Bikarhêner:Ferîd Mîtan
Ferîd Mîtan: Nivîskar û rojnameger e. Sala 1995an li Qamişloyê hatîye dunyayê. "Enstîtûya Zanistên Perwerdehîyê - Zimanê Kurdî" di 2015an de qedandîye. Dema ku leşkerîya "Erka Xweparastinê" kirîye, 8 mehan sernivîseratîya beşa kurdî li "Ofîsa Ragihandinê ya Desteya Parastinê li Herêma Cizîrê" kirîye. Paşê nêzîkî du salan bûye sernivîserê beşa kurdî di "Dezgeha Bûyer a Ragihandinê" de. Lêkolîn, nivîsar û hevpeyvînên wî di gelek malper, rojname û kovaran de hatine weşandin. Ji kovarên: Sormey, Welat, Şar û Rêyê; her wiha ji malperên: Ria Taza û Rewanbêjê re dinivîse. Herî zêde di qada rojnamegerîyê de dinivîse û bi nivîsîna xwe ya nerm û sade tê nasîn. Bi gelek kesayet û navdarên kurdistanî re hevpeyvîn kirine.
Hin nivîsar û hevpeyvînên wî:
http://re-platform.com/ku/formation/kakil-1-cima-em-bi-kurdi-naxwinin-ferid-mitan/
https://ferid-mitan.niviskar.org/we-roje.html
http://shar-magazine.com/2018/09/cihe-zarokan-di-ragihandina-kurdi-de/
http://diyarname.com/news.php?Idx=33413