. Ji ber vê jî baş tên dîtin û ji lêkolînên erdnasî re pir musaît in. Mostere, li qiraxê çeman, li gelî û zinaran, li dor rêyên nuhçêkirî pirtir û baştir tên dîtin. Mostere, mînakên erdê kûrahîyê ne.

xwêl eğim, pendage-inclinaison, Fallen-Einfallen, dip Xwêl, beravajîya tîk an dûzê ye. Qorên erdê bi pirayî xwêl in, yanî ne dûz û ne jî tîk in. Di nabêna du deran de cudatîya bilindahîyê nîşana xwêlbûnê ye. Cudatîya bilindahîyê çiqas pir be xwêlbûn jî ewqas pire. Wek mînak; li ser dirêjahîyeke 100 metreyî de 2 m. cudatîya bilindahîyê hebe, xwêlbûna vir ji % 2 ye. Ji navgînên ku xwêlbûnê dipîvin re xwêlpîv (nîvelman) tê gotin.

katmanların yönü,

64 bastûra serast / qonqordat konkordat / uygun yapı, structure concordante, konkordante Laserung, concordant structure Qorên tort ku ji ya kevn ber bi ya nuh li ser hev cih stendibin û ev cihstendin bi awayekî parelel be, bastûra van qoran serast e

bastûra neserast / dîsqordant diskordant / uyumsuz yapı, structure discordante, dickordante Lagerûng, discordant structure Di nabêna hin qorên erdê de valahî heye an qor ne parelelî hev in, di nabêna wan de eşkêl heye. Ji vê rewşa qoran re bastûra neserast /dîsqordant tê gotin.

yatay yapı,

bastûra xwêl / monoqlînal bir yana eğimli / monoklinal yapı, structure monoclinale, schiefe Lagerung, monoclinal structure Ji jastûreke ku ji çend qoran pêk tê ku bi hêlekê xwêl bûbe û ne hatibe tewandin re tê gotin.

bastûra tewîyayî kıvrımlı yapı, structure plissée, Faltenbau, folded structure Hin qorên tort, ji ber pestên ku ji kêlekan tên ditewin. Ji bastûra ku qorên wê tewîyayî ne re bastûra tewîyayî tê gotin. Ev cihên ku ber bi jor tewîyayî ne, bilindahîyên erdê ne. Piraya çîyayan ji van bilindahîyan in. Carina ev bilindahîyên tewîyayî ji ber ba, baran û hin sedemên din tên maşandin û dûz dibin. Lê kokên tewangan di bin erdê de wek xwe dimîne.

65 tewandin kıvrılma, plissement, Faltung, folding Qorên tort di jeosenqlînalan de pir qalin dibin û li ser magmayê giranîyeke mezin çêdikin. Magma jî van qoran ji kêleken ve ber bi jor ve delk didin. Bi delkdana magmayê ev qor ditewin û ber bi jor ve bilind dibin. Ji vê tevgerê re tewandin tê gotin. Çîyayên seranser bi vî awayî çêdibin. bn. tevgerên orojenîk

tewandina qaledonyayê kaledonya kıvrılması, plissement calédonien, kaledonische Faltung, caledonien folding Ji çîyayên ku di nîvê dema yekem de bi tevgerên orojenîk çêbûne re tê gotin. Îro ev çîya dûz bûne. Wek çîyayê Îsqoçyayê.

tewandina hersînyayê hersinya kıvrılması, plissement hercynien, herzynische Faltung, hercynian folding Ji çîyayên ku di dawîya dema yekem de bi tevgerên orojenîk çêbûne re tê gotin. Pirê van çîyan hatine maşandin û bilindahîyên xwe wenda kirine, dûz bûne. Li Fransayê Massif Santral û Vosges, li Amerîqayê Appalaş ji van çîyayan in.Hin girseyên ku nêzîkî orojeneza Alpê ne, di dema sêyem de cardin bilind bûne. Li van deran hin tevgerên volqanî jê çêbûne.

tawandina alpîn alp kıvrılması, plissement alpin, alpine Faltung, alpine folging Ji çîyayên ku di dawîya dema yekem û bi pirayî de dema sêyem de bi tevgerên orojenîk çêbûne re tê gotin. Çîyayên Alpîn îro jî bilind in û li hemû parzemînan bi hezaran km. cih distînin: Alpînên Ewropayê, Atlasên li Efrîqaya Bakur...

tewang-badek-çivane kıvrımkıvrım, pli, Falte, fold Qorên erdê yên li ser hev, bi bandora pestên ku ji kêlekan tên ditewin û pêl pêlî dibin. Ji van cihên tewandî û pêlbûyî re tewang tê gotin. Hemû tewang ne wek hev in, li gor hêz û cureyên pestê şikl distînin. Hek pest ji her du hêlan bi hêzeke wek hev be, tewang tîk çêdibe. Pest ne bi vî awayî be, tewang bi şiklekî din (xwêl, qulipî...) çêdibe. Hek pesta ku ji hêlekê tê ji ya hêla din bi hêztir be, erd ewil bi hêlekê ve xwêl dibe û dûre jî ji cihê xwe diqete û dihare li ser qoreke ku ji wê nuhtir e cih distîne. Ji vê tevgerê re şaryaj tê gotin. Du perçeyên tewangan dene: Antîqlînal û senqlînal.

66 antîqlînal antiklinal-kemer, anticlinal, Antiklinale, anticline Li cihên ku tewang çêdibin hêleke erdê kort û hêla din jî bilind e. Ji cihê kort re antîqlînal û ji yê bilind re senqlînal tê gotin. Rewşa antîqlînal û senqlînalan hertim wek xwe namine. Hin bilindahî dûz û hin kort jî tije dibin.

senqlînal senklinal-tekne, synclinal, Synklinale, syncline bn. antîqlînal

şikev tekne

67 tewanga tîk dik kıvrım, pli droit, stehende Falte, symmetrical fold bn. tewang

tewanga xwêl eğik kıvrım, pli déjeté, schiefe oder schräge Falte, asymmetrical fold bn. tewang

tewanga qulipî devrik kıvrım, pli déverse, überkippte Falte, overfold bn. tewang

yatık kıvrım,

bindirme-şövoşman

şaryaj örtüsü-aşma örtüsü

68 quba xwê tuz kubbesi, dôme de sel, Salzdom, salt dome Di nav qorên tort de hin bilindahî hene ku dendika wan ji kevirê xwê ne. Ji van bilindahî an girên wek quban re quba xwê tê gotin. Ji ber ku bi avê zû dihelin, li van cihan gelek şiklên xweser çêdibin (wek stûnên xwê).

69 fleksur bükülüm-fleksür, flexure, Flekxur, flexure Şiklekî tewandinê ye. Qoreke tewîyayî xwêlbûna wê bi derbekê zêde dibe. Li vî cihê ku xwêlbûna wê pir e qor, tenik dibe û dieciqe lê naşike.

70 bastûra bi fay faylı yapı-kırıklı yapı, structure faillée, Bruchstruktur, faulted structure Ji erdên ku di nav de fay pir in re tê gotin.

derz-qelş çatlak-kırık-fraktür, fracture, Bruch, fracture Cureyeke fayan e. Her du hêlên fayê cih neguhertine.

fay fay-kırık, faille, Verwerfung, fault Ji cihên ku erd şikestî û her du hêlên erdê li gor hev cih guhertine re tê gotin. Bi pirayî hêleke cihê şikestî hildiweşe, dihare xwar. Ji bilindahîya ku di nabêna hêla hilweşîyayî û ya din de dimîne re röjeya fayê tê gotin.

fay çizgisi

fay düzlemi

fay dikliği

fay röjesi

fay duvarı

merdiven şeklinde fay

kırıklı kıvrım-plifay

newal-graben tektonik çukur-graben, fossé tectonique, Graben, fault troughrift walley Ji kortalên ku di nabêna her du hêlên fayê de mane re tê gotin. Di van newalan de bi pirayî çem cih distînin..

horst horst, horst, Horst, horst Ji bilindahîyên li kêleka newalan re tê gotin.

71 tektonîk tektonik, tectonique, Tektonik, tectonic Bêjeyeke erdnasîyê ye, bi çend wateyan tê bi kar anîn. 1- Bastûra qorên erdê. 2- Tevgerên ku şikl dide bastûra erdê. Ev tevger û tevgera ku pê çîya çedibin (orojenez) ne yek in.

hêzên endojenezî iç kuvvetler, forces endogénes, endogene / innenbürtige Kräfte, endogenous forces Bûyerên ku qalik erdê diguherînin du beş in: 1- Hêz an bûyerên endojenezî: Cihê destpêka van bûyeran hundirê erdê ye. Volqan, erdhej, şikestin an tewandina erdê. Ji van bûyeran re bûyerên tektonîk jî tê gotin. 2- Hêz an bûyerên eksojenezî: Cihê ku lê çêdibin rûyê erdê ye. Bi bandora tavê (rojê) ev bûyer çêdibin. Ba, çem, cemed, berf, pêl ûhwd.

hêzên eksojenezî dış kuvvetler, forces exogènes, exogene / aussenbürtige Kräfte, exogenous forces bn. hêzên endjonezî

72 jicihleqîn yerinden oynama-dislokasyon, dislocation, Dislokation-Störung, dislocation

yükselerek kabarma-bombeman

bilindbûn yükselme, soulèvement, Hebung, uplift Qorên tort, gelek car wek xwe namînin. Pestên ji kêlekan ve û magma van qoran ber bi jor ve delk didin. Lê ev bilindbûn bi şiklên cuda çêdibin. Hin qor bi bilindbûnê re dinepixin, hin ditewin û hin jî dişkên.

nizmbûn alçalma, affaisement, Senkung, downwarping-sinking Hin derên erdê ji ber hêzên endonezî nizm dibin. Bi vê nizmbûnê re pirê caran şiklê erdê jî tê guhertin.:Kort, newal ûhwd.

oturma-basma

hilşîn-hedimîn çökme, effondrement, Einsturz, collapse-foundering J ber hêzên endonezî hin cih hildişin. Nizmbûn û hilşîn ne wek hev in. Hilşîn, bi derbekê ji nuşka ve û li cihekî teng; lê nizmbûn, hêdî hêdî û li cihekî firehtir çêdibe.

sübsidans,

73 tevgerên orojenîk orojenik hareketler-dağoluşu, mouvements orogéniques, gebirgsbildende / orogenetische Bewegungen, orogenic movements Ji tevgerên ku bi wan çîya çêdibin re tê gotin. Ji vê bûyerê re tektojenez jî tê gotin.

jeosenklînal jeosenklinal-yerteknesi, géosynclinal, Geosynclinale, geosyncline Ji cihên ku hilweşîyane û di bin avê de mane re tê gotin. Derên ku herî pir tort lê çêdibin jeosenqlînal in. Çîya, li van deran çêdibin. Bi vê sedemê ji jeosenqlînalan re dergûşa çîyayan tê gotin.

şemitîna parzemînan kıtaların kayması, dérive des continents, Kontinentalverschiebung, continental drift Şemitîna parzemînan, teorîya A. Wegener e (1912). Li gor vê teorîyê, qalikê erdê sîal li ser magmayê wek kelekeke li ser avê ye. Di dewrana qarbonê de parzemînên îro yekpare bûne û hawirdor oqyanûs (oqyanûsa Wegener) bûye. Di dewranên din de ev yekparebûn xerabûye û parzemînên îro çêbûne.

tevgerên epîrojenîk epirojenik hareketler-karaoluş, mouvements épeirogéniques, epirogenetische Bewegungen, epirogenic movements Ji tevgerên ku pê erd, ditewe, bilind an nizm dibe re tê gotin. Ev erdê ku bilind an nizm dibe erdekî pir fireh e. Du sedemên sereke yên vê tevgerê hene: Sivik an giranbûna erdê û hêza magmayê. Di tevgerên orojenîk de, hin derên erdê dişkên û ji hev dûr dikevin, lê di tevgerên epîrojenîk de şikestin tune

izostazi

74 tevgerên ostatîk östatik hareketler, mouvements eustatiques, eustatische Bewegungen, eustatic movements Ji tevgerên ku sewîya rûyê deryayê bilind an nizm dikin re tê gotin. Sedema vê tevgerê, pirbûn an kêmbûna cemedên li ser parzemînan e. Gava germahî pir bibe û cemed bihelin, ava deryayan zêdetir dibe û sewîya rûyê deryayê bilind dibe. Ji ber vê rewşê derya ber bi reşahîyê pêş ve diçin. Gava ku ava deryayan kêm dibe, sewîya rûyê deryayê nizm dibe û derya bi şûn ve dikişe.

pêşketina deryayê deniz ilerlemesi-transgresyon, transgression, Transgression-Meeresvorstoss, advance of the sea, marine transgression bn. tevgerên ostatîk

paşketina deryayê deniz gerilemesi-regresyon, régression marine, Regression-Meersrückzug, retreat of the sea-marine regression bn. tevgerên ostatîk