Bikarhêner:Muhammed b. şirin

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

ZİKİR[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

CUREYÊN ZİKRÊ

  Di ferhengê de zikir tê van maneyan. “bi lêv kirin”, “bi bîr anîn”, “fikir kirin”, “li serê axaftin”. Zikr di lîteratûr a îslamê de; di hemû îşê xwe de Ellah ezze we celle bi bîr bîne û li gor emrê wî jîyana xwe bidomîne.
  Cureyên zikrê bi sê şiklan tê bi kar anîn:
  1. Bi ziman
  2. Bi dil
  3. Bi beden

Bi ziman: zikrê bi ziman ewe ku mirov di hemû gotinên xwe de a rastîyê bibêje. Yanî dema ku mirovek li ser karê xwe be, firotina malê xwe de û sendina tiştekî de a rastîyê bibêje. Û wekî vana di hemû karê xwe de…

  Di dîn de a rastî çibe divê wana werin gotin. Mirov ku rêveber be yan jî kesê tê birêvebirîn ji be yek e. Yanî divê rast û durust be. Li hember vana zikrê bi ziman navê Xweda divê were bi ziman anin. Lewra di sûreya erafê, ayeta 205 de Ellah celle celalûhû ferman kirî ye: “ bi tena xwe, bi fîzar û bi tirs, ne bi dengekî bilin, sibe û êvar rebbê xwe yad bike. Ne be ji xafila.”

Bi dil: divê mirov bi zikra dil daîm li ser nav û sifatê xwedê bifikire. Li ser mexlûqatên ku Xwedê afirandî ye kûr kûr mêjîyê xwe bibetilîne. Yanî ku meriv mînakek bi de: dema mirov li ser pûrteqalek bifikire ewê bi bîne ku ev pûrteqal hatî ye zûl bi zûl kirin. Yanî Xwedayê bi tenê ji însana re berî hinga amade kirî ye. Ew gav ev fikrandina wî ewê bive zikrê bi dil.

Bi beden: Zikrê bi beden zikrekî gelek girîng e. Hemû halê însan divê bi zikrê xweda be. Ev zikr ji bo temamî refê misilmana ye. yanî ku mirovek asayî be û mirovek serokatî di destî wî de be na guhere, yekin. Dema mirovek asayî be, divê van kesan di nimêja xwe de, di rojîyê de, yanî îbadetê xwe de û kirîn û sendina xwe de li gor fermanên hukmê îslamê jiyana xwe bajo. Her weha ku mirovek serokatî di destê wî de be divê revekirina dewletê li gor hukmê îslamê ser rast bike. Ji hukmê quran a kerîm derneyê.

  Velhasil zikir kirina Ellah ezze we celle ne tenê bi ziman û tekrar kirina navê Xwedê ye. zikir kirina wî bi hemû zerreyê jiyîn a jîyanê ye.